logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Xweha Şevê

  • Dîrok: 05/07/2008

 

                                   Li dû şeva MAHABAD'ê


Şeva te bi xêr xweha şevê –wekî ku sibeha te! Tu xweha şevê, ez birayê birînê li vî derengî; li vê şeva ku peyv derdev e -û helbet derî û dûrî hîç jî ne li hev e! Êşa te daye dil û min evdalî koça xwe daye ser mil; derb qelp bike jî ez ê dil biajom ber! Te go erê Cana ber vî canî? Çendîn jî dûr bin ji hev derî û dil, rojek tê, rojek tê û hêvî pê re… bêxem razê û binive tu; ku vede jî bi eniya te lêvên min!
Ji “tarîka şeva hîcran” (1) ve ye min dest bi vê elîfbêtkê kiriye.  Ji wê Êvara Biyan ve ye, nermik nermik li ber serê şevê ji derengmanê re dilorînim. Erê çû, belkî mam ji Êvarê, lê min hê dil li dû ye -bêveger. Qewmê min pir xêr dît ji serhişkiya xwe!  
Tu dinivî vêga -mezin dibî… Xeman mexwe -xem xirab in, xew ne tayê mirinê ye canecan, çîrokeke ev ji çîrokên Fata Hewê ku ji bilî min kesî guh lê ne dêra -lew nav li min ma yeqîn!.. lê tu, caran yeqîn meke ji çîrokan, li xewna xwe hilê.   
Mista te nedawî, eniya te morî morî, “por tarî wekî şev” (2)  Wekî ku avê lê xwendibe ye rûyê te, wekî ku nûr lê dapalî be wisa asûde, wisa jî keder ji xwe berdayî.. -ma ne min dil da kedera te!? Wisa jî ozan “dil dabû mewîjka çavan...” (3)
Û ax, ax çi jî bêhavil e, Evîn; ew henaseya dilodîn, “derdê me derdekî giran, evîna me evîneke kurmancî!..” (4) Ma ne te digot “em dereng man ji hev re” can û dil? Tiştekî wisa ye DÛR, pişka li navikê ye -dûrî şînî ye; bi derengî be jî ez di vê giham!
Siya min radikişe li ben û dîwêr, ne ez bi serî bûm û ne jî bi ser bêderîbûna şevê ve bûm. Bi keziyên te ve man ax, xwezî man hilawestî bi kurtepistên te ve -Fata Hewê pir nivişt û berbejin dane xwendin di ber vê riyê de!
Tu Birîn -Birîn no gidî! Dil li ber deriyê Êvarekê pêrgî te hat û lew jî vêga li ber deriyê şevekê DÛR’ê dipê. Çavên te ne dûr, niha li şevê daye navê -niha, ne dûr!
  
Elqise cana ber vî canî, bes ne derengî şevê, lê derengî evînê jî şevekê, NEFES’ekê tu mêvana min a teqez û wekî ku dil em ê deng jî bidine hev:

Te êvarên biyan ji ber kir/ te û siya şevê li hev kir
Te navê dûriyê/ te navê dûriyê li me kir

Lew em bûn mêvan/ li dartawîkê
Li cira xewnê/ li keviya dêran

Û ro li ava/ dûr e dawiya me
Birîn diare/ bi dengê me bi dû re (5)

***

1: Malikek ji helbesteke Cegerxwîn
2: Bendek ji straneke Mihemed Şêxo
3: Malikek ji helebesteke Arjen Arî
4: Bendek ji straneke Birader
5: Straneke min

***

Nivîsa din e MEHABAD'ê ve girêdayî:

- Xweha Sibehê

-

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji peyvê berev nivîsandinê

  • 28 Tîrmeh 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Jixwe hinga biçûk bûm jî min ji vegêrana çîrokan hez dikir: Ew çîrokên ku min bi xwe li hev dianîn. Car caran dapîra min ji bajêr dihat serdana me da ku li pîbarî dêya min rabe....

Îlhan Berk Mir

  • 05 Rezber 2008

 Banê erş mişt balinde, ax dîsa ev peyva mirinê (1). …Ax li me... axûzî li dinyalikê. Ji dêleva peyvê, hêmayê, mirin geriya li zarê...

F.J.Wagner spasiya kurdan kir û nivîseke din jî nivîsî!

  • 31 Kewçêr 2014

  ji bo Zekî OzmenNivîskarê rojnameya alman BILD’ê Franz Josef Wagner sê-çar roj berê li ser kurdan kurtenivîsek darêjt û di quncika xwe de weşand..Min...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şêr şêr e: 1-0

ad

Em wan bi hurmet bibîr tînin

ad

Spike Lee: Heta derzenî nêro viraştişî ez nêşina sînema

ad

Kemal Kerkûkî: Di şerê dijî DAIŞ'ê de gerîla rolekî giring lîst

ad

Li Yenîsahneyê vê mehê

ad

Saziyên ziman: Em perwerdehiya fermî dixwazin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname