Diyarname
Nivîskar Rukiye Ozmen pirtûkeke zarokan derxist. Pirtûka ji du çîrokan pêk tê ji bo zarokên temenên wan biçûk hatiye amadekirin. Her du çîrokên bi navê "Soro" û "xunav û gur" bi wêneyên bi reng in. Pirtûk wisa hatiye mîzanpajkirin ku beşê çîroka li ser rûpelê û wênene heman naverokê bihewînin. Amedekara pirtûkê Rukiye Ozmen di derbarê sedema amadekirina vê pirtûka taybet a zarokan de diyar ku berhemên ji bo zarokan her di bala wê de ne. Wê berê jî du pirtûkên çîrokan yên bi navên "Şevbuhêrkên Çîrokan" nivîsîbûn lê vê carê wê berê xwe daye zarokên temenên wan biçûk. Derbarê girîngiya pirtûkên taybet yên zarokan jî Ozmen wiha axivî: "Bingeha pêşveçûna ziman û berfirehbûna asoya ramanên zarokan pirtûk in. Ji ber vê yekê bi taybetî divê kurd giringiyeke mezin bidin edebiyata zarokan." Di amadekarina pirtûkê de nivîskar Alî Huseîn Kerîm û mamoste Fevzî Ozmen jî arîkarî dane nivîskara pirtûkê. Her wiha wêneyên çîroka Soro, Oana Barleanu û ya çîroka Xunav û gur Gabriel Foare ku her du jî şêwekarên ji Romanyayê ne risimandine.
Soro & Xunav û Gur / Rukiye Ozmen / Weşanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd -YMK / 47 rûpel


