Nivîskarê Nobelgir ê Arjantînî Daniel Mantovanî, gava dibêje, “Ez ev çil sal in neçûme Salasê, lê lehengên romanên min qet ji wir derneketin”, têkiliya ax û mirov; têkiliya mirov a bi ax û nivîsê re gelekî xweşkok vedibêje.
Di vê heyama ku em ‘taxa kurdînivîsînê’ li ser “gelo hê jî helbest tê nivîsîn” guftûgoyê dikin, qelemên nûgihîştî, ciwanên xwîngerm, wekî nêçîrvanekî li asêgeh û zinarên şax û torên vî zimanî digerin û seyda peyva kurdî ya resen dikin.
Yek ji van qelemşorê ciwan Rêdûr Dîjle ye. Rêdûrê heyranik, jîr, xwedan peyvên qerase, serwext, nîrê helbestê hildaye ser milên xwe û di nav şûv û mişarên zeviya kurmancî digere. Her diçe gîsnê xwe kûrtir, heman wext, bi hêmintir li axa beyar a vê zeviyê dixe û KÊSTEK û keramên vê erdê diqelêşe.
Aliyê poema Rêdûr a bala dikêşe ser xwe, ew e ku ji axê, ji zeviyê, ji reh û kokên xwe dest bi AŞÊVkirina vê zeviyê kiriye.
Rêdûr axê baş nas dike. Bi şiîrên xwe yên lîrîk, me di nav şûvên axê de digerîne. Em, bi helbesta Rêdûr, a rastî, ‘dûr’ naçin, li cihê xwe disekinin û belkî jî li xwe dialiqin. Ev pirs tê û xwe li mejiyê me dialîne: Bi rastî em li kê dera jiyanê ne?
Zimanê Rêdûr, nazik û kûbar e. Berevajî hin helbestvanên li ser dikê, wî, bi pîrozkirina ‘êş û janê’ deqa xwe raneçandiye, ew bara bêhtir li guvaştina êş û janê geriyaye û belkî jî ji nav genimê xwe êş AŞÊV kirine, rabûye, bi pey hilmişk û KÊSTEKine AXÊ ketiye û tovê hêviyên dilê xwe anîne li van KÊSTEKan çandiye.
Lewre jî, ew, ji qonaxa melankolîzm û romantîzma peyvê bi ba ketiye û xwe gihandiye qonaxa danîn û çandina ‘rihê’ dem û qeda xwe. Li vir, Rêdûr, bi helbesta xwe berê me dide hundirê malê û bi helbesta xwe neşterê ne li êşê, lê bi êşandinê li qelaştina KÊSTEKa rihê me dixe û dibêje, “Ne roja girînê, lê roja avakirinê” bi helbestê dibiriqe.
Lewra jî bi bistehî mirov dikare bibêje, AŞÊV û KÊSTEKa Rêdûr, hêviyeke mezin dide berê şiîra me û şiîrê dîsa bi me dide hezkirin. Belkî me ji ‘melankolîzma angajeyî vê serdema jengarî’ xilas dike û sim û gîsnê xwe li AXê diçikîne.
Lewma mirov dişêt bibêje, “Şiîr jî li KÊSTEKine axê tê çandin” û ji wan şiîran şîrê hizir û hesteke pak aj dide.
Ji ber hindê ye, bi likumîna helbestên wiha xwediristî, mirov ji xumama hişên peregende xilas dibe û xwe di nav atmosfereke sayî de dibîne.
Dest û dilê te ter bin Rêdûrê delal…


