logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Ho-zan

  • Dîrok: 23/02/2009


Hin peyv hene carnan dibin benîşt, nema bi kotek û daran ji ziman yan jî ji cihê lê tên bi karanîn derdikevin. Îro di medyaya kurdî de bi dehan peyv hene ku yan ji zimanekî din, bi taybetî jî ji erebî, hatine, yan jî şaş tên bi kar anîn.
Ez dixwazim destpêkê ji wan gotinên ku hem şaş, hem jî biyanî ne çend nimûneyan bidim.
Bêje rojane, bi taybetî kurdên bakur, vê peyvê bi kartînin, ÎNTÎXAR...erebî ye, lê tirk jî bi kar tînin, ew bi xwe ÎNTÎHAR e, wekî ku tê bêjî ,rast bikar bîne, yan ji kurdiya wê.
TECAWIZ. Bi erebî ye. Wateya wê sedî sed ev e: “Derbaskirin” dema ku dibêjin, “jineke tecawiz kirin” di bin geha xwe de tu wate jê re namîne. Lê di kurdî de ew wiha ye “destavêtin”.
QETILKIRIN. Bi erebî ye. Di kurdî de wateya wê sedî sed “kuştin e” lê çima ne kuştin, çima qetil?
MEKANÊN QEDÎM. Wateya wê sedî sed “cihên kevin” e, lê dikare wekî “warên kevin, şûnên kevin û gelekên din” bi kar bê.
Hê gelek hene, lê min tenê ev çend peyv gotin, ku berpirsiyarên wan yên sereke kesên di çapemeniyê de karê radekteyê dikin in.
Ez ne li dij im ku peyv û navên ji zimanê din bi kar bên, ya pêwîst,  rêziman e, lê divê rast û li şûna xwe bên bikaranîn. Berî niha jî min gotibû ku te H kir X, û K kir Q, nayê wê wateyê ku tu bi kurdî diaxivî.
Belê ev karê çapemeniyê ye.
Di eniya hunerê de jî şaşiyên wiha hene ku dîsa çapemenî jê re berpirsiyar e.
Ji dengbêjan re, em dibêjin ‘Hunermend’, ji bîrawiran re em dibêjin ‘rewşenbîr’, lê ya herî malxerabûn ku bi dehên caran li ser hatiye nivîsandin, peyva ‘Hozan’ e.
Bi devoka behdînî ku mijareke din a gotûbêjê ye, ew ji helbaestan re dibêjin ‘Hozan’, “min hûzanek nû heye”, yanî helbesteke min a nuh heye...
Li bakur jî, kê ku stra, berî navê wî ‘Hozan’ dinivisînin, gelek stranbêjên me, dema xwe didin naskirin dibêjin ez hozan filankes...
Baş e ‘Hozan’ tê çi wate yê? Ez li gorî ku tirkan kiriye ‘Ozan’ nabêjim, ji ber ku ez li ser peyva kurdî, di zimanê kurdî de dibêjim.
Bê guman we ev nav bihîstine, Hoşeng, Hoşiyar...
Ev peyv jî; Şeng...Şiyar.
Ho tê wateya ‘Pir’, gelkî, yanî pirşeng e, pir şiyar e û her wiha.
Hozan jî tê wateya, gelekî zana, pir zana.
Ew kesên ku mirov ji gotinên wan sûdeke mezin werdigere, bi gotinên wan mirovan hinî tiştekî nuh dikin, riyekê şanî mirovan dikin, di gelek hêla jiyanê de xwedî berhem û hêz in.
Lê ku em xwe mecbûrî bi karaninina vî navî, di aliyê hunerê de bibînin, şermeke mezin e ku em  ji stranbêjekê/î re bêjin ‘Hozan’; wê demê em neheqiyeke mezin li Xanî, Cizîrî, Feqî û gelek kesên din dikin.
Heya ku stranbêjek bibe ‘Hozan’, divê pêşî bibe Bîrawir, pişt re bibe hunermend, pişt re bibe helbestvan, ku karibe, êdî berî ku ew ji xwe re bêjin, emê ji wan re bêjin ‘Hozan’, yana wê ew Ozan bimînin, ew jî di zimanê me de gotineke wiha tune ye, lewra jî ne derdê me ye.

hekimsefkan@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Hozan Receb û pirsgirêka strabûnê

  • 05 Sermawez 2008

 Tevî ku hozan Receb stranên pir tevlihev, ser û binê wan hevnedigirt li Wanê û Hekarî stra, kurd bêhiş, abtal dîtin, dîsa jî ezê li ser siyasetê...

Yê mirî ez im

  • 17 Tebax 2009

Efsane wiha dibejeYê miri jî bi zindiyan re li ser  yê mirî digirî, bi wan re xemgîn dibe, bi wan re cenazeyê dibe goristanê, axê davêje ser, wî...

“Min hemberiya yeka kur e”

  • 02 Kewçêr 2008

 Hûn veciniqîn? Ev çi ye hûnê bêjin...belkî bakuriyên ku bûne evîndarê soranî, wê bêjin ev bi soranî ye.Lê yên haydar...

Hemû Nivîsen Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kompozîtora kurd Asya Sultanova

ad

Erdem: Li Amedê dê DTP bi ser bikeve

ad

111 hezar îmze dan Angela Merkel

ad

Ji bo ewlehiyê parêzvan dan Baydemir

ad

Bûka Ecem, Xwesûya Kurd

ad

Pirtûkek zarokan 'Soro & Xunav û Gur' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname