Rahmi BATUR
Em an çep lêdixin an jî rast. Navber tune ye li ba me. Me demeke dirêj dêngbêj tune hesibandin.
Bêguman tu tişt belesebeb rûnade. Her tîştê ku diqewime, ji ber sedemekî rûdide. Sedema wê xemsariya li hember dengbêjan jî, êş û jana parçebûna kurdan bû.
Piştî salên şêstî, dema şoreşger peyda bûn, li hember dengbêjan helwest nîşan dan û ew bi geşkirina şerên birakujî, şerên navxweyî gunehbar kirin. Û mixabin ev gunehbarkirina wan jî ne bê bingeh bû. Hinek kilamên şeran mîna kilama 'Şerê Xal û Xwarzan' trajîk jî bin, piraniya wan wekî propogandayekê bû. Mixabîn îro jî hin rewşenbîr û rojnameger li ser pirsgirêkên di navbera kurdan de rexnegirî nakin, bi pênûsên xwe xwîn û jehrî dirêjînin. Ger siyasetmedarên kurd jî bi ya wan bikin wê qira hev bibin. Ecêb e ku siyasetmedar ji 'rewşenbîran' nermtir û aramtir bin di van pirsgirêkan de an na?
Em zêde şiverê nebin, ji mijarê dûr nekevin.
Ji ber vê helwestê hetanî carekê bavê min ji Êlihê bi du kasetên Şivan venegeriya, teyb neket mala me. Bavê mîn pir hişk bû li hember dengbêjan ji ber kilamên şeran.
Pîştî ku hunermend û komê muzîkê ku bi giranî li ser êş û azara kurdan distiran, zêde bûn, dengbêj hema bêje bi temamî hatin jibîrkirin.
’Kilamên wan yên evîne pir xweş in’
Sala 91’ê birayekî min kasetfiroşiyê dikir. Êvarekî dema got: "Îro min kaseta Şakiro danîbû ser, erebeyeke ku derbas dibû yekcar sekinî, yê li dû hat ji paş ve li erebê wî xist, camêr qet li erebeya xwe jî xwedî derneket, negot ka çi pê hat, yekser derbas bû hat ba min got, çiqas kasetên wî hebin bide min." Bala min kişand.
Hêza vê hezkirinê ji ku dihat?
Piştî min lê guhdarî kir, tê gihîştim ku me neheqî li dengbêjan kiriye. Dema ez çûm Êlihê min ji bavê xwe re behsa Şakiro û hunera wî kir, wî got: "Şakiro? Şakiro şahê dengbêjan e’" û ez heyirî hiştim.
Min jî jê re got: "Ê te çima berê bi xerabî behsa dengbêjan dikir?"
Wî got: "Kilamên şeran di nav kurdan de neyartiyê kûr dikir, lê kilamên wan yên evîne pir xweş in…"
Derhênerê muzîkê ye, lê ne nota dizane ne jî dikare li amûrekê bixe!
Wekî ku ez bi salan hatibim xapandin li min hat…
Piştre ketim şopa Şakiro, min dixwest îleh wî bibînim û hevpeyvînekî pê re çêbikim. Sala 93'ê li Mazlum Plak rûniştîbûm, min ji xwediyê şirketê re qala Şakiro kir. Yekser gote min, ev saleke ku bandeke Şakiro li balê ye, lê dernaxe. Ji ber ku kes dengbêjan guhdarî nake, wê neyê firotin.
Min lê guhdarî kir, xweş distrê lê ne Şakiro bû..
Bi sond û selewatan dixwaze bi min bide bawerkirin ku Şakiro ye, lê guhên min baş in, ne qabile ez du dengên ew qas cihêreng tevlîhev bikim.
Di dawiyê de me hev serwext kir ku ew jî Şakiro ye lê ne ew Şakiro ye, wekî Şakirê Biçûk tê naskirin..
Min zext da ser ku çap bike.
Pîştî demekî min pê da qebûlkirin. Wî jî ji ber zora min li ser bergê kasetê, navê min wekî derhênere kasetê da nivîsandin. Bûm yekem derhênerê muzîkê ku ne nota dizane ne jî dikare li amûrekê bixe.
Şakirê Biçûk hat, min ew bir Navenda Çanda Mezopotamya, him kilam pê da xwendin him jî hevpeyvîn pê re çêkir.
Ew kasêt wisa hate firotin ku li nav şirketên muzîkê de furyeya dengbêjan dest pê bike.
Deynê min ji kesî re tune!
Ez hîn jî li dû Şakiro bûm, Şakirê Mezin...
Min rêça wî lî Îzmîrê dît. Ji bo hevpeyvînê çûme Îzmîrê. Ji buroya rojnamê ya Îzmîrê Mehmeşah Yildiz jî bi min re hate mala wî.
Wekî her hunermendekî hunerxurt, ew jî ji hunera xwe, berî her tiştî ji dengê xwe bi bawer bû û ji ber jibîrbûnê jî dilşikestî.
Ji aliyekî ve dilşikestî, xeyidî bû û nedixwest hevpeyvînê bike, ji aliyê din ve jî, bi şêweyekî qurnaz, dixwest fêm bike ka wê tiştekî bigihê destê wî an na. Dema fêm kir ku ez pere nadimê, xwe sist kir, min zor dayê, tam nerm bû, li ber qebûlkirinê bû, hevalê me Mehmeşah li ser welat, gel û xwîna şehîdan dest bi ajîtasyoneke hişk û vala kir, Şakiro yekser got: "Deynê min ji kesî re tune! Miletê kurd li dengbêjên xwe xwedî dernakevin. Weyselekî tirkan hebû te wî bidîta dilê te lihev diket, te nikarîbû xwarin bixwî. Çawa lê xwedî derketin? Resoyekî me hebû, ji birçina mir!" Û rê girt…
Dîsa jî min ji bo rojeka din, soz jê girt…
Roja sozê wî hat, ez dîsa çûm Îzmîrê, jixwe me hev nedît.
Wî geh gote min ez nexweş im, geh got ez ê herim derveyî bajêr.
Dema min fêm kir ku îleh çavê wî li tiştekî ye, ez jî aciz bûm, min dev jê berda û ji bo dest vala venegerim, min çû karekî baş kir; bi Ayşe Şan re hevpeyvîn çêkir.
Dengbêj cardin bûn xwedî rûmet
Piştre xwedîyê Mazlum Plak çû Îzmîrê, mafê kasetên Şakiro bi erzanî kirî.
Dema kaseta wî ya yekemîn derçû, nivîsa bergê min nivîsand û li ser bergê bi gotina bavê xwe min wî wekî şahê dengbêjan bi nav kir û di nav gel de wekî şahê dengbêjan hat qebûlkirin.
Dengbêj bi lez cardin bûn xwedî rûmet..
Rewşencehşê navdar Muhsîn Kizilkaya li ser dengbêjan kitêb nivîsand lê nizanibû dengbêj kî ye, dengbêjî çî ye?
Dengbêjiyê wekî wejeya kurdî nirxandibû. Ev nêrîna şaş ji aliyê gelekan ve hate qebûlkirin. Dengbêj ne nivîskar in û ne hozan in… Dibe ku pênc kilamên Şakiro tunebin. Jixwe vegotina kilamên ku Şakiro distrê, bi piranî ji devê jinan bû.
Di vî hunerî de berî ‘bêj’ê deng tê, lê çi kirin? Dengê rakirin tenê bêjê nirxandin û wê jî şaş nirxandin. Dengbêj berî her tiştî, hosteyê dengê ne, ne yên gotinê ne..
Ha, di nav dengbêjan de hosteyê gotinê jî tune? Hene, bêguman hene…
Kî ne ew?
Ev bixwe jî mijara lêkolînekê ye.
Hinekan li ser dengbêjên jin nivîsandin. Lê mixabin ev jî bê bingeh e. Dengbêjiya jinan tune ye, tevî ku gelek kilam ji jinan hatibin wergirtin jî. Dengbêjî karekî profesyonel e û li gor civaka kurdan ne mimkûn bû ku jinan ev kar bikira. Pêncî sal berê, jinek rûne dîwana mêran û bistrê…
Dengbêjiya jinan ev çend sal in dest pê kiriye. Berî ku dengbêjiya jinan dest pê bike, dest bi nivîsandina dengbêjiya jinan hate kirin.
Em Kurd in divê cihêrengiyekê me hebe an na?!
10.08.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


