logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye
  2. Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da
  3. Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye
  4. Hûmara newî ay "Bajar"î veciya
  5. Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir

Kadir Stêra

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kadir Stêra

Kadir Stêra

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Dîrok: 26/07/2026

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Gava mirov wateyê nede jiyanê tu tehma wê namîne; lê evîn?

Gelo evîn, bi wateyê li ser lîngan dimîne? Nizanim; lê dixwazim li bersiva vê pirsê bigerim. Ez dibêjim, gava mirov wateyê dide evînê xwe winda dike. Ji ber ku min berê pir wate dida evînê êdî bêhtir fêm dikim wateya zêde nebaş e. Lê evîn bi çi wate dibe?
Berî çend salan bi dilekî evîndar, na, bi dilekî birîndar min berî dabû Mêrsînê. Piştî çend rojan helbestvan Şervan Azad li min geriya bû. Me li cafeyekê hev dîtibû, ji min fêm kiribû bê hişê min li ku bû. Çayê, sohbeta wêjeyê, nîqaşên li ser rojevê... Bêhna min dernediket, em rabûbûn ser xwe, hevalek din jî li cem me bû. Hinekî bi wesayîsa Şervan em her sê geribûn, em çûbûn ber behre, li wir min û helbestvanê me çend bîra vexwaribûn, paşê me xwe li mekanek muzîkê dîtibû. Li ber me eraq, min digot:

ÇÎROKA LEŞKEREKÎ ERAQVEXWAR
- Şivaneke ji gundê me çûbû leşkeriyê, li wir cara pêşî çav eraqê dikeve, jê werê ku dew e. Hema li derdora xwe dinêre ku serfermandar ne li wir e wê eraqê bi ser qirikê dadike.  Zîz dibe, dinya li dora wî dizîvire.
Em keniyabûn; lê kenê êşa min nedikuşt, vexwarin jî bi kêr nehatibû. Piştî çend qedehan min xwe winda kiribû, ew êşa xeyaleke nîvco bû. Ber rabûnê jinikek hatibû ber maseya me, gotinek ji min re gotibû:
- Tu pir wateyê dide wê.
Cardin ew peyva wateyê hatibû bûbû neynika min. Min ji xwe re digot, “Çima ew qasî wate?” 
Şervan û hevalê din çi qasî gotibûn haydê êdî bû dereng em biçin; lê ligel wê serxweşiya xwe jî ez ranebûbûm. Wan hesabê maseyê dabûn û xatir ji min xwestibûn. Bi ser wê eraqê, bîra, tekîla... Min mala xwe xerakiribû û gava ew mekan hatibû girtin, min xwe avêtibû ber behrê, min dikir qêrîn, piştî çend deqeyan polîs hatibûn, ji min re digotin, “biçe mala xwe;” lê min çavên xwe li cafeyê vekiribû. Çawa rabûbûm ser xwe, min dît ku telefona min lê dixe. Xweha min:
- Tu doh şeva din çima nehatî malê? 
- Ez li mala hevalekî xwe bûm.
Lê min dizanî bê wate ye, çi bi serê min anîbû. Wateyê cardin bi xwe re êş anîbû; dîsa jî min dabû dû wateyê? 

AZADIYA WELAT TÊ LÊ NIZANIM BIXWÎNIM
Erê ev mijara wateyê şevê din kete bîra min. Ez diçûm lîseyê, birayê min gava ji navendê dihat gund bi xwe re Azadiya Welat jî dianî. Min nedizanî bixwînim jî lê min xwe li xwendinê dikir, belê, zimanê min bû; lê min nikaribû bixwenda. Ev pir li zora min diçû û ligel vê bûyerê Azadiya Welat dibistana yekem a zarokatiya min bû û gava desthilatdaran ew girtibû jî pir li zora min çûbû. Gava ku cardin Azadiya Welat li me vegeriya pir kêfa min hat û îro ro ez li wir qûnciknivîsan dinivîsim. Min pir wate da vê bûyerê û li ser difikirim. Diviyabû min li ser binivîsanda. Cardin wate û hey wate. 

RÊZEFÎLMÊ ‘GULBEYAZ’Ê
Hetanî sibehê min li rêzefîlmekî nêrî, aniha jî ber destê sibehê ye. Xewa min jî tê. Di nîvê vê nivîsê de me. Nizanim ez ê vê nivîsê temam bikim an na? Heger xew zora min nebe ez ê temam bikim; lê ji nişke ve replîkeke ji rêzefîlmê ku min lê nêrî hat bîra min. Min di şevekê de li deh beşan nêrî. Lê ne wekî cara pêşî, vê carê min di hişê xwe de li ser her replikê nirxandin dikir. Rêzefîlmê (Gulbeyaz) nehişt ez razêm û bû sebeba ku ez rahêjim pênûsê û vê nivîsê binivîsim. Rastiya me mirovan li nav çavên me dixe. Li wir dilê du lîstikvanên sereke Kadîr û Gulbeyaz li ser zarokên kolanan dişewitî. Replikên li ser evînê, şerê di navbera du malbatan de û hwd.
Ev rêzefîlm cardin bû sebeb ku ez li ser jiyana xwe bifikirim. Piştî ji girtîhê derketibûm bi heft salan qedexeya min a derveyî Tirkiyê rabûbû, ji ber ku doza min hê jî didomiya min mirina xwe dabû ber çavên xwe û ketibûm ser rêya qaçax. Min pir li ber xwe da, helbet wê ev serpêhatiyên min ên nêzî sê salan cihê xwe di nav berhemên min ê pêşerojê de bigirta; jixwe min romanek vê penaberiyê  nivîsand û Weşanên Bêjingê çap kiribû. Erê, min xwestibû jiyaneke ji xwe re li vir ava bikim; binivîsim, bixwînim; lê nebû. Piştî wan salên min ê zahmetiyê cardin red dane min. Min parêzer jî girt û îtîraza xwe jî kir; lê nizanim çima li vir çerxa min nedizivirî; jixwe êdî taqeta min jî nemaye ku ez li ber xwe bidim. Xeyalên min ên li vir û fikra vegera welêt...
Min digot, “Eez ê hînî zimanê almanî bibim û berhemên Franz Kafka bi almanî bixwînim.” Min digot, “Ez ê bi zimanê almanî berheman binivîsim.” 
Min digot, “Heger rûniştina min bê ez ê berê xwe bidime Praga Franz Kafka.” 
Na heyran na, tu xeyal ji vegera welêt ne pîroztir e. Heger rojekê  ez vegerim vir helbet ez ê  biçim Pragê, heger ez tam hînî zimanê almanî bibim ez ê Kafka bi almanî bixwînim; lê nivîsandina bi zimanê almanî, çîrok, na. Hetanî dinya hebe ez ê bi zimanê xwe binivîsim. Ne li ser almanî jî hin mirovên me digotin, “Çima tu bi tirkî nanivîse, tê bêhtir bê naskirin.” Na heyran bila tirk hînî zimanê dayika min bibin, bila alman hînî zimanê min bibin. Jixwe min ji ber zimanê xwe têra xwe ji hêla faşîstan bi têra xwe lêdan xwariye, ji qewlê bavê min, “ez serê we neêşînim” û cardin li wateyê vegerim. Min navber dabû nivîsê  û çûbûm ji xwe re qewheyekê çêbikim. Gava min li şaneşînê qehweya xwe vexwar ev beş hate bîra min:
"Piça xewê bi çavê min neket, belkî piştî ew qas rojan ji bînê bîrê derketim. Lê bîr çi bû? Ew lêgerîna xwe dîtinê bû. De ka bêjin, çima em ew qasî wateyê didin wateyê? Qey em bê wate nikarin bijîn?” 

SER GORA DÊ Û BAV; Û HESABÊ SÛKÊ Û MALÊ
Min qehweya xwe vexwar û li odeya xwe vegeriyam. Hetanî vê derê nivîsa xwe min muzîk venekiribû, lê min xwest muzîka Ferfecîr vekim, li ber paceyê me tava li ezmên pir xweş e. Dibêjim hela bê wê ev nivîs çawa biqede? 
Berdewam dikim. Berî mirina xwe bidim ber çavên xwe û berî bidim rêya qaçaxî min berî dabû ser gora dê û bavê xwe: "Ez ê rojekê vegerim; lê ne tenê. Ez, bûka we û neviyên we…" 
Lê wê hesabê malê û sûkê li hev derneketa. Çima wê derkeve? Em bêjin evîn ne mîna evînên berêne. Bêvila te cardin naşewite û tu wateyê cardin dide evînê, tu wateyê dide zewacê; lê di şert û mercên penaberiyê de zewac jî ne hêsan e tewlê ku rûniştina te tune be.
Gelek kesan digot: "Yeka rûniştina wê hebe  ji xwe re bibîne û bizewice."
Berî çend mehan ev fikir hate min jî; lê ji wê fikrê dûr ketim. Lê mixabin gelek kes ji mecbûrî be jî ji bo rûniştinê dizewicin; lê ew jî teşqele ye. Werhasil êdî fikra vegerê bi min xweştir dihat. Di jiyana min de çi bibe, bila li welatê min bê serê min ji vê penaberiya ku "BAMF" henekê xwe bi me dike çêtir e. Erê çi bibe jî ez ê vegerim; lê a xweş ev e; piştî aştiyek mayînde an bi rastî jî em kurd heqê xwe bistînin bi a min kesê ku xwe welatperest dibînin guh bidin gotina Rêberên xwe û li welatê xwe vegerin. Te dît belkî digot: "Vegerin xizmetê ji gelê xwe re bikin." Erê, ez ji mijara wateyê hatim vir. Belkî kesên venegerin jî li gorî xwe mafdar bin, ji xwe jiyaneke li vir avakirin; lê mirov carekê tê vê dine, bila ew jiyan jî li ser axa wan be. 

QEBÛLKIRINA MIRINA DÊ Û BAV
Êdî dixwazim saet berî saetê vegerim. Jixwe ji pêvajoya Aştî û Demokrasiyê bidome jî nedome jî ez ê vegerim. Min mala xwe li vir ava nekir, ez ê li mala bav û dayika xwe vegerim. Hema qet nebe carê ez ê biçim ser gora wan. Ew jî wateyek e. Min li vir hin hevalên siyasî naskirin. Ê ku dema hatine li Ewropayê bûne penaber û li welêt an bavê wan mirine an dayika wan mirine û neçûbin ser gora wan, cara dawî wan nedîtibin hîn jî mirina wan qebûl nekirine. Hetanî venegerin û neçin ser gorên wan tu carî bawer nakin.
Mirov qala teşqeleyên penaberiyê çi qasî bike jî xelas nabe; lê gelek kes jî dibêjin em biçin Ewropayê em ê dewlemend bibin, ew qas pere li xwe didin; gelek wesayitên xwe difiroşin, xaniyên xwe difiroşin û berê xwe didin rêya mirinê; lê dibînin ku dengê dawilê ji dûr ve xweş tê. Hema poşman dibin û li qûn rûdinen; gelek ji wan li welêt vedigerin. Erê, vê penaberiyê jî gelek tişt hînî min kirin; lê piştî vê saetê ez ê vegerim nav zarokên welatê xwe. Em ê bi hev wekî berê helbestan bixwînin, çîrokan bixwînin. Êdî wateya jiyana vir ji bo min nema, jixwe gava wate ji holê radibe, êş jî wekî berê namîne. Lê ez ji xwe re nahewim, dixwazim cardin bibim evîndar û wateyê bidime evîna xwe. Dizanim gava wateyê bidime wê, ez ê cardin xwe winda bikim, bi windakirina xwe ez ê wê jî winda bikim. Lê belkî êdî nema windakirinê bixwazim û nema wateyê bidim evînê jî. Bo xwe winda nekim bo wê winda nekim. 

NASKIRINA HEVALEKÎ MIHEMED ŞÊXO
Dikim nakim xewa min nayê. Hetanî vê mijara wateyê di hişê xwe de safî nekim jî ez dibêm xewa min nayê. Min wate pir dida xeyalên xwe û rastî dihatin ew xeyal ji min distendin. Erê min dawiya dawî ev fêm kir, divê, di navbera xeyal û rastiyê de hevsengiyek hebe. Divê mirov di nava wan xeyalan de winda nebe. Ez serê we neêşînim li vê penaberiyê min kêf jî dît û êş jî dît. Min gelek mirovên nû naskirin. Bi zarokan re rûniştim, bi extiyaran re rûniştim. 
Wê ev biranîn her dem di bîra min de bimîne. Rojekê li cem mirovên xwe yên Rojava bûm. Yekî ji wan hevalê Mihemed Şêxo yê pir nêz bû. Hema min digot: "Ka qala biranîn xwe û Mihemed Şêxo veke." Aniha jî vê kêliyê, bêxew li stranên Bavê Felek guhdarî dikim û dibêjim:  "Ev felek e, tu îro heyî sibê tune yî wê çaxê çima ev qas wate? " 

GOTINA ALBERT CAMUS
Gelek nivîskaran li ser wateyê gotinên xwe gotine. Lê bi a min gotinên Albert Camus balkêş in. Li ser wateyê Camus çi dibêje? Meseleya wateyê tîne ser mijara Sîsîfos. Ew dibêje: "Her çiqasî Sîsîfos di nava tevgereke bêwate de be jî, divê mirov  wekî keseke bextewar qala wî bike."
Çima vê gotinê dibêje? Ji ber ku êdî Sîsîfos nema wateyê li derve digere. Êdî felaka xwe an em bêjin bi dilê xwe bextê xwe dijî, xwe teslîmî qedera xwe kiriye, ji ber vê edî ew azad e. Wê çaxê divê em wateyê li derve negerin, em di xwe de li wateyê bigerin. Em wateyê nedin objeyan. Em bibin objeya jiyana xwe, belkî bêhtir em rêya xwe bibinin, belkî bêhtir em bextewar bijîn.

EVÎNA RASTÎN A MIHEMED ŞÊXO Û NESRÎNA WÎ
De ka hey ku hê jî li Mihemed Şêxo guhdarî dikim, em vê nivîsê jî bi wî re xelas bikin. Hingê jê hez dikim demekê hindik mabû min xwe li sînor bixista û ez biçûma ser gora wî. Min wate dida wê çûyînê; lê neçûbûm. Dinya dizîvire, belkî rojekê biçim ser gora wî, ji xeyala çûyîna min a Pragê xweştir e ev xeyal. Lê ez ê aniha ji we re qala biranînên hevalekî Mihemed Şêxo bikim. Ev hevalê wî li Hannovera Almanyayê ye. Gava Mihemed Şêxo dibe nexweşxaneyê û paşê wî tînin malê Mihemed Şêxo jê re dibêje: "Ka were rûnê bila Ca (dayika Felek) çayekê ji me re çeke”, lê ew dibêje: "Divê aniha biçim malê." Çawa vedigere malê piştî du saetan agahiya mirina Bavê Felek jê re tê. Pir li ber mirina wî diket û berdewam dikir. Tişteke balkêş a din qalkirina evîna wî û Nesrîna wî bû. Li gorî ji min re qal kir, "Piştî Mihemed Şêxo diçe Rojhilatê Kurdistanê li wir mamostetiyê dike. Hevala  wî Nesrîn berî ku wî bibîne wî di xewna xwe de dibîne, paşê dest bi perwerdeya muzîkê dike. Dibîne ku ew zilamê di xewna wê de mamoasteyê wê ye." 

Wê rojê hînbûbûm ku min ew qasî wate dida dengê Mihemed Şêxo; lê min li ser wî zêde lêkolîn nekiribû.
Li vê dinya gewrik, min hişê xwe  tevlîhev kir. Cardin ji aş û baş çûm. Jixwe nivîsandin jî çûyîna ji aş û baş e. Mîna ku Rênas Jiyan di helbesta xwe de wateyê dide Janya û paşê dibêje: " Fermo Janya êdî tu dikarî xwe bikujîe."
Ez jî bêjim: "Fermo wate, êdî tu dikarî xwe bikujî. Fermo xeyalên min, êdî hûn dikarin xwe bikujin. Fermo jiyana min a li Almanyayê, edî tu dikarî xwe bikujî. Fermo penaberî, tu xwe nekujî jî bi cehnema te."
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Zilamê Qalik 

  • 14 Berfanbar 2024

Ji bo guhdarîkirinê:   Zilamê Qalik hat û got: -  Ka min analîz bike. Min got: - De here lo. Got: - Ez naçim.  Wey law, ev çibû bela serê min. Ezê çima te analîz bikim, hişê te jî heye tu xwe...

Nivîsên Kadîr Stêra ên ku di beşa SERBEST de hatibûn weşandin

  • 10 Pûşper 2024

  Nivîsên Kadîr Stêra yên ku berê di Diyarnameyê de di beşa SERBEST de hatibûn weşandin: - Qulingê Berî Li Mêrdînê  - Nivîsek derengmayî an jî tam di wextê xwe de - Çîroka...

Di gerdûna min de 'Bîr' a Nûdem Hezex

  • 14 Sermawez 2024

Ji bo guhdarîkirinê: Her mirovek,  xwediyê bîra xwe ye û pirî caran di wê bîrê de li xwe digere, di wê bîrê de winda dibe. Carinan xwe dibîne, carinan têk diçe. Bîra mirov dibe labîrentek û her timî li...

Hemû Nivîsen Kadir Stêra

Kadir Stêra kî ye?

Kadîr Stêra di sala 1989'an de li gundê Qesra Qelendera yê girêdayî Mêrdînê hatiye dinyayê.
Wî, dibistana seretayî li gund, lîse li navenda Mêrdînê xwendiye. Stêra li Zaningeha Mêrsînê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedandandiye û ji zû de ye bi nivîs û helbestê re eleqedar e.
Heta niha pirtûkek wî bi navê "Hespê Şeytên" ji Weşanên Aryenê derketiye. Aniha ew jî wekî gelek nivîskarên kurd penaber e.

Youtube Me

diyarname podcast festival3 4 #diyarname #deng

news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Nûçegîhan Delîla Egîd tê dermankirin

ad

Enstîtuya Amedê xwest Dilbihar bê berdan

ad

Kurdî-Derê serokekî nû hilbijartin

ad

Berendamên Oscarê diyar bû (Temamiya lîsteyê)

ad

Endamê Juriyê Cannesî eşkera bî

ad

Delala berê ya Bexdayê hat kuştin û ya Iraqê tê tehdîdkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

  • 06 08 2026
news

Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da

  • 07 08 2026
news

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

  • 07 08 2026
news

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

  • 07 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname