logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Ev jî siyaseta me ye…

  • Dîrok: 25/12/2008


Ez di jiyana xwe de kêm caran hem bi heman nûçeyê kêfxweş bûme û hem jî matmayî mame. Nûçeya bi îmzeya rojnamevan Yeko Ardil ya di 23.12.2008’an de di rojnameya Yeni Ozgur Politika de jî hesteke wisa bi min re çêkir.
Sernivîsa nûçeyê “Karabulut ji bo Parlemena Ewropayê bernamzed e” û spota wê jî wisa bû: “Hate daxuyandin ku dê di hilbijartinên Parlemena Ewropayê de Songul Karabulut wekî temsîlvana civaka kurd ya li Ewropayê were destekirin.”
Her wiha li jêra spototê jî nûçe bi navên sazî, rêxistin û partiyên ku destekê didin Karabulut dest pê dike…
Xwendina nûçeyê heta vê derê kir ku ken li ser rûyê min belav bibe û oxekî ji xwe re bikşînim.
Min jî xwe bi xwe got ‘mala Xwedê ava be, êdî partî, sazî û rêxistinên me meseleya hilbijartinên li Almanyayê cidî digirin û hem guhartineke yekemîn e û hem jî stratejiyeke nû ye.’
Lê daxuyaniyên siyasetmedarên kurd ên beşdarî civîna bûyî yên berdewamiya nûçeyê ez heyirandim û matmayî hiştim…
Axaftinên wisa hatine kirin wekî ku destek ji bo daxwaza bernamzetiya kurdeke li Kurdistanê hatibe dayîn û qet mirov tênagihe ku ew kes wê bibe parlementera alman.
Û di dîtina min de pirsgirêka me ya bingehîn ev yek bi xwe ye…
Ji ber sirf berê siyaset û hewldanên partî, sazî û rêxistinên me li welêt in, em kurdên li Almanyayê hem ji dêrê û hem jî ji mizgeftê dibin.
Kurdên Almanyayê bi xwe têra xwe xwedî pirsgirêk in, lê belê berê xizmet û siyasta me li welêt e…
Zêdeyî nîvê kurdên li Almanyayê hemwelatiyên Almanyayê ne û ev yek tê wateya bi sedhezaran dengan. Ev bi sedhezaran deng dikarin rengê encamên hilbijartinên Almanyayê biguherînin.
Ev yek qozeke mezin e ji bo kurdan lê mixabin kurdan heta niha ev qoz bikar neaniye.
Bifikirin; Li bajarekî biçûk yê mîna Giessenê û derdora wê bi hezaran kurd hemwelatiyên alman in lê belê komele û saziyên kurdan vê ji xwe re nikarin bikar bînin.
Ehlaq û mehlaq li aliyekî, ez vê yekê vekirî bibêjim: Sazî û rêxistinên kurdan dikarin bi vê hejmara bilind a dengên kurdan bazarê bi siyasetmedarên alman re bikin û bi vî awayî bigihin gelek armancên xwe.
Mînakeke herî biçûk: Bila komeleyeke kurdan nûnerê partiyeke siyasî ya alman ji bo propagandaya wî vexwîne komeleyê û bila 300 kurd jî di wê vexwandinê de amade bin. Ew siyasetmedar bila ji partiyeke ku herî li dijî kurdan be jî, ewê dîsa ji daxwaziyên kurdan re bibêje ‘lebê û belê’…
Bi vî awayî kurd wê ji ber mineta Partiya Çep jî xilas bibin û deriyên partiyên ku xwedî gotin in wê vebibe.
Ez di dawiyê de dîsa vegerim ser nûçeyê; ji nûçeyê baş tê fêmkirin ku konsesûsek di navbera meseleya kurdên ku dixwazin bibin bernamzed de pêk nehatiye. Ev yek wê serî biêşîne, ji ber diviyabû ewilî kurdan kesên dilên wan li ser bernamzetiyê le îqna bikira û dûre bigotane “ha, ev bernametê/a me ye, hûn bixwazin ev û nexwazin jî tune…”

zekiozmen@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Zarok li tv’yên kurdan temaşe nakin!

  • 26 Adar 2010

Bila produktor û dublajvanên fîlmên zarokan ên bi kurdî li min negrin. Ji roja Med TV vebûye heta vê serdema pirengiya televîzyonên kurdan, ez gelek caran li...

Bayê muzîka kurdî dîsa gur bû

  • 11 Tîrmeh 2018

Piştî demeke dirêj di bazara muzîka kurdî de hinek lebata xweş çêbû. Ji serê salê ve hinek albumên xweş derketin.Rewşa siyasî ya aloz û...

Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê, çi reng û çi hal!

  • 21 Kewçêr 2008

 Tirkiye mêvanê rûmetê yê 60’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Frankfurtê bûn. Slogana Tirkiye jî “Bi hemû rengên xwe ve” bû....

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hozan Bengî avêtin hepsê

ad

500 mîlyon doz derzî wekî diyarî dişînin 100 welatan

ad

BDP’ê Çekîn şand îxracê û xwest ew bê tewqîfkirin

ad

Ji rêzeya 'Erdnîgariya Kurdistanê’ beşa ‘Çewlîg'ê derket

ad

Fînala Kûpayê li Rihayê tê lîstin

ad

Şakiro û dengbêjî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname