logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Hûn bêjin çi?

  • Dîrok: 22/11/2008

 

Li gor ku ez wateya peyva klasik dizanim, ew wekî çîn, beş, sinif, kom tê bi karanîn, li aliyê din li gor hinek zimanên ewropayî tê wateya herî baş, wekî nimûne dema ku alman tiştekî baş dibînin dibêjin klasse. Helbet li gorî zimanê berê, tenê ji çîna bilind a burjiwazî re dihat gotin kals, ji ber vê yekê jî dema alman dibêjin klasse, yanî tiştekî bilindbuha ye...
Di wê demê de jî tenê wan karibû li muzîka bilind a senfonî guhdar bikira, wekî îro teknîk tune bû ku her kes li her deverê karibe guhdar bike, ji bo guhdarkirinê mirov mecbûr bû li salonan, zindî guhdarî bike, wekî din ku plak-sêl yan jî aleteke din heba jî, dîsa tenê wê çinê karibû bi hawanda, loma jî navê wê stila muzîkê bûye klasik...ew ne ji ber ku kevn e, lê belê ji ber ku tenê bûbû para wê klasa bilind ew nav lê bûye û heya vê rojê ew nav berdewam e...
Baş e, çima em ji stranên civatan re dibêjin klasîk, ev peyv ji ku hatiye? Ez jî nizanim, lê ez dikarim bibêjim ku navê wan stranên ku em dibêjin klasîk in, stranên civatan in. Hinek dikarin bêjin ku her ew stranên me jî, wekî yên Rojava ji çîna bilind re hatine gotin, ji axan û serok eşîran re...lê ku mirov li naveroka wan stranan guhdarî bike, bêhtirên xwe li ser mirovên feqîr in, bêhtir evîna wan, yan jî qehremaniya wan tînin ziman ku li ser axayekî hebe jî, ne hemû lê bêhtirên wan bi pereyan hatine çêkirin, ev nimûne gelek in, heta hinek jê çewt hatine kirin, ew axa ji bo tiştekî din hatiye kuştin, lê malbata wî, pere dane dengbêjan û wan ew kirine qehreman?!
Werhasilî, bikaranîna peyva klasîk ji bo wan stranan tişteke şaş e. Hûn çi dibêjin?
Tiştekî din, ez nizanim bê wateya Hip-Hop bi zimanên din çi ye, lê dema mirov li sedemên derketina wê dinêre-reşikan li şûna çekan, bi vî stilê “stran”a şerkirinê, li hemberî eniya dijber radiwestin-her wiha dema mirov li rengê bi karanîna Hip-Hop dinêre, ew di civaka kurdî de tiştekî pir kevn e...
Di hundirê malan de dema ku zarok pir dibûn û her seriyek dengek jê derdiket û sedî sed dibûn du bend, mezinan digotin; Bes e hop-hop a we, li hinek deveran Hoq-boq-li hinek deveran jî hir-hop tê bi karanîn, dibe ku hin gelek navê din li hermên cuda lê bibin, lê her ew wekî Hip-hop bi kar tînin.
Ne tenê zarok, her wiha dema ku gundî diketin şer ê gotinan, caran jî digihan dereceya pevçûnê, mêr di şer de bûn, jinan jî nav di wan dida, dilîlandin, lê dema mirov wan dîmenan bîne ber çavên xwe, di nava wî şerî de solîst,vokal û dîlan hene...
Bê guman ew kesê ku wekî solîst di nava wî şerî de cih digirt, yê herî ku mirov hêbet ji dengê wî digirt, yanî dengê ku yê hemberî xwe netirsîne, nikare bibe solîstê Hip-Hop,Hoq-boq yan jî Hop-hop ê.
Dibe ku nav û stila vî şerî li her deverê wekî hev be.
Ez dibêjim ku peyva: Hip-Hop ne çanda me ye, şaş e, ew çanda her devera ku dubenditî lê hebe ye.
Hûn dibêjin çi?

hekimsefkan@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Bazara muzîkê

  • 31 Tebax 2008

 Di gelek, yan jî di piraniya civîn û dan û standina me de, em li ser mijareke tenik û nazik diaxivin, carana em li dora wê derin û tên lê em li libokê naxin. Carna...

Pêşniyaz

  • 16 Rezber 2008

 Ez pêşniyaz dikim ku her hunermendek, nivîskarek, ku cihê xwe li cem derdora xwe nabine, carekê bimere...ku mir wê nirxê xwe zanibe, ku qayilbe, dikare careke din vegere jiyanê, ku...

Ho-zan

  • 23 Sibat 2009

Hin peyv hene carnan dibin benîşt, nema bi kotek û daran ji ziman yan jî ji cihê lê tên bi karanîn derdikevin. Îro di medyaya kurdî de bi dehan peyv hene ku yan ji...

Hemû Nivîsen Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Axaftineke li ser Mekteba Eşîrên kurdan

ad

Kayyum dixwaze navê Amed sporê biguherîne

ad

Ji Komeleya Nivîskarên helwesta Îranê

ad

Ji Weşanên Belkî du pirtûkên nû

ad

Li Premier Lîgê Şampiyon Manchester City ye

ad

Dayikên Şemiyê 400'emîn car tên ba hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname