___Omer Gultekîn___
Ziman organîzmayeke zindî ye. Di ziman de dibe ku hin peyv bi demê re wateyên nû li xwe siwar bikin, hin peyy jî bi temamî ji holê rabin û winda bibin. Çawa ku li şûna hin peyvan, hin peyvên hemwate cih digirin; bi demê re dibe ku peyvek ji wateya xwe ya pêşî pir dûr bikeve û heta dibe ku di dijwateya xwe de bê bikaranîn. Eger ez ji bo vê mînakekê bidin; berî bi salan di serdaneke xwe ya Şamê de min dît ku gelê bajêr ji bo pesnê zilamên baş bidin, peyva “qebedayî” (resen: kabadayi) bi kar tînin. Ev peyv ji bo zilaman nîşaneyeke pesindayînê bû. Îcar gava mirov bala xwe dide vê peyvê, mirov dibîne ku ev peyv ji serdema Osmaniyan ve ketiye nava Erebiya Şamê. Wekî vê peyvê gelek peyvên din jî hene.
PEYVA ‘QEBEDAYÎTÎ’ YA BERÊ Û YA NIHA
Di salên 1520’an de gava Şamê tevlî rêveberiya Osmaniyan bû û şûn de, bû navendeke girîng ya paşetiyê û pêre gelek peyvên tirkî ketin nava zimanê bajêr jî. Wê serdemê “qebedayetî” wesfeke wisa bû ku mirovan rêz jê re digirt. Kesê qebedayî, kesekî wisa bû ku li gorî wî rêgezên wî yên namûsê hebûn û dernediket derveyî van rêgezan û di heman demê de kesekî şervan, bihêz, babaegîd û bêtirs bû.
Bi demê re di wateya navê “qebedayîtî”yê de guhertin çêbûn. Di nava salên dûr û dirêj de; di kevneşopiyan de, di rêk û pêkiya civakê de, di otorîteya navendî ya dewletê de guhertin çêbûn û bi vê re wesfên şexsî jî guherîn û navê qebedayîtiyê ji bo wan kesên ku destê xwe dadîtinin ser cihekî û wir bi zorê dikin yê xwe, hewl didin ku rêgezên xwe li ser her kesî ferz bikin û yên ku derdikevin derveyî gotina wan zordariyê li wan dikin, hat gotin.
Qebedayetî, bi taybetî veguherî ji bo kesên ku zordariyê li kesên din dikin. Peyva qebedayetiya ku êdî ji bo hin kesên ku karên diyar dikirin û bertîl ji xelkê qut dikirin, îcar di demeke nêz de ji bo kesên ku karê mafyayê dikin, hat dîtin û bi temamî veguherî nav an jî rengdêreke din. Îro roj eger ji kesekî re bê gotin “Ma tu qebedayî ye?” ev dibe ku bibe hinceta pevçûnê. Lê di Erebiya Şamê de ev peyv hîn jî di wateya xwe ya pêşî de tê bikaranîn. Ji ber pêvajoyên guhertinê yên cuda yên erebî û tirkî, vê peyvê di erebî de wateya xwe ya resen parastiye.
PEYVA ‘JI AŞ Û BAJAR’
Hin nav û rengdêrên zimanekî di nava xwe de, ji erêniyê ber bi neyêniyê ve û heta carinan jî guhertineke berevajî vê çêdibe. Berê gotina “ji aş û bajar” wekî tiştekî pûç û vala an jî ji bo diyarkirina mijarên ne girîng dihat bikaranîn. Lê belê di serdema me de ku êdî pirsgirêkên kişwerên gerdûnî tên nîqaşkirin, axftina “ji aş û bajar” wateyeke herî girîng heta ya jiyanî di xwe de dihewîne êdî. Ev veguherî mijara platformên herî cîdî. Ji ber ku pêşketina ziman; ji guhertinên civakî, siyasî û çandî û heta yên dinyayî ne bi serê xwe tenê ne. Ziman pergaleke organîk e ku carina di bin bandora van guhertinan de dimîne û carina jî bandorê li van guhertinan dike. Peyva “reqabet”ê jî ku di tirkî de tê bikaranîn, hem bi guhertinên civakê û hem bi yên dinyayê re wateya wê guherî û bû peyveke mînak di vî warî de.
PEYVA ‘REQABET’Ê
Peyva “reqabet”ê di ferhenga me ya îro de wekî “pêşbirka di nava kes an jî saziyên ku heman karî dikin de ji bo ku xwe bigihînin asteke hîn baştir û encameke hîn baştir bi dest bixin” tê pênasekirin. Bi wateyeke berfireh reqabet, hemû çalakiyên pêşbirkekê ne ku dixwazin hev têk bibin û li hemberî raqîbên xwe bi ser bikevin. Ev peyv di qadên karsazî, aborî, derdornasî, spor û şaxên hunerê de jî pir tê bikaranîn. Wekî ku di pênaseyê de jî tê dîtin; peyva reqabetê di tirkî de, di qadeke fireh de tê bikaranîn. Peyva reqabetê ku ji erebî (raḳāba(t) رَقابةَ) hatiye stendin, di zimanê resen de tê wateya çavdêrî an jî kontrolkirinê. Ev peyva ku di îngîlîzî de “competition” e, di tirkî de ji lêkera “raḳaba رَقَبَ”yê hatiye çêkirin. Peyva “reqîb” (raḳīb رَقيب) jî ji koka vê lêkerê hatiye çêkirin. Peyva “reqîb” ku wateya wê di îngîlîzî de “rival” e, çawa ku di tirkî de ji bo kesan tê bikaranîn, ji bo şîrket, bajar û tiştên ku reqabet di nava wan de heye jî tê bikaranîn.
Îcar di îngîlîzî de rewş ji vê hinekî cuda ye û ji bo rewşên cuda peyvên cuda tên bikaranîn (rival, opponent, competitor, challenger û hwd.) Di erebî de wateya çavderiyê, di wateya parastinê de ye. Ji bo em baştir bînin ziman em dikarin bibêjin ku ev wate di îngîlîzî de tê wateya peyvên “supervision, care, observation”ê. Ji ber ku di tirkiya îro de, di wateya “rivalry competiton”ê de, di erebî de peyveke cuda tê bikaranîn. Naxwe wisa be sedema vê guhertina di tirkî de çi ye? Peyva “reqabet”ê ku wateya wê ya resen tê wateya çavdêrî, parastin, lênêrînê, îro roj çima di wateyeke pir cuda de heta di dijwateyê de tê bikaranîn? Em sedema vê nikarin ji geşedanên dîrokî qut bikin û lê bifikirin.
DI SERDEMA OSMANÎ DE GUHERÎNA PEYVAN
Di nava sedsalên XV-XVIIIan de, Dewleta Osmaniyan ya ku serdemeke mezin ya aborî dibihurand, di nava van sedsalan de polîtîkaya xwe ya aboriyê ne tenê li ser hewldana kontrolkirina rêyên bazirganiyê yên girîng ava kiribû, di heman demê de xwedî hewleke parastin û xwedîderketina li ser esnafên bajêr û zeneatkarên (pîşesazî) ku hilberînên biçûk jî dikirin. Wekî kirinên pergala loncayan a li Ewropayê, di nava pergala Osmaniyan de jî pergala ahîlîkê û piştre loncayên ku rasterast hatin avakirin yên wekî şêwaza ewropiyan, li ser bingehên hevpar û piştgiriya li ser biratiyê hatibûn avakirin. Bi vê yekê re, pêvajoyên hilberîn, avakirin û esnaftiyê jî ji bo wan girîng bûn, bi gotineke din ew di asteke mezin de bi bazirganiyê re têkildar bûn û her çiqasî endamên xwe diparastin jî, di rastiyê de wan dixwest ku endamên wan bi rêxistinê ve girêdayî bimînin. Her endam mecbûr bû sond bixwe ku ew ê peywirên xwe bi cih bîne û eger hewce bike dê alîkariya birayên xwe bike. Loncayên esnaf û zeneatkaran, di Serdema Navîn de ji sedsala 12’yan û heta sedsala 18’an, wekî rêxistinên bajarî hebûna xwe berdewam kirine.
ŞOREŞA SANAYİYÊ
Sedsala 19’an, ji ber faktorên wekî zêdebûna hilberînê, geşedanên teknolojîk û wesayîtên veguhestinê yên bilez ku Şoreşa Sanayiyê rê li ber wan vekiribû, bû pêvajoyeke wisa ku neteweyên dinyayê têkiliyên xwe yên aborî yên bi hev re bigihînin astên herî bilind. Îcar ji nîvê sedsala 19’an û şûn de, bi çêkirina keştiyên bi hilm (buhar) re ku rêyên bazirganiyê kin kirin û bi vê re derbeke mezin li rêyên kerwanan xistin ku di bazirganiya Asya-Ewropayê de ya ku di nava axa Osmaniyan re derbas dibû û Osmanî di warê bazirganiyê de ne tenê kete nav rewşeke sist û bêkar, di heman demê de gav bi gav ket ser wê rêyê ku bibe mişteriyekî baş ê dewletên mezin ên ku Şoreşa Sanayiyê temam kiribûn.
Îcar berî her tiştî, peymanên bazirganiyê yên sedsala 19’an, binyada aborî ya kevneşopî ya çandiniya Osmaniyan ya ku tenê ji bo debarkirinê bû, hilweşandibû. Nîzama aborî ya Osmaniyan di destê sermayeya biyanî de bibû bazirganiyeke pereyan, nîşandanên bazarên wê û daxwazên piyaseyê rasyonalîteya aborî di nava civakê de kiribû serdest û aboriya Osmaniyan a kevneşopî û girtî, ji bazara derve re vekiribû. Ji aliyê din ve, ber bi yekbûn û yekîtiya aborî ve pêngaveke girîng ava kiribû. Dewleta Osmaniyan di vê pêvajoyê de, ji aliyekî ve li dijî hilweşînên di binyada xwe ya kevneşopî de hewl dida nirxên nû derxîne holê û ji aliyê din ve jî di nava hewldanên guherînê de bû. Lê belê axa Osmaniyan veguherî bazareke vekirî û bi pergala kapîtalîst a ku her diçû geş dibû re dibû bengiyê vê pergalê.
Ev geşedanên ku di nav pêvajoya dîrokî de pêk hatin, ne tenê di polîtîkaya aborî de, di heman demê de di her qada jiyana civakî û çandî de jî bûn sedema guherînên mezin. Guherînên ramanî (ji aliyê semantîkê ve) yên hin peyvên ku di ezmanê zimanî de jî pêk hatin, bi girêdana sedemên vê pêvajoya dîrokî re ava bûne.
Ew pêşbaziya ku di navbera esnaf û zeneatkaran de domiya û vê pêvajoyê gengaz dike, xwedîderketin û biratiyê diparêze û li ser bingeha xemxwarî û reqabetê (care, observation) bû ku pêşbaziya polîtîkaya aborî ya dewletê ya ku li ser hîmê çavdêrî û kontrolê (supervision) ava bûbû, îcar cihê xwe ji pêşbaziya kapîtalîzmê (rivalry, competition) re hişt, ya ku tê de iştaha pereyan û daxwaza qezencê derdiket pêş û nirxên kesayetî û têgihîştina “kaptanê ku keştiya xwe xilas bike” serdest dibû.


