"Hin nivîskar paşeroja xwe dihûne, hin nivîskar hem paşeroja xwe û hem jî a gelê xwe dihûne…’’ Helbet wekî xwendevanekî û li gor dîtinên min helbestvanê me him paşeroja xwe û him jî a gelê xwe di helbestên xwe de teyisandiye. Îcar em werin ser dahûrandin û rexneya pirtûka xwe...
Helbestên pirtûka helbestvan Osman Mehmed a bi navê "Siwarê Bêniştiman’’ ji sê beşan pêk tê. Beşa yekemîn bi serenavê "Rhapsody"dest pê dike, beşa duyemîn bi serenavê "Blues" û beşa sêyemîn jî bi serenavê "Govend" dest pê dike û diqede. Helbestvan di her beşê de helbestên xwe bi zimanekî xwezayî vehûnaye. Helbestên me piranî bi ekla zimanekî dîyalogwarî û bi şêwaz û vebêjiyeke monologîn hatiye tevnesazkirin. Helbestvan Osman Mehmed di helbestên xwe de gelek teknîkên vegotin û vebêjiyê bikaranîne. "Heterojeniya celebên vegotinê ewqas berfireh e ku, ji bo lêkolîna wan tenê rastek tune ye.’’(1) Çimkî vegotin û vebêjî wekî arkelojiyê ye, her ku tê kolan û vekolan dengên cihêreng xwe ji der-bin-hişiya helbestvan didin der loma helbestvan di helbestên xwe de xwebixwe ketiye galegal, nîqaş û dîyalogan, carinan em li dengê helbestvan guhdar dikin, carinan em li dengê vebêj û monologên vebêj guhdar dikin û carinan jî, meriv dibêje qey hin kes li hember vebêj rûniştiye û bi wan re ketiye şêwrên cihêrengîn. Nivîskar bi teknîk û şêwaz û vebêjiyeke piralav, pirmetafor û pirbireser bikaraniye loma jî carinan helbestên me tama çîrokan li ser zimanê meriv dihêle. Em dikarin bêjin helbestvan Osman Mehmed gava helbestên xwe nivîsandiye xwe winda kiriye, di kêlikên nivîsandina helbestên xwe de helbestvan serxweş ketiye çimkî mîna hin kes li hember helbestvan be û wiha pê re dîyalogan datîne. Loma di xwendina helbestan de sehneyên wiha bi xwendevên re çêdibe. Helbet em nikarin hemû helbestan rexne bikin, lê em ê hin mînakan ji helbestan werbigirin û analiz bikin.
Mînakek ji helbesta:
"Tavikê Dida Pirça Kûçik"
Ji jor çi dihate xwar nizanim/lê tavike dida pirça kûçik/û hê jî li bîra min e/siya min bi nûzenûza wî dikenî/diya min hebûya li wê hêyamê/dê bigota "ew çi dêlik in tu didî dû qûna wan?!" (rp, 23)
Em di vê peregrefê de fêm dikin helbestvan çavdêriyên xwe bi şêwazeke monologîn, bi zimanekî monologîn û dîyalogwarî vedibêje, çimkî dibêje "dêya min hebûya li wê heyamê, dê bigota "ew çi delik in tu didî dû qûna wan" div ir de helbestvan bi kê re diaxive, helbet ti kes li hember helbestvan tune ye, xwebixwe dîyalogên monologîn yên ku ji çavdêriyan û ji bîranînên zarokatiyê zaye ji me re vedibêje. Helbesteke hem dema niha û hem jî dema borî diteyisîne. Çimkî helbestvan hem di dema niha de û hem jî di dema borî de dijî. Welhasil helbestên me monologwarî ne, di hundirê serê nivîskar de tenêtiyeke melankolîk serdest e, lê nivîskar ji vê tenêtiya xwe hez dike, hembêz dike, diltengiya nake. Helbestvan li pê şopa paşeroja xwe û gelê xwe ketiye. Ji hêlek din ve helbestên me him natûral in, him jî empresyonist û folklorîk in. Lê em dikarin bêjin bêtir natûral û emrestyonîst in, pêgên folklorê jî helbet xwe di helbestan de daye der û helbet helbestên şexsî yên hundirîn (hestên şexsî) jî xwe di govendê de reqisandine. Loma kategorîzekirina helbestên Osman Mehmed dijwar e, çimkî mijarek tenê venehûnaye, em nikarin bêjin behsa vê mijarê û vî tiştî dike, lê bi giştî em dikarin bêjin behsa, serdestiyê, bindestiyê, paşeroj, bîranîn, serpêhatî, çavdêrî, zarokatî û bêrîkirina zemanê bav û kalan dike û em dikarin bêjin ziman û mijara helbestvanê me natûralîst û empresyonîst e. Zimanê helbestvan ji zimanekî çêkirî dûr e. Em giş dizanin ziman û mijara natûralîzmê û emresyonîzmê jî bingeha xwe ji çavdêriyên hûrgulî werdigirin, loma em dikarin bêjin helbestên me bi çavdêriyeke kitekit û bi baldariyeke şayesandî hatine vehûnandin.
Mînakek ji helbesta: "Navê Mirinê/Ew Deq"
Mirin, her li devê wê tenûrê/tu li halê wê/yan nên dipêçe yan wî nanî pê vedide/tu li xwêdana wê/carna di teşta ser milê wê hê gulokên hevîr in/ez li rastê têm/di ser me re ewra baş e hingê/kêliyên tirsê û tengezariyê/salên berê bere (rp, 34)
Mînakek ji helbesta "Qetla Zarokekî"
Çûkek melisî ser kevneşaxê min/di hewşekê de tikîtenê bûm/ez /bêrek/û çend kurm/ne ji lew-lewa zarokan be bêhis û tenê ye her tişt(rp, 46) Em ji van risteyan jî fêm dikin helbestvan berê xwe bi raboriyê, zarokatiyê û helbet berê me bi rewş û jiyana bav û kalan û natûralbûn û xwezabûna wan, şertên tê de jiyane û dijwarbûna jiyana wan ve vekiriye û di helbestên xwe de van rewşan giş teyisandiye, loma bêhna folklorê gelekî jê tê, lê ji hêlkê ve jî hin helbestên me bêhna post-modernîzmê jî jê tê, yanê pirek di navbera folklorê û post-modernîzmê de avakiriye. Çimkî berhemên derhişîn û binhişîn piranî postmodern e, helbestên postmodern herkehişîn in, heterojen in, mijar heterojen û bênavend in, postmodernîzm mîna lastîkê ye, ji kîjan hêlê ve hûn vezelîne vedizele, momenta postmodernîzmê tuneye, yanê ne tiştekî sabît e. Helbestvanê me di helbestên xwe de dîyalogan û monologan bikartîne, van teknîkan teknîkên postmodernîzmê ne, ji hêlkê ve jî cil û berg û çandeke folklorîk li bejna helbestê xwe rapêçaye, loma jî helbestvan ji xwe re bi zimanekî xwezayî û folklorîk û bi şêwazeke postmodern kompozîsyonek ava kiriye. Bi gotineke kin, helbestên Osman Mehmed me dibe zemanê bere, zemanê bav û kalan, dibe wextê mehsereyan, loma jî ji helbestan tama dimsê, mewijan, şîrê û bastêqan tê, bêhna darên çilo û dareberûyan, kizwanan, tehewan û hwd jê tê û difûre. Mîna hespekî rewan yê bêniştiman û bi serê xwe di nava çiya, latan, dareberûyan û darên çilo dibezîne helbestvanê me. Her wiha di helbestan de têgeha tenêtiyê û tenêbûnî li ser helbestvan û risteyên wî bandoreke mezin çêkiriye, xwebixwe axivîn û dîyalogên cihêreng têra xwe dagirkerî li ser helbestan çêkiriye. Helbestvan tenêtî û dengê tenêtiya di nava xwezayê de him bi bilûrekê(folklorîk) û him jî bi kemanekê(post-modernîk) ji me re strandiye û berbiçavkiriye. Her wekî din di helbestan de ji "ez ê’’bêtir " tu" hatiye bikaranîn, lê dîsa jî bi awayekî vaşartî be jî em vê "ez ê" di helbestan de dibine, helbet bi awayekî eşkere jî " ez " bikaraniye, yanê nivîskar eza xwe him veşartiye, him jî carinan eşkere kiriye. Her wekî din di helbestan de têgehên wekî " xweza û hebûn" qinê helbestê destnîşan dike, û helbet zarokatî û doza welêt jî di helbestan de ciyek ji xwe re veqetandine.
Mînakek ji helbesta: " Hîva Katib "
Çiya hêrs bû digo xwezî wek bere volkan bûma verîşiyama/bi ser potînreşan/çiya hêvîbexş bû digo xwezî siwarekî bi keleşkof tirs û xof/bixista dilê wan (rp, 55) Di vir de em dibînin nivîskar xwe dixe dewsa çiya û dixwaze di ser potînreşan verişe, helbet em gotina " çiya " dikarin wekî alegoriyê jî bibînin, potînreş metafor e, metafora leşkeriyê dinimîne. Çiya jî helbet metafor e û şervanan dinimîne. Yanê wê çaxê em dikarin bêjin helbestvan dixwaze wekî şervanekî li ser leşkeran verişe. Her wekî din di vê ristê de xwesteka helbestvan jî heye, dixwaze şervan tirsê têxe nava dilên potînreşan, çimkî dibêje " xwezî siwarekî bi keleşkof tirs û xof bixista dile wan,’’ yanê asas di vê hevokê de bêhêvîbûn heye, heke em berevajî li vê hevokê binerin em ê fêm bikin ku bi qasî bêhêvîbûn heye, hêvî jî heye.
Ez koçerek ez qaçaxçiyek ez mehkumek ez firariyek/gundên min ên wêran li ser levan/min sond xwariye hilinînim heyfa van çiyayan/dikevim pêy şopa guran/jîr e keleşkofa min(rp, 56) Di vê risteyê de " Ez" bi awayekî eşkere hatiye bikaranîn, di risteyê de dixuye dîsa mijara me desthilatdarî û bindestî ye, lê ev rista risteyeke epîk û serlehengî ye, çimkî heyfhilanîn, serlehengtiyê û epîzmê dinimîne, wekî em dizanin gur jî di vir de metafor û alegoriyeke, gur metafora neyar temsil dike. Yanê helbestvan dengê hidûdên hundirê xwe û dengê hidûdên bêdeng û dengê hidûdên gelê xwe mîna mayînên li ber teqînê be teqandiye û verêsandiye, loma jî em nikarin bêjin mijara pirtûka helbestvan Osman Mehmed a bi navê " Siwarekî Bêniştiman" tenê ev e. Çimkî mijareke serdest tune ye. Gelek mijaran di xwe de xwedî dike. Her wekî din di helbestan de tiştên zedê bi xwezayê ve girêdayî û alav, bireser, kirde û heywanên hatine bikaranîn em destnîşan bikin: " ferişte, cin, hesp, cehnîk, mar,tifing, keleşkof, yezdan, çilo, kûçik, gabelek, darên tûyan, pûş, hîro, kanî, kon, zozan, hewş, êzing, lat, ker û dehşik, qantir, sobe, debançe, hejîr, silêmankê dunikil, gundor, mêkew, çûk, bêr, kurm, darberû, mîx, çakûç, tevşo, pîrevok, mehîn, pîrê, nêrgîz, sosin, binevş, bivir, pisîk, sîsik, kêzik, pez, keftar, piling, şêr, kitik, tawis, pirpirîk, gêrik, melkes, mêş, memik, hinar, tirî, mayîn û hwd di helbestan de hatine şixulandin.’’ Helbet van bêjeyan di helbestan de gelek jê metafor û analojî ne, van têgeh, heywan, alav û hwd di helbestan de wekî metaforên neyînî, metaforên epîk, metaforên serlehengîn û metafor û alegoriyên xwezayî hatine bikaranîn, van metaforan helbestan û şêwaza helbestvan a xwezayî xurtir, baldartir û dewlemendtir dike. Vegotin û vebêjiyî jî xurtir dike, heman demê tevnesaziya helbestê jî zîqtirîntir dike. Werhasil dema em li van bêjeyan, kirdeyan, bireseran, heywan û alavan dinerin em fêm dikin helbestvan zimanekî xwezayî bikaraniye, lê vî zimanê xwe yê xwezayî bi teknîkeke postmodern bikaraniye loma helbestvanekî ji hêla mijarê ve folklorîk, natûralîst û empresyonîst e, lê ji hêla şêwaz û vegotinê-vebêjiyê ve postmodernîst e, û ji hêla bikaranîna zimên ve helbestvanekî naturalîst dixuye…
1)Mihail M. Bahtin, Söylem Türleri ve Başka Yazılar, Metis Yayınları, Rp, 66
**

**

Siwarekî Bêniştiman / Osman Mehmed / Weşanên Avesta / 2020


