___Dilyar Amûdî___
Piştî bêtirî 70 dehsalan ji mirina Alan Turingî, matematîkzan, bavê komputerzaniyê ku bingeha teorîk a Hişê Çêkirî danîbû, destnivîseke wî hat transkrîptkirin.
Ev transkrîpt aliyekî nû yê Turingî derxist holê ku heta niha nedihat zanîn. Turing ji aliyê hinekan ve wisa tê nasîn ku ew ji kesên sereke bû ku di Şerê Cîhanê yê Duyem de şîfreya Enigma ya Naziyan şikand. Her wiha ji aliyê hinekên din ve ji filmê “The Imitation Game” tê nasîn ku Benedict Cumberbatch tê de rola Turingî dilîst.
Ew destnivîs çîrokeke bi navê “Pryce’s Buoy” e. Çîrok oto-honak (autofictional) e anku karakter bi awayekî ne rasterast Turing bixwe ye.
Heta niha destnivîsa Turingî zehmet bû ku bê xwendin, lê profesorê wêjeya îngilîzî li Zanîngeha Cambridge, Sarah Dillon, kariye destnivîsa Turingî bixwîne û ji nû ve binivîse.
Çîroka ku ji nêzîkî hezar peyvan (şeş rûpelan) pêk tê, bi dawî nebûye. Ew bi hevoka "Ron wouldn't." (Ron dê nekira) bi dawî dibe.
Li gorî Dillon, ev çîrok aliyekî wisa yê Turingî nîşan dide ku heta niha nehatiye zanîn û îmaja wî ya heyî jî diguherîne.
Heta niha Turing wisa dihat nasîn ku bilîmet an dahiyekî bi tenê bû. Lê Dillon dibêje ku Turing ne tenê zana û mirovê hejmaran bû, lê her wiha mirovekî henekçî, afirîner, wêjehez û kesek bû ku bi nasnameya xwe ya homoseksuel jî serbilind bû.
Ew wisa dibêje: “Ew êdî wisa dihat nasîn wekî ku haya wî ji civakê tune bû, tenê bi mentiq û hejmaran ve mijûl û û pir bi tenê bû. Çîroka wî ya kurt mirovekî pir cuda eşkere dike: bi kêf, henekçî, bê şerm, wêjevan, û kesek ku bi rastî ji seksê hez dikir."
Di çîrokê de du karakterên sereke hene: Ron Miller, xebatkarekî seksê, Alec Pryce, zanistvanekî homoseksuel e ku bi îcadeke xwe navdar bûye. Dillon bawer dike ku karakterê Alec Pryce bi awayekî zelal Turing xwe temsîl dike. Çîrok li ser bûyerên jiyana wî hatiye avakirin.
Turing di sala 1952'yan de ji ber homoseksuelbûna xwe hate dadgehkirin, ji ber di wê demê de homoseksuelîtî li Brîtanyayê sûc bû.
Ew bi tawana ‘bêexlaqiya giran’ hat sizakirin. Li şûna zindanê ew bi "kastrasyona kîmyewî" hat sizakirin. Ew bi hormonan (estrojen) hat xesandin. Her wiha destûra wî ya kar di projeyên nepenî yên hikumetê de jî jê hat kişandin
7'ê Hezîrana 1954'an, Turing hîn 41 salî bû ji ber jehra siyanîdê mir. Di wê demê de mirina wî wekî xwekuştin hate tomarkirin.
Rola wî ya girîng di şikandina şîfreyên Naziyan de heta piştî mirina wî jî nedihat zanîn û bo demeke dirêj wisa ma. Wî di têkbirina Naziyan de rolekî bingehîn lîst û piştî şer jî bingehên komputerzaniya nûjen danîn û her wiha wekî pêşbînê Hişê Çêkirî (HÇ) tê nasin.
Wî gotareke bi navê “Computing Machinery and Intelligence” weşand û tê de pirsa “Gelo makîne dikarin bifikirin?” kir.
Brîtanyayê heta sala 1967'an jî ‘homoseksuelîtî” wekî tawan dihesiband.
Di sala 2009'an de, hikumeta Brîtanyayê bi fermî lêborîn xwest ji ber awayê ku wan pê Turing miamele kiribû. Serokwezîrê wê demê Gordon Brown ew miamele "ecêb xerab" û "neheq" bi nav kir.
Di sala 2013'an de, Şahbanû Elizabeth II'yan fermana lêborîna wî derxist. Dûre jî yasayek bi navê Qanûna Tûring (Turing's Law) hate pejirandin. Li gorî wê qanûnê, bi hezaran mêrên homoseksuel ên ku berê li gorî yasayên kevn hatibûn mehkûmkirin, qeyda wan piştî mirina wan jî dê bi fermî werin ‘paqijkirin’.
Ev çîroka nîvco ne tenê keşfekî wêjeyî ye, lê her wiha wêneyekî rastir ê Alan Turingî derdixe. Ew nîşan dide ku yek ji mezintirîn zanistvanên sedsala bîstan ne tenê matematîkzan û kodşikînê şerî bû, lê mirovekî henekçî, afirîner û nivîskar jî bû ku di şertên zor û cudaxwaziyê de hewl da dengê xwe bi wêjeyê derxîne.


