Diyarname
Romana Cîhana Sofî ku li dinyayê navdar e û bûye wekî klasîkekê niha ji bo kurdî hate wergerandin û weşandin.
Romana Cîhana Sofî a nivîskar Jostein Gaarder ji aliyê Ahmet Gegez ve hatiye wergerandin û pirtûk ji Weşanên Do derket.
"Cîhana Sofî" romaneke li ser dîroka felsefeyê ye û heta niha li gelek zimanan hatiye wergerandin; di her zimanî de jî di nav lîsteya pirtûkên ku gelek têne firotin cihê xwe girtiye. Pirtûk niha bi kurdî derket pêşberî xwendevanan.
Di romanê de lehenga romanê Sofî amadekarî dike ku rojbûna xwe ya 15'an pîroz bike. Rojekê di postedankê de têbiniyeke dibîne ku tê de nivîsiye "Tu kî yî?".
Jostein Gaarder bi vê pirsê dest pê dike; pirsên ku di dîroka felsefeyê de hatine pirsîn tevî bersivên wan, bi zimanê romanê pêşkêş dike.
Roman heta niha ji bo li dor 40 zimanî hatiye wergerandin.
Cîhana Sofî / Jostein Gaarder / Werger: Ahmet Gegez / Weşanên Do / 542 rûpel


