logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Dilmancotî: Gurê xwe yê manco bi xwe re  bibe “date”a xwe

  • Dîrok: 02/07/2026
  • Beş: Serbest


___Dilyar Amûdî___

Ziman zindî ye, candar e. Her mezin dibe, li xwe zêde dike û diguhere. Hemû ziman wisa ne lê belkî zimanê îngilîzî ji hemûyan bêtir xwe diguherîne. Her sal qiyametek peyv an wate û nuansên nû yên peyvan li ferhengên îngilîzî zêde dibin.

Gelek peyv wisa çêdibin ku ji jiyana rojane ne, yan jî ji henekan in an jî ber bûyerekê derketine. Wekî mînak “the greatest thing since sliced bread” (bêhempatirîn tişt ji dema ku nanê qetkirî ve) ku êdî bûye biwêjek. Ev biwêj piştî çêbûna makîneya qetkirina nanî derketiye. 

Ev biwêj êdî hem ji bo pesinê tiştekî û hem jî wekî îronî jî tê bikaranîn. Anku zimanê îngilîzî qet nasekine, her xwe diguherîne. Mixabin rewş ji bo kurdî ne wisa ye. Tê bîra min, berî ku derkevim derveyî welêt, li Amûdê ev diyarde dihat dîtin. Wisa bawer im ku li hemû bajarên Kurdistanê yên kurdî-axiv rewş wisa ye (yan jî wisa bû). Lê ew biwêj û peyvên nû belav nabin, rûnanên û êdî carinan kopî û teqlîda zimanên serdest in. Heta em peyvên heyî jî winda dikin ji ber ku nayên nivîsîn, qeydkirin û belavkirin.

Lê mijara vê nivîsê ne ew e ka em çawa kurmancî zindîtir bikin. Ez dixwazim li ser peyveke nû di îngilîzî de bisekinim ku bala min kişandiye. Peyv “Goblintimacy” ye.

Wisa bifikire ku tu diçî “date”ekê (dîdar an hevdîtina bi kesekî re ji bo romantîzmê) lê ji dêvla ku tu xwe bixemilînî, bibirqînî, cil û bergên herî xweşik li xwe bikî û versiyona xwe ya herî baş nîşan bidî; tu wekî “gurê manco” biçî, anku di rewşa xwe ya herî xerab de.

Belkî gotina “gurê manco” hinekî zêde be, “Goblintimacy” ew e; gava mirov diçe “date”ê wekî xwe diçe bêyî ku tiştekî ji xwe vêşere. Jixwe her mirov jî di rewşên asayî û rehet de, li mala xwe, hinekî “gurê manco” ye, hinekî hov e, hinekî ne kibar e, bikêmasî ye. Ha di “Goblintimacy”ê de jî mirov bi wê rewşa xwe derdikevin pêşberî “daterê” (kesê din) xwe.

Êdî gelek kes vê dikin û belav bûye. “Goblintimacy” jî berovajî têgeha “kittenfishing”ê ye.

Ka ez hinekî van têgehan ji hev bixim û paşê em ê behs bikin bê ka em çi difikirin. Niha du têgeh hene; Goblintimacy û kittenfishing hene. Ez ê têgehên “catfishing” û “goblin mode” jî li wan zêde bikim da ku em rewşê baş fêm bikin. Ka em binêrin bê her yek ji van ji ku hatiye û tê çi wateyê;
• “Goblin mode” anku “mod/rewşa Goblin”. Goblin aferîdeyek an jî mexlûqekî wekî cinan e, gelekî kirêt, nexweşik û bizrar e. Tê gotin ku têgeha “Goblin mode” di 2009'an de derketiye lê di 2020-2022'yan li ser înternetê belav bûye. Ew ji bo wan kesan hatiye gotin ku norm û adetên civakê qebûl nakin û guh li wan nakin. Girîngiyê nadin dîtin û dirûvê xwe û wisa “xerab” derdikevin.
• Goblintimacy jî ji Goblin û Intimacy tê. Ji xwe we zanî Goblin çi ye. Intimacy jî tê wateya nêzîkatî û semîmiyet an jî jidilitiyê. Îca ev jî wisa dike ku mirov xwe bi kesekî re ew qasî rehet, nêzîk û ji dil dibîne ku rewşa xwe ya herî xerab (a ku wekî goblin e) nîşanî wî dike.
• Catfishing ji belgefilmekî bi navê “Catfish” tê (Sala 2010'an). Catfishing êdî bûye têgehek ji bo wê rewşê ku yek kesayetekê ne-rast li ser înternetê çêdike da ku kesekî ji bo têkiliyeke romantîk an jî bo fen û fûtan bixapîne. 
• Kittenfishing jî têgehek e ku ji catfishê tê. (Cat pisîk e, “Kitten çêlîka pisîkê ye) Ev têgeh ji aliyê sepaneke “date”an ve di 2017'an de hatiye çêkirin. Ew ji bo wan kesan tê gotin ku porfîla xwe zêde xweşik dikin û ji rastiyê gelekî baştir nîşan didin. Wêneyên wisa bi kar tînin ku yên ciwaniya wan in, an jî bi wêneyên xwe dilîzin û xweşiktir dikin. Ji hevalên xwe yên zîrek dixwazin ku profîla wan çêkin, an xwe çend santîman dirêjtir dikin. Anku xwe ji rastiya xwe gelekî baştir nîşan didin. Ne ku wekî “catfishing”ê kesayeteke derew çêdikin lê kesayeta xwe ji rastiyê wê baştir nîşan didin.

Îca niha “Goblintimacy” di “date”an belav bûye. Nizanim bê çiqasî belav bûye. Lê gelo ne hêsantir û çêtir e ku mirov wekî xwe be û wekî biçe pêşberî her kesî. Ne baştir e ku mirov hewl nede tiştinan bike ku paşê dê neke an dê nikaribe berdewam bike. Ma ev ne xapandin e? Di nerîna min de, divê mirov di hemû têkiliyên xwe de “goblin” be an jî “gurê manco” be. 

Nabêjim ku bêrêzitiyê bike yan jî qebe be, lê wekî xwe be, kirasekî ku ne kirasê xwe ye li xwe neke. Jixwe Goblintimacy jî di eslê xwe de ew e ku mirov wekî xwe be.

Eger mirov hewl bide di hemû têkiliyên de wekî xwe be, ew ê têkilî xurttir bin û dê li ser bingehên saxlemtir ava bibin.. Mirov dê bizane ka bi kê re ye û çima pê re ye?

Wekî min got, gurekî manco yê her kesî heye. Tu çiqasî veşêrî jî, dawiya ma dawî, ew ê derkeve. A baş ew e ku tu ji roja pêşî de gurê xwe bi xwe bibî. Bila kesê li pêşberî te bizane tu kî yî.

Di dawiyê de, gelo mirov dikare “Goblintimacy”ê re bi kurdî çi bibêje? Gelo “dilmancotî” çawa ye? Mirov bibêje  “‘dilmanco’ be û wekî xwe be!!”

Nizanim bê çêdibe yan na. Jixwe nizanim bê peyva “gurê manco” çiqasî li vê rewşê tê. Lê her meseleya peyvan ne meseleyeke wisa ye ku lê tê yan na. Mesele ew e ka mirov çiqasî bi kar tînin û dikeve zimanê civakê.

Ev têgehên min gotin, ne ku ji wêje û nivîskaran hatine lê ji internetê hatine. Xelk bi zimanê xwe fikirîne û bêhemd peyv afirandine. Ew peyv bûne beşek ji çanda wan.

Hêvîdar im rojekê hişê me azad bibe û em jî bikarin bi zimanê xwe bifikirin û tiştên wisa çêkin.

 

***

Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Stranek û dîrokek; 16 ton bi kurdî

- McGurk nivîsî: 7 mijarên sereke yên 2026'an

- Fikirîna bi mentiqê tirkî: Sernavên tirkmancî

- Bêrîvan Aymaz, Zekî Ozmen û yê donercî

- ‘Date’a min bi jineke alman re

- Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyan: Çîroka îngilîzekî û ya cihûyekî

- 'Komara erebî' jî neçar ma ku bi kurdî weşanê bike

- Werger û rojnamegerî: Yek mînak

- Gelo bi rastî peyva 'Reşo' nijadperestî ye?

- Çivanoka Muhlenbergî û rewşa kurdan

- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?

- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?

- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?

- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?

- Kurdiya baş çawa ye?

- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil 

- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?

- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?

- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e

- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'

- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?

- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?

- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!

 

 

***********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hasip Kaplan 7 wezîrên AKP'ê guhartin!

ad

Tuncel: Biryar ne zagoniye

ad

Şêwrek li ser 'Mala Baz'

ad

Bangek ji bo Akbank û Garantiyê: Heskîfê têk nebin

ad

NAVEND’ê jî piştgirî da xebata YEK-KOM’ê

ad

Li Rojava 3 roj tatîl hat ragihandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname