logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Ez ê Li Ser Hêviyê Bêjim

  • Dîrok: 20/07/2020
Cesar VALLEJO 

Ne weku ez Cesar Vallejo me ez diêşim. Îro, ne ku ez bi xwe hunermendek im, mêrek yan jî ne ku ez bûnewerekî ketûber ê jîndar im ku diêşim. Ne weku ez katolîk im, ne weku mihemedî yan jî xwedênenas im ez diêşim.

Îro ez bi tenê diêşim, hew ev!

Eger navê min ne Cesar Vallejo jî bûya, ez ê dîsa biêşiyama. Eger ez ne hunermendek bûyama, min ê ew dîsa hest bikira. Eger ez ne mêr yan bûnewerekî jîndar jî bûyama, ez ê dîsa biêşiyama. Eger ez ne katolîk, xwedênenas yan mihemedî jî bûyama, ez ê dîsa biêşiyama. Îro êşa min kûr û ji hinavê tê.

Îro ez bi tenê diêşim, hew ev!

Vê kêliyê, bêsebeb, ray li êşa min nayê. Êşa min kûr û ji hinavê ye ku payan jê re nîn e, ku sebeb jê re navê!
Ma çi dikare jê re bibe sebeb? Ka li ku ye ew tişta rewneq ku bikaribe jê re bibe sebeb? Sebeb jê re tune, ebed, tu tişt ne hêja ye ku jê re bibe sebeb!

Ji ku çizirî ev jan, a ku têra xwe dijene ?

Êşa min ji bayê bakur e, û ji bayê başûr e, mînanî hêkên nêtar ên çivîkên biyan e ku wê berxwarina wan ji bê be. 
Eger dilketiya min bimira, êşa min wê heman êş bûya. Eger, jiyan ji mînanî niha cihêrengtir bûya jî, wê êşa min heman êş bûya. Eger hinan bi gwîzên ez di ber hev de çênî çênî bikirama jî, wê êşa min heman êş bûya. Îro, êşa min ji bilindahiya bêserûber e.

Îro ez bi tenê diêşim, hew ev!

Ez balê didim êşa birçiyan, û ez dibînim bê ev birçîbûn çendî dûrî êşa min e; ez ku ji nêza bimirama jî, qene wê tayekî giyayê li ser tirba min aj bidaya. Ji bo dilketiyan jî ev wiha ye. Ma xwîna dilketî çi ye li ber xwîna min a ku kes nizane ji ku diçizire û diherike ku?

Ta vê kêliyê, min yeqîn dikir ku tevna gerdûnê ji jênagerî li dor honaka bav û lawan li dar e. Lêwbelê ku ez balê didimê, êşa min îro ne bav e û ne law e.

Wê ne pişt û ne palek heye ji bo ku lê bibe hingurê êvarê, weku wê tibabek sîng û ber hene ji bo ku spêde lê hilê, û eger meriv wê deyne dereke zelûl wê roniyê nede, û eger meriv wê deyne dereke ronî wê siyê nede.

Îro ez diêşim, hema wê çi bib bila bibe...

Îro ez bi tenê diêşim, hew ev! 

Wergera ji fransî: yeqîn h.
 
 

***


*CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.

Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beşa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niştecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên şanoyê nivîsiye. Tev li şerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.

César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.

Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êş, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye! 

Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.

César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencşemê!) ya bi şilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piştî mirina wî deng daye!

Hin berhemên wî:

- Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest

- Trilce: 1922, Helbest

- Tungsten: 1931, Roman 

- Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest

- Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest


Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Yeqîn H. ji du hefteyan carek helbestek, an pexşanek Cesar Vallejo werdigerîne û di quncikê xwe de pêşkêşî we bike. Ev nivîsa duyemîn e. 
Hin Nivîsen Nivîskar

Xweha Şevê

  • 05 Tîrmeh 2008

                                    Li dû şeva...

MAHABAD Wê Li Dêrsimê Ji Bo Dost Çiyayî Bistrê

  • 21 Tîrmeh 2008

                                     ...

Xweha Dêst

  • 21 Sibat 2009

Li dû Destê MAHABAD’ê Xwehê, veke destên xwe, veke ku çav li mistê bixwînin, ma ne çav kaşîf in -kê digot? Te du dest in, min dilek -û hew!...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mandela bi qasî 4 mîlyon dolarî mîrate li dû xwe hişt

ad

Bi kayyumê dest danîn ser Agirî jî

ad

Seyda Abdulkerîm Çevîk hat kuştin

ad

Li Venedîkê dema fîlman e

ad

Fotoya Rojê ji Hesekê hat

ad

'Waliyê xwe jî bigire here'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname