Diyarname
Pirtûka nû ya nivîskar Faîk Ocal bi navê “Çîrokên Axa Min” derket. Pirtûk ji Weşanên Sîtavê derketiye ji 60 çîrokî pêk tê.
Faîk Ocal ji Semsûrê ye û di çîrokên xwe de jî xwendevanên xwe dibe herêma xwe, bi vî awayî cih bi cih wan deran dide nasîn.
Bi saya çîrokan xwendevan çand û kelepora eşîra Kosan dinasin û diçin Çiyayê Spî. Di sê çîrokan de navê Çiyayê Spî derbas dibe: “Xweziyên Çiyayê Sipî”, Rêwiyê Çiyayê Spî”, “Hevalê Çiyayê Spî”. Xwendevan bi van zazonanên Semsûrê jî dinase. Li aliyê din çîrokên wekî “Giloka Feret”, “Pîj”, “Kirkît”, “Teşirêse” derheqê çanda Semsûrê re fikrekê dide xwendevan.
Ocal li deşta Semsûrê û li Çiyayê Spî çi dîtiye, çi jiyaye; ew wekî kurteçîrok nivîsandine û pêşkêş kirine. Di her çîrokekê de bîranîn û êşekê çîrokbêjî heye.
Her wiha nivîskar Ocalî çîrok li gor devoka Semsûrê honandine û kurmanciya wir xwe nîşan daye.
“Dara Bipaç”, “Kewên Xalê Min”, “Konê Memê Senê”, “Dara Tûreşkê”, “Kewên Memçolê”, “Dara Biyê”, “Kevirê Zarokatiyê”, “Eskerê Berê”, “Holikên Hundirîn”, “Dîwarê Te”, “Xortê Bîstsalî” hin çîrokên di pirtûkê de ne.
Faîk Ocal kî ye?
Nivîskar Faîk Ocal di sala 1978’an de li Besniya Semsûrê hatiye dinê. Sala 2000’î ji Zanîngeha Cumhuriyet Beşa Sosyolojî mezûn bûye. Di sala 2004’an de li ser “Di romanên Franz Kafka de Têkiliya Dewlet û Şexs” teza lîsansa bilind temam kiriye.
Heta niha pirtûkên wî bi kurdî û tirkî derketine. Ew ji bo hin weşanan bi kurdî û tirkî jî nivîsan dinivîse. Heta niha hin nivîsên wî di Diyarnameyê de jî derketine.
Pirtûkên wî yên bi kurdî yên derketine ev in:
- 101 Romanên Kurdî Cilt 1: Weşanên Sîtav, 2022
- 101 Romanên Kurdî Cilt 2: Weşanên Sîtav, 2024
- 101 Çîrokên Kurdî: Weşanên Sîtav, 2024
- Asmîn: Weşanên Sîtav, 2025
- 4 Bajar 45 Çîrok: Weşanên Sîtav, 2026
- Çîrokên Axa Min: Weşanên Sîtav, 2026
Pirtûkên wî yên bi tirkî yên derketine ev in:
- Yitik Anılar Şehri: Erguvan Yayinevi, 2008.
- Aziz ve Aciz Emanetçi: Erguvan Yayinevi, 2008.
- Dort Mevsim Beş Vakit Huzun: Roza Yayinevi, 2012.
- Uzaktaki: Az Kitap, 2021.
- Beyaz Huzun: Az Kitap, 2022.
- Yeni Bir Aydinlanma Felsefesi: Zilan Akademi, 2023
- Deprem Gunlugu: KDY, 2023.
- Alacakaranlik Filozofu Nietzsche: Zilan Akademi, 2024.
- Hizran: Az Kitap, 2025.
- Kafka’nin Eserlerinde Devlet ve Birey İlişkisi: Zilan Akademi, 2025.
- Manuşag-Misak Manuşyan’in Kayip Kizkardeşi: Tamara Yayınevi, 2025.
- Silinmek: Tamara Yayinevi, 2026.
- İnsan Ozgurleştikçe İnsandir-Rudaw Yazıları-1: Tamara Yayınevi, 2026.
- Lacan’ın Aynası: Arkaik Kitap, 2026.
- 15 Felsefî Kitap 15 Felsefî Roman: Jînda Yayinlari, 2026.


