Diyarname
Roj rojên pîrozkirina Newrozê ye lê walîtî yek bi yek dest diavêjin qedexeyan.
Ev hefte hefteya Newrozê ye. Kurdan bi dehan bajaran xwe amade kirine ku Newrozê pîroz bikin lê li gelek bajaran walî serî li qedexeyan didin.
Li her derê Culemêrgê qedexe ye
Pêşî qedexe ji Walîtiya Culemêrgê hat. Walîtî li Culemêrmê û hemû navçeyên wê Newroz pîroz kir. Walîtî got ku ji roja 15.03.2016'an wêde heta fermaneke din civînên li derve û meş, çalakiyên Newrozê hatine qedexe kirin.
Rihayê jî qedexe kir
Dûre qedexeyek din ji Rihayê hat. Walîtiya Rihayê li hemû Riha û navçeyên wê pîrozbahiyên Newrozê, meş û daxuyaniyên çapemeniyê qedexe kirin.
Li Mêrdînê 30 roj qedexe
Di vê navberê de Walîtiya Mêrdînê jî daxuyaniyeke weşand û ragihand ku ji 15'ê mehê hemû çalakî hatine qedexe kirin ku heta 30 roj ev qedexe dê bidome.


