logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ji bo 3 M'yan!

  • Dîrok: 16/03/2016
M'ya pêşî ji "M"ya Muhittin Batmanli (Serokê Koma Diyalogê ya Dîcle-Firatê) tê.Ji ber ku Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş banga xwedî lêderketina Sûrê kir û gel derket kuçeyan meşiyan, pêre jî hin birîndar çêbûn, Muhittin Batmanli der barê Demîrtaş de serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê da (1) û xwest dozger der barê Demîrtaş de lêpirsînê bide dest pê kirin. Batmanli wisa dibêje: "Ji kî hatibe bila bê me gotibû emê dijî hemû tevgerên ku hizûr û aştiya gel xira dikin bin. Birêz Demîrtaş gel vexwendiye kuçeyan û bi vê bûye sedema şîdet û kaosê, bûye sebeb ku aştiya civakî xira bibe, ewlehiya can û malê gel xira bibe. Di dema ku gelê me herî zêde pêdivî bi aştiyê heye de can û malê gel zirar dîtiye, bûne sedem ku mafê wan ên bingehîn ê ji zagona bingehîn tê bê binpêkirin. Ez bang li saziyên sivîl dikim ku hemû saziyên sivîl li dijî vê bikevin nav tevgerê."
Pêşî, tiştek gelek pîroz e mirov aştiya civakî bixwaze, xwedî li mal û canê mirovan derkeve. Dema mirov wisa li meseleyê binêre, mirov dikare bi rehetî bibêje Muhittin Batmanli sedî sed mafdar e û mafê xwe bikar aniye serî li dozger daye. 

Dayika Taybet Înan
Lê em pirsên wisa bikin: Ev Muhittin Batmanliyê ew qas mirovparêz e, dema li taxa Nûr a Silopiyê diya 7 zarokan Taybet Înan li kuçeyê bi guleyan hat kuştin û hefteyek cenazeyê wê li kuçeyê ma çi kir? Çû der barê kesên wisa kiriye de serî li dozgerî da?
Mebûsê CHP'ê Sezgin Tanrikulu nameya kurê Taybet Înan Mehmet Înan li meclisê xwend (2). Vaye ji wê tenê du sê rêz, "Dema li diya min dan me baz da. Berî me Apê min xwestiye here lê li wî jî dan. Dema ez çûm cîranan apê min dibirin. Min got "Diya min?", gotin "Li Kuçeyê ma."
"Diya min tam bi temamî heft rojan li kuçeyê ma. Em yek jî ranezan, me got belkî kûçik bên, yan çûk bên wê bixwin. Li wir raza, em 150 metre dûrê wê mirin."

Pitik Mîray
Pitika 3 mehî Mîray ku li Taxa Sûr a Cizîrê hat kuştin. Apê wê Abdurrahman Înce wisa dibêje (3): "Mîray di hembêza meta xwe de û dema li ser derenceyê bû gule lê dikeve. Dibêjin qey miriye lê xwîn nîn e. Pênc deqe paşê digirî. Birê min Abdulkerîm gazî ambûlansê dike û alîkarî dixwaze. Yên li ser xeta telefonê dibêjin bila jin û mêrek ala spî hildin û pitikê ehta cihek bînin. Li ser vê bavê min Ramazan, diya min Rûkiye û birê min Abdulkerîm pitikê digirin û derdikevin derve. Bavê pitikê Burhan û diya wê Soulîn li mal dimînin. Bêyî zêde dem derba bibe dengê çekan tê. Berî ambûlans bê gule ber didin. Mîray bi guleya duyem ku lê dikeve li wir dimire, Ramazan (têbinî: Ramazan înce yê 80 salî paşê dimire) û Rûkiye bi giranî birîndar dibin. Saetek li wir li kuçeyên d imînin. Birê min li mebûsê HDP'ê Faysal Sariyildiz digere, li ser vê ambûlans tê."
Ka te got çi birêz Batmanli?
Li Tirkiyeyê li gor Zagona Bingehîn encax Koma Wezîran dikare li hev bicive, li gor rewşê dikare biryara qedexeya derketina kuçeyan bide, lê li bajarên kurdan qeymeqam bê hiqûqî vê yekê dikin. Rojek me nedît ev Muhittin Batmanliyê mafparêz serî li dozgeriyek dabe û xwestibe ev qedexe rabin; ku ev qedexe dibin sedem ku jinên bi heml nikaribin zarokan bînin, extiyarên nexweş herin nexweşxaneyan, zarok herin dibistanê...
Li Sûrê wisa nivîsandin "Ger tu tirk bî serbilind be, tirk nebî îtaetê bike", wisa nivîsandin "Tuyê hêza tirkan bibînî"... Ka ev Batmanliyê me çi kir?
Em dikarin qala gelek mînakên din jî bikin lê bes in. Em pirsek ji endamên din ên Diyaloga Dîcle-Firatê bikin û derbasî M'yek din bibin: "Hûn çi difikirin? Bi ya we jî Batmanli tiştek rast kiriye? Ger kiribe ji bo van mînakan gotina we çi ye, ger rast nekiribe çima serokê koma we ye û hûn jî li dû diçin?"
Em bên ser sernavê: Ji "M"yan yek Muhittin e, yê din Mîroglu ye. Mîrogluyê em dizanin dijî peyva "Ne mutlu Turkum diyene" (Çi serbilidiye mirov tirk be) derketiye û niha jî mebûsê AKP'ê ye; Lê em nabînin ku li ser "Ger tu tirk bî serbilind be, tirk nebî îtaetê bike" tiştek gotibe. 
M'yê sêyemîn jî Muhsîn e, Muhsin Kizilkaya. Ew Kizilkayayê ku em dizanin ew jî ji Newrozê hez dike û ew jî qebûl dike ku Newroz cejna kurdan e. Îro, dema ku ev nivîs hat nivîsandin li bajarê wî, li Culemêrgê walîtî li navendê û li hemû navçeyan (4) pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir, her wiha walîtiya Mêrdînê û Rihayê jî... Û Kizilkayayê me Şêwirmendê Serokwezîrê Tirkiyeyê ye. Nizanim tiliya wî jî di qedexeyê de heye yan na.
Nizanim hewce dike em mînakan zêde bikin yan na?
Mesela li Cizîrê di jêrzemînan de birîndar hatin kuştin ligel ku derfet hebû ew bi saxî ji wir bêne derxistin...
Mesela partiya van her du M'yan dibêje "Di dema me de kuştinên kiryar nediyar nîn in." Lê belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadri Bagdu (5) li Edeneyê hat kuştin û sal û nîv derbas bû hê jî bersûc nehatine dîtin. Ka ev her du M çi dibêjin?
**
Têbiniya min: Min ev nivîs nivîsî û ez poşman bûm, ku baweriya min ew e bi kêrî tiştek nayê; Ji ber ku ji van M'yan yek jî guh nadê. Bi baweriya min ew her sê M jî bi qasî min bi van tiştan dizanin... Loma min jê bir. Lê bi baweriya "Notdanîna ji bo dîrokê" min careke din nivîsî. De a bixêr, belkî ji van her sê M'yan yek rabe bersiva me bide? Belkî yek ji wan rabe bibêje te tiştên şaş nivîsîne? Çi zanim... Ka dîrok wê çi nîşanî me bide...
 
**
 
Ji bo çavkanî sernavan bitikînin 
1- Binêrin nûçeya El Cezîre
2- Tanrikulu name xwend
3- Nûçeyek ji BBC (em heqê wan nexwin, DÎHA, Evrensel, gelek weşanên din jî nûçeyek wisa saz kirin)
4- Qedexe bi ser qedexeyan de tê, Diyarname
5- Bagdu bi 5 guleyan hatiye kuştin, Diyarname
 
 
Hin Nivîsen Nivîskar

Kurd li Agirî, Îdir û Qersê wê çi bikin?

  • 24 Rêbendan 2024

Tu li qada twitterê* dinêrî gelek kesên/kurdên bi aqil, xwedî gotin li ser berendamtiya Şaredariya Stenbolê diaxivin. Bibe-nebe Stenbol. Bi ser de jî vê dibêjin,...

Li Kozakliya MHP'yî nêrîna li Demirtaş

  • 05 Tebax 2014

Kozakli navçeyeke Nevşehîrê ye. Li herêmeke turîstîk e. Zêdetir bi germava xwe navdar e û her sal bi deh hezaran însan diçin wê derê. Hinek ji bo...

Ji roja 'Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin' heta niha

  • 26 Gulan 2008

 Pêşiyên me gotine; "Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin". Min wê rojê ji bo yekî qala vê peyvê kir, ecêb ma. Belê eynî...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

TKDP û KADEP bûn yek

ad

Leonardo DiCaprio pereyeke gelek mezin da Ûkraynayê

ad

Agahiyên dawî yên ji Pirsûsê û Kobanî

ad

Xêz: Serhad Karaaslan

ad

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

ad

Mahmut Alinak dê 500 daran biçine

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname