Diyarname
Malpera fermî ya YNK’ê Pukmediayê ragihand ku Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Kalabanî çûye Rojava û ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî civiya ye.
Li gorî nûçeyê, Talebanî tekezî li ser wê yekê kiriye ku YNK ligel wan e bi awayekî aştiyane pirsgirêkan çareser bikin û gotiye “Em ê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku diyalog bibe bingeha çareseriya pirsgirêkan û derbaskirina rewşê.”
Li gor PUKMEDIA’yê, Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê Wehab Helebceyî jî di civînê de amade beye û rewşa siyasî ya rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê û pêşhateyên siyasî yên girêdayî wê hatin gotûbej kirin. Di hevdîtinê de li ser pirsgirêka kurd hat axaftin û tekezî li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û berdewamiya hemahengiya leşkerî ji bo têkoşîna li dijî terorê hat kirin.
Hatiye gotin ku Serokê YNK’ê Talabanî dê ligel hin rayedarên siyasî û leşkerî yên din jî hevdîtinan bike.
Heta niha ji Serokên Partiyên Başûr kesek neçûbû Rojava û ligel Ebdî hevdîtin çênekiribû. Ev gav wekî gavek balkêş hat nirxandin.


