logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Pirtûkek çîrokan, yek a helbestan du pirtûkên nû derketin

  • Dîrok: 22/07/2026
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weşanên Lîs du pirtûkên nû derxistin. Pirtûka çîrokan a Yaqob Tilermenî ye ku bi navê "Keskeşîn" derketiye. Pirtûka helbestan jî ya Dîlber Hêma ye ku bi navê "Ekomonolog" derketiye.

'KESKEŞÎN'
"Keskeşîn" navê pirtûka nû ya nivîskarê Diyarnameyê Yaqob Tilermenî ye. 
Yaqob Tilermenî heta niha bi ser pêncan re roman, bi ser pêncan re çîrok û her wiha hin werger bi ser dehan re pirtûkên wî derketine. Niha yeka din li van zêde bû "Keskeşîn".
Tilermenî di sala 2002'yan de bi pirtûka çîrokan "Êşbazî" ketibû ser vê reyê, niha pirtûkeke din a çîrokan "Keskeşîn" lê zêde kir.

Tilermenî bi kurteçîrokên di "Keskeşîn"ê de yên têkîldarî hev û di heman demê de ji hev azad, hewl dide berê bergeha xwezaya duşîze ya berî bi hezar salan ber bi cîhana îro ve araste bike.
"Keskeşîn" ji 150 rûpelî pêk tê.

Va ye parçeyek jê:
"Zanyarên cîhanê tesbîtek kirine ku bîra mirov nexweşê jibîrkirinê ye. Û gotine ku mêtingerên Kurdistanê bîra mirovan vala dikin. Her wiha li şûna wê valahîyê, afirandinên xwe bi cih dikin. Ne bi tene bîra mirovan, her wiha çand, huner û zimanê wan jî dikin qada mêtingehê. Ji hêla fîzîkî ve jî di nava niştecihan de Serxet û Binxetan ava dikin û her du alîyên Xetan wekî qadên nêçîrê destnîşan dikin. Paşê li qadên nêçîrê çi rûdan pêk werin jî, ew van rûdanan wekî sedemên desttêwerdanê rê didin… 
Pisporên jîyana nojdarîyê tesbît kirine ku di nava Parzaya Berxwedanê (PB) de hêmanên zixtdayîna afirandina berheman a bi rêya berxwedanê hene û mirovên berxwedêr bi xwedubarekirina afirandinê, qadên nêçîrê xera dikin…” 

'EKOMONOLOG'
Helbestvan Dîlber Hêma bi pirtûka xwe ya helbestan "Medûsa" tê nasîn, niha pirtûkek din derxist. Pirtûka bi navê "Ekomonolog" ji Weşanên Lîs derket.
Li gora helbestên Ekomonologê, jiyanê bi xwezayê dest pê kiriye û dê bi xwezayê re biqede. Helbestên Ekopoetîkî rûyên xwe dane metaforên rexneyî ku di hundirê xwe de şerê xwezayê bi polîtîkayên li seranserê cîhanê berbelavbûyî re dikin û her wiha bûye dengvedaneke wêjeyî jî

Di pirtûka 64 rûpelî de xweza, ekolojî, rexneya polîtîkayên li ser xwezayê û axaftina xwebixweyî (bi metaforên xwezayî û referansên wekî Feqîyê Teyran) cih digirin.

Va ye parçeyek ji helbestek:

Stûyê wê newalê ketiye ber wê 
Xûl bûye, rast nabe
Mîna Quasimodoyê Notre Dameê ye
Li kevîşena Çemê Seineê
Romaneke klasîk im di vê êvara kor de
Niştecihê welatê wê romanê me belkî
Di kêlîya seradekê de

ÇAPA NÛ YA 'FERHENGA SIRGÛNIYÊ'
Li aliyê din pirtûka Yaqob Tilermenî "Ferhenga Sirgûniyê" bi çapa 2'yan li pêşberî xwendevanan e.
Yaqob Tilermenî di pirtûka xwe ya çîrok-vegotinê Ferhenga Sirgûnê de 12 çîrok û ji 130 wêjekar û nivîskarên sirgûnbûyî zêdetir li gel kurtejiyana wan bi awayekî alfabetîk tev li pirtûkê kiriye û wêjeya penaber pêşkêş kiriye. Her wiha têgeha sirgûnê ya di qada wêjeyê de bi awayekî hûrbînî rave kiriye.
Di çîroka bi navê Çîroknameyê de nivîskar pênûsa xwe ya ku nayê bêdengkirin li ser navê hemû sirgûnan bi van hevokan dide axaftin: "Ez ji hemû rûmetên xwe dûr ketime; lê, ne ji nivîsê... Her çi qasî li derveyî jiyanê hatibim hiştin jî, dê ruhstînê dadmendiyê temenê min ê wêjekariyê dirêjtir bike..."

 

 

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com

 

 **********

Ger hûn bixwazin alîkariya Diyarnameyê bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

 

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes

news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

news

ELETEWŞÎ

news

'Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê'

news

Hogir Berbir: Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û

news

diyarname podcast#nûçe #çand#wêje#pirtûk#xwendin

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 25 07 2026

Li Rojava çapkirina pirtûkên ji bo serdema 2026-27'an temam bû

news
  • 24 07 2026

Pirtûkek çîrokan  ‘Çîrokên Axa Min’ derket

news
  • 22 07 2026

Pirtûkek çîrokan, yek a helbestan du pirtûkên nû derketin

news
  • 16 07 2026

Pirtûka 'Tayek Por' derket

news
  • 03 07 2026

'Dîwara Şerq û Xerbî' ya Goethe bi kurdî ye

news
  • 01 07 2026

Dîroka Edebiyata Kurdî, Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

ÎHD'ê jî pirsî: 'Hurşît Kulter li ku ye?'

ad

Gelemşeya Binavkirinê Wêjeya Dijkolonyal û Postkolonyal

ad

Tirkiya heme seferê qeybî Îranî betal kerdî

ad

Ji bo têkiliya cinsî a li nav trênê hin pêşniyar!

ad

Xelata Gilel Storch didin Kavala

ad

Mebûsên BDP'ê çûn girtîgehan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname