Belkî jî rêwîtiyên herî “xweş” rêwîtiyên ne-plankirî bin, nizanim. Te dî mîna taviyeke barana havînê ji nişke ve dadide û bi heman kelûgurê jî bi ser te de tê û diçe.
Min jî vê kelegerma tîrmehê ku pûş û pelaxê deşta Diyarbekirê dikizirî ji nişke ve berê xwe da Bulama Semsûrê û xwe di nav wahayeke veşartî de dît.
Ez gihîştim Serêkaniyê, serbaniya gelî, li Zerbanê bûm mêvan.
Ev dever, li sêgoşeya Cêlikan û Meletî, li ber sîbera çiyayê Bêzar, Tûjik û Çiyayê Spî ye. Bi av û şînkahiya xwe, zozan û kaniyên xwe naskirî ye.
Û zeviyên titûnê… (Ez ê behsa titûnê nekim)
Piraniya xelkê wê kurdên Elewî ne. Li derdorê tirbe û ziyaret pir in. Dar û ber, av û çiya bi çirayê vê baweriyê ronî dibin û ew jî bi “loq û luqme”ya xwe xelkê wê hembêz dike.
Li bintara geliyê Çopirê, li binê pesarê milê çepê Zerban heye. Jê re keleha Zerbanê tê gotin. Tê texmînkirin ku ev keleh kulxanek devê rê bûye. Çimkî rêya navbera Semsûr û Meletî ya karwanan di vî gelî re derbas bûye.
Zerbanê navê xwe ji çi girtiye zelal nîn e lê çîroka xwe ji evîneke bê miraz hildaye. Zerban keçikeka pir delal e, gir dibe û mîna çirayekê li nav gund û devera Bulamê şewq dide. Çavê gelek xort û dilaweran lê ye. Lawên eşîran, kurên axa û began çav lê ye ku wê jinika delal ji xwe re bikin bermaliya mala xwe.
Lê çarenivîsa wê girê daye. Çimkî hê di dergûşê de Zerban û Hesenê Seydî bi destê malbatên xwe bûne sozdariyên hev. Paşê qewlê wan bi hev tê girêdan.
Çawan ku herdu gêncên xwîngerm digivirin dilê wan li hev geş dibe û Zerban dibe çirayê herdu çavên Hesen; Hesen dibe destmala ser destê Zerbanê û dil dikevin hev. Jixwe pîr û mezinan ji mêj ve soza wan daye hev û li dara mirazan potê wan bi hev ve girê daye.
Wan pêk ve li kaniya tayê taya dilê xwe daniye, pêkve li serê Tûjik ken û bişirîna xwe li hev şekirandiye. Bûne hinguv û di şaneyekê de bi cî bûne. Ji mêj ve dil li hev aliyaye.
Axir, dirêj nakim. Li gorî gotina Xalê Usivê Memê Gulê, -ji bo malovaniya wan mala wan her ava be- eşîrên giran deng bi xwe dixin û dibêjin, “em razî nabin ku hûn Zerbanê bidin Hesenî. Ew ancax layiqê kurê axayekî be” û radibin êrîşekê giran tînin ser Bulamê. Xelkê Bulamê jar û belengaz e, nikare ber singa eşîrên giran bigire, Hesenî dikujin û Zerban hawara xwe dike Xwedê. Paşê Xwedê guh li hewara Zerbanê dibe û wê dike topek êgir û xwe berdide nav koma êrîşkaran. Heçî dikuje heçî seqet dike… Heta kerb û rika wê dişkê. Digihîje cihê Hesen lê kuştî û li wir, av û agir bi hev digihên. Ar di xwîna Hesenî de haş dibe û dibe av. Av û agir li hev haş dibin. Agir sar dibe û bêdeng dikişe nava deştê. Sê şax jê diçin; mîna sê keziyên Zerbanê deşta tî û ziwa av didin.
Dibêjin ji serokaniyê heta ku av digihêje cihê Hesen lê ketî, av mend û bêdeng e. Huşînî jê nayê. Ji wir pê de êdî av dinale û xwe digihîne bintara gelî heta diçe têkilî çem û royên din dibe.
Lewra Zerban ji bo xelkê Bulamê merqedek pîroz e. Minasibek miradhasil e. Heçî qurtek ji ava wê vexwe hezar kul û keser ji nava wî pak dibin. Heçî xwe di ava wê de dişo ta û ba ji canê wî dûr dibin.
Îja xelkê vê bajaroka dûreçav, vî warê biçûk ê dûr ku sînorê kurdmancîaxiyê yê dawî xuya dike, îlem behsa erdheja mezin a Mereş-Semsûrê dikirin. Ew zivistana ku erdê rika xwe danî, Zerban çikiya. Wan, ji bo wê qurban serjê kirin. Roja çilî dîsa Zerbanê pêsîrên xwe dotin û zarokên xwe şîrmij kirin. Dîsa za, bi zayîneke ku piştî şewata ji agirekî gur ar teskîn bibe û bibe av…
Aşopa Brahîm, aşopa tarîxeke qedîm, agirê Nemrûdî û evîna jineke kurd û çîrokên me yên ku me baş dikin.
Li gelek cihan şopên zelzela mezin, ne tenê di qeliştekên erd û avahiyan de lê di qermiçikên rûyê mirovan de xwe dida der. Qendîl pê ketibûn, dara mirazan xemilîbûn û semah digerîya. Pîr û dedeyan qesîde û deyişên herî dilsoj distran. Çira hil bû. Çira bi avê hil bû; Zerban dikişiya û li bintara tarîxê xwe digihande Şamîranê. Xeml û şemla kurdanî, poreke reşê tarî yê dirêj, çavên reşbelek, bisk û keziyên armûşî, bêhna sosin û nêrgizên çiyê. Hemû rû û rûbar, piçekî Zerban, piçekî jî Hesenê Seydî bûn.
Gava me bi “luqma aşûrê” bereketa erd û avê hiland, êdî em bi per û bask dibûn ber bi lûtkeyên çiyê ve. Rê dûredirêj bû, rêç bi siya pezkoviyan dimilmilîn. Hevrazî xwe bi hevrazekê din re asê dikir. Ev cara pêşîn bû min ew qasî ji nêzik ve kutekuta dilê xwe hîs dikir, singa min bû pifdaneke werimandî, ez bi werimîna dilê xwe hisiyam û jûnî û çongên min di hevrazî de sist bûn. Ax emro, xwezî bi ciwaniyê!..
Heta ez gihîştim pişt gazê û li dev şikêrê pêş Zerbanê sekinîm, çend bêhn min vedan. Hevrêyên min Brûsk-ko û Talîb wekî pilingê latê bûn. Talîb kurê axa Zerbanê bû, dilê wî jî tijjî zer û zerbanî bû, her bihosta wê erdê, ji bo wî pîroz bû. Her dar û çaviya avê, her kuneber, her çilixte çîrokeke pîrozmend bû jê re û wî “niyaz” dikir, ji axê re, ji tavê re, ji darê re, ji avê re… Heke min bi çavên serê xwe nedîta, min ê çi car bawer nekira ku di wê serdema han de, hê jî mirovin hene ew qasî xwerû welat in, hê jî niyazê dikin bi avê, bi axê, bi tavê!...
Me çaya pirçik, çaya çiyê keland ser agirê gwîniyan. Me li berqêfka şikeftoteka biçûk xwe da ber seyra stêrk û rêya kadizan. Şev giran, lê xew sivik bû.
Li zoma kortikan, Husên ku min û Brûsk-ko demildest jê re got “Husênê gurêx” malovaniya me kir. Wî û Şahîno li ber garana naxiran gavanî dikir. Gavaniya wan bi dorê bû ku me jê re digot goyî… Husên, yekî dilpak bû, hema bêje destên xwe ji jiyana normal şûştibûn û bi reng û rihê xwe bûbû gurê çiyê. Digot, ev bîst û pênc sal in ez li van çel û çiyan digerim, geh li dû keriyê pezî, geh li dû garana naxiran. Behsa serpêhatiyên wî û guran dikirin, dibêjin gur hatiye pêz, wî bi kevir û kuçan daye dû gurî û gur qewirandiye. Wî bi şikra gur digot, “segbavo, qet kira xwe bi min nedikir!”
Wekî her tiştê xweş rêwingiya me ya bo sînorên kurdmanciyê, zû qediya. Hê jî me sewta kurmanciyê li çel û çiyayên Êdîyemanê bihîst. Zemanî em li ber dergehê Zerbanê sekinandin. Me ji ava wê tîhniya xwe şikand. Me “niyaz” bi dar û berên wê kir. Û me findek li ber rihê hemû dilpakên vî welatî pêxist.
Mala xalê Usiv ava be, ku bi kurmanciya xwe ya teze, ji zikê Kurdistanê –ha me zanî ku li çiyayên Semsûrê jî mîna Farqînê ji bo “hundir/nav” dibêjin “zikê filan tiştî”, bîr û çîroka vî erdî ji me re bi ta û derzî kir; mala wî hezar car ava! Mala dayika Zîn, mala Erkanê bira û malîna wî, mala Elî, mala Talîb, mala wan hemî Bulamiyên xweşik û dilpak ava be.
Me zanî ku yê sînorên welatekî kifş dikin belkî mêrxasî û berxwedana wan be, lê tişta ku sînorên rihanî yê welatekî diyar dikin çîrok in. Baweriyên li pişt wan çîrokan in. Efsane û destan in. Hevpariya êş û kêfxweşiyê, hevpariya şîn û şahiyan e. Av e, û verêja li ber wê. Ax e, û ber û adaniya ser wê. Ba ye, hilm û bêhnvedanên li dor wê. Ar e, êş û xweşiyên li nav wê. Ev in, welatekî dikin welat. Û sînorên zimanê wê.
Wekî me gotî, rêwingiya herî xweş ya nepayî ye. Te hin dît bayek li te rabû û tu birî danî ser pelên dareke çinarê ku nêzî pênc sed û pêncî sal e keziyên xwe bi bayê çiyayên vî welatî şe dike. Ew darçinar, me li ser rêya Bulamê dît.
Paşê gelî bi gelî me di bin siya şop û wêraniya erdheja giran de dîsa berê xwe da deştê. Li Semsûrê erd diqijilî, Kolik û Sêwreg jî wisa bûn. Qerejdax wekî her carê mexrûr û belek belek bû, zinar û şikêr û çîrokên wê bi hev re bi dengê bilûra şivanekî Qeregêcî dinalîn. Amed, her diçû bêhtir per û tayên xwe ber bi Qerejdaxê ve dibirin. Çi nemaye têkeve hembêza wê.
Ez, û Brûsk-ko bi niyaza Zerbanê vegeriyan. Ez zanim, Talîb niha hê jî li dar û beran niyaz dike. Meger hê jî “qenc” mane û hê jî li Kurdistanê “qencî” nemiriye.
Ez zanim, dê mirina qenciyê û kurdiyê di rojekê de be. Xwedê kim, em wê rojê ne-bî-nin!
Ji qewlê Bulamiyan ve “Ji bîr mekim”, Ji bo li ser rûyê erdê “qencî” nemire, divê çirayê kurdî her dem “geş” û “ron-î” be.



