Diyarname
Li Kanadayê 2010 Olîmpiyatên Zivistanê digel performansa sporkaran a li ser cemedê bi performansa têkiliya cinsî jî kete nav rûpelên dîrokê. Ji bo 7 hezar sporkarî gundeke mezin a olîmpiyatê hate avakirin.
Di 16 rojên olîmpiyatê de li gund vexwarina meyê hate qedexekirin. Lê komîteya amadekar a olîmpiyatê kevneşopiya ku ji sala 1992'yan ve didome xira nekir û tam 100 hezar heb prezervatîf li sporkaran belav kir. Serê sporkarekî 14 prezervatîf diket. Lê hê du roj mane ku olîmpiyat bi dawî bibe prezervatîfên li gund xelas bûn.
Ji bo ku pêşî li bihemlbûnê û pêşî li nexweşiyan bê girtin hikumeta Kanadayê 8 hezar û 500 prezervatîfên ku li welat di embaran de bû jî şand gundê olîmpiyatê. Çapemeniya Kanadayê li ser vê yekê navê "Olîmpiyatên Seksê" li vê olîmpiyatê kir.


