Di fîlmê Feyzo û Faşo axa de her çiqas bal kişandibe ser rewşa qelen, çivak û çanda feodalîteyê jî, lê di bingeha xwe de serhildanek e li hember pergala heyî û pêwîstiya guherînekê ferz dike. Berî ku berê mijarê bi vî alî ve bikim, dixwazim li ser dîrok û derûniya nivîsên li ser dîwaran hatine nivîsandin rawestim.
Mirovan ziman di kûrahiya dîrokê de ji bo derbirîna êş, xemgînî, dilxweşî, hêrs, bi kurtasî hest û ramanên xwe bi kar anî ye. Dema xwestin şopekê li dû xwe bihêlin, pêşî li ser dîwaran hem bi nivîskî û hem jî bi xêzkirina şikl û şemala ajal û mirovan, bi yek vegotinê-xêzkirinê xwestin her tiştî bibêjin. Koka nivîsandina nivîsên li ser dîwaran ji nava serdemên şaristaniyên kevnar wekî rengekî vegotina giştî ya civakî ku hatiye, tê qebûl kirin. Di dîrokê de ku mirov kûr bibe, berî ku nivîs bê îcadkirin li ser dîwaran bi wêneyan pêş dîroka civakê ku hatiye xêzkirin, wekî nimûneyên kevnar ên nivîskî-xêzkirî hatiye şîrove kirin. Mîna xêzên di şikeftan de ku hîn heyîna xwe diparêze û navdar in, nimûneyên sereke ne.
Gelek şaristaniyên wiha bi şopên li ser dîwarên di gera xwe ya kevnar de derbas bûne, bi heman awayî hebûna xwe, koka dîroka xwe nîşan dane. Dîsa şiklên li ser dîwaran yên tevlihev ên ku hatine xêzkirin, wekî nimûneyên pêşîn ên nivîskî ku di civakên serdema kevnar û navîn de derbas bûne. Hatine lêkolînkirin ku nivîs, wêne û dirbên li ser dîwar û bircan xêzkirî û xemilandî ne, çand, nasname, dîrok, erdnîgarî û felsefeya jiyana gelên wê serdemê ku jiya ye, radixîne ber çavan. Ev cureyê nivîsandinê ji dîrokê ve ku dest pê kiriye, heta roja me ya îro hatiye. Her çiqas ji aliyê naverok û forma nivîsandinê ve bê guhertin jî, ji aliyê fonksiyona xwe ya bingehîn ve her tim mîna xwe ma ye. Ev dixuye ku ji bo mirov, an civak wiha bi hêsanî xwe îfade bike; bûye amûrek û hatiye bikaranîn.
Ji hêla civakî û derûnî ve ji bo mirovan nivîsandina li ser dîwaran ku çi qasî kiryara komekê an jî kesane be jî, hem nerazîbûn û hem jî dilxweşiyeke mezin bi xwe re tîne. Ji ber ku nivîsên li ser dîwaran tên nivîsandin, wê hêdî hêdî bigihîje beşên cuda yên civakê û gelek caran nayê zanîn ku kîjan hestan bi xwe re diafirîne. Lê di warê hîşmendiyê de zelaliyekê bi xwe re tîne. Her çiqas ji aliyê kî/ê ve ji bo çi û bi çi berdêlê hatibe nivîsandin jî, ku dema mirov aîdî xwe dibîne, mîna ku bi xwe nivîsandibe, wan hestan bi xwe re dide jiyîn. Çawa Wittgenstein dibêje: “Sînorê zimanê min sînorê cîhana min e”, di vir de bi nivîsê re ji xala ku ji cîhana xwe dide fahm kirin, her kesê wê fahm bike hembêz dike. Her wiha êş û hesta nivîsên li ser dîwaran, tenêtiya kesayetî ya derûnî bi hesta di nivîsê de wiha diqûlipe nava ramana konetiyê jî.
Ji salên 1960’an vir ve li tevahî cîhanê, nivîsên li ser dîwaran rengekî din bi dest xist, bi şiklekî bêhempa cihê xwe girt. Dema ku mirov li salên 1960’an dinêre, gelek bûyer û rewşên bi hev ve girêdayî dibîne ku bi kûrahî bandor li cîhanê kiriye. Qrîzên aborî, Şerê Cîhanê ya Yekemîn û Duyemîn, parçebûna welatan û nijadan ku zêdebûna bi lez a serfkirinê, di encama lezbûna mezin a sanayîbûnê de û biyanîbûna mirovan ji xwe, mirov xistibû nava pirsgirêkên hebûn, nebûn û bêzariyê. Di encamê de, kesên ku nexwestin vê bijîn, li rêyên ku jiyana xwe di hawîrdorek aramtir de bidomîne digeriyan. Lê tu rê nedihat dîtin ku eksek siyasî pê re derketibû holê, tevgerên nû jî bi xwe re damezrandibû. Van tevgeran navê xwe û birdoziya xwe bi nivîsandina nivîsên li ser dîwaran pêşî hebûna xwe diyar dikirin. Li gelek deverên qadên civakî ku ber bi bajarbûnê ve diçûn, bi nivîsên dijberî pergala serdest, bi heman rengî dihate xemilandin. Her nivîs, reng, şêwe û birdoziya wan tevgeran nîşan dida ku her tevger dê çi bike û çi dixwaze ji bo civakê, bi nivîsan xwe eşkere dikirin. Li tevahî cihanê wiha dest pê dikiribû. Ji aliyê pergala serdest ve jî van nivîsan mîna amûra li hember pergalê dihate qebûl kirin û rêya darizandin û tundiyê datanî pêşiya kes û tevgeran. Rastiya ku di vê serdemê de derketibû, ji bo pergala serdest nivîsandina nivîsên li ser dîwaran bi her awayî wekî potansiyelek e sûcdarî dihate dîtin.
Salên 1970’an jî li Kurdistan û Tirkiyeyê, serdemek ku bi tevgera xwendekarên çepgir û azadgir û neteweparêz re zêdebûnek mezin a nivîsên li ser dîwaran hebû. Lê, bi taybetî di tevgerên civakî yên ku di van salên dawî de li Kurdistanê pêk hatin de, nivîsên dîwaran bi bandoreke neyênî xwe dabû der. Ji ber ku di nivîsên li ser dîwaran de ji “av, rê û elektirîkê” pê ve tiştek nedihate xwestin an jî bi diruşmên “Kominîzm û Sosyalîzmê” wêdetir tiştek nedidan pêş. Bi vî awayî pergal bû seyrvan û li wan temaşe dikir ku çawa wan rêxistinan bi awayê qirkirinê şûr li hember hev dikişandin. Û taliya talî gelek ji wan têk çûn, winda bûn ku di nava rûpelê dîrokê de bi qirêjî cih girtin.
Ev heta salên 1990’an hat, jê şûn de li Kurdistanê şêweya xwe guherî û bi nivîs û boyaxên li ser dîwaran rêyek û rengekî nû da vekirin. Sedemên serhildanên ku di salên 1990’an de bi diruşmên hebûna gelekî ve dihate pênasekirin, bi berz dihate qîrandin. Ev rê li hember tunebûn û qirkirinê hebûna xwebûnê bû û bi diruşm xwebûna xwe li hember pergalê dida diyarkirin. Bandora nivîsandinên li ser dîwaran, hesta civakê ya wekî zêdebûna bêkarî, hilweşîna aborî, enflasyona heyî, birêvebirina pergalê ya qirêj, sînordarkirina derbirîna azadiyê, kêmbûna standarbûna jiyanê wêdetir, hebûn û xwebûna gelekî dihate ferzkirin. Li hember vê jî pergalê bi heman şêweyî û qaîdeyî dest bi nivîsandina nivîsên faşîzan û nijadperestî li ser dîwaran dikirin û pêla tundiyê dest pê dikir. Bi her hêlê ve şerê aborî, psikolojîk û leşkerî wiha li ser civakê da meşandin û heta rojek hat ku rengê lembeyên trafîkê jî biguhere û çû. Dema şîdet û desthilatdarî wiha tundiya xwe nîşan da, nivîsandina nivîsên li ser dîwaran jî zêde bû û ev wekî şerekî domdar dem bi dem xwe dida der.
Dema ku ev mînakên di salên 1990’an de li Kurdistanê qewimî, îro mirov dikare bibêje ku bi bûyerên cuda be jî, di çarçoveya nivîsandinê li ser dîwaran de xwedî bandorên wekhev in. Salên 1990’an li Kurdistanê çawa serdemeke ku daxwazên azadiyê dihatin gotin, îro jî tevgerên civakî bi wan hestan tevdigerin. Di vê heyamê de ji bo daxwazên siyasî zêde bibin, dengên muxalefetê bilind dibe, wekî li tevahî cîhanê, ji bo hebûna gelekî bi nivîsên wiha li gelek cihan pêwîst e ku bê bikaranîn.
Îro ji hêla şaredariyên kurdan ve ku li bajarên kurdan, bi ziman, çand û hûnera wî bajarî ve girêdayî nivîsên ji bo trafîka bajêr têne nivîsandin, bi zarê niştecihên bajêr, bivê nebê wê textê pergalê bihejîne. Bandora wan nivîsên mîna “Pêşî Peya” û “Hêdî” ji hin aliyên cuda ve bêne nîqaşkirin, dubendiya di nava civakê de eşkere dike û baş zelal dibe. Mesele ji nivîsandina “pêşî peya” û “hêdî”bûnê derdikeve, mîna Feyzo ku li hember Faşo axa, ji dêvla ku daw û doza kêmkirin an ji holê rakirina qelen bike, bi nivîsên cihê cihê textê wî dihejîne; hatiye vê qonaxê û divê şaredarî, tevgera siyasî û saziyên civakî yên ji nava gel derketiye, di her qad û warî de nasnameya bajêr nîşanî textê pergalê bike û bihejîne.
Ev kes an saziyên ku nikaribin bi nasnameya neteweyî ya bajêr û civakê re têkiliyeke têkûz saz bikin û pêdiviyên çandî bi cih bînin, çi qasî hewl bidin ku kolan û dîwarên li derdora bajêr di çarçoveya çanda bajêr de ji xwe re bikin hincet û bi nivîsandina li ser dîwaran wekî rêbazekê hilbijêrin jî, dê nikaribin xwe ji nava qirêjiya dîrokê ve paqij derxînin. Ev girêdana bi şaristaniya bajêr re ku tê dayîn, pêşxistina hesta aîdiyeta xwe, an jî di nava civakê de avakirina nasnameya xwe ye. Ji ber ku di serê rê de, bi nivîsandina “pêşî peya” û “hêdî” ku di pêvajoyek dijwar a adaptebûna jiyana bajêr re wiha derbas dibe, ku di nav civakê de kesayet li hebûna xwe û hesta aîdiyeta xwe nehese, hewcedariya xwe bi îfadekirinê nabîne û hewldana ji bo hebûnê wiha dihêle ku sînordar be.
Mixabin, alav û amûrên tevgera heyî di vî 50 salên dawî de bi xwîna zarên vî gelî mîna destkeftiyekê hatiye bi destxistin, wiha hîn bi nezanî tê bikar anîn û dibe sedemê têkçûnekê ku gel bi xwe re bijî. Di jiyana civakî de hemû bûyerên ku bandorê li pêkanînên rojane yên mirovan dike, dikare bibe mijara nivîsandina nivîsên cihê. Şaredariyên ku li ser rêyan “pêşî peya” û “hêdî” dinivîsin, hewl didin bi mekanîzmayên civakî yên cuda jiyana serdest ya li bajêr hikumdar e biguherînin û hewl didin dengê xwe bidin bihîstin, lê ev têrî nake. Ji ber ku ne pir alî ye û bi cihekî ve, bi xaleke bi xwe ne zelal hatiye girêdan. Ji ber vê nezelalbûnê, pergal ji bo ev daxwaz û heyîn belav nebe ji serî de dixwaze vî dengî bitefîne û pêşiyê bigire.
Bingeha nivîsandina nivîsên li ser dîwaran her çiqas çalakiyek ragihandinê ya sembolîk be jî, ku tê armanckirin hesta aîditiyê ya jîngehî were damezrandin, di ronîkirina mekanîzmayên têkiliyên nav civakê de rolek girîng dilîze. Li gorî vê yekê, yên ku vê dikin, bi damezrandina hesta neteweyî ku bi xurtî pê ve tê girêdan, nasnameya civakê radigihîne û di heman demê de dibe fikra neteweyî ya jê neveger e. Ku beşên van hestan fahm nekin jî, dihêle ku van nivîsên li ser dîwaran hesta nijadperestiyê di hundurê xwe de biafirîne, da ku bikuje. Bo wê pergala serdest hunerweriya nivîsandina nivîsên li ser dîwaran ji xwe re xeternak dibîne, rê li ber pêşdarazî û pêkanînên cihêkariyê vedike.
Di encamê de mirov dikare bibêje ku nivîsandina nivîsên li ser dîwaran neynikek e ku rewşa civaka îroyîn, rewşa aborî û siyasî ya vê serdemê, têkiliya di navbera kes, kom û beşên ji nava civakê derketine û nakokiyên pergala serdest bi xwe re dijî, raxîne ber çavan, têkiliya hesta kesayetî û civakî wiha li ser dîwêr bi nivisîn nîşan bide. Qet nebe mîna Feyzo divê li hember Faşo axa berxwedanek demdirêj û jê neveger hebe ku ji “pêşî peya” û “hêdî”ya xwe neyê daxistin, da ku herkes bibîne çawa dê serkeftin bi dest dikeve.


