Roja duyan min karî xwe bigihînim fûarê. Bi destekî sivik, min peyasek kir û çavek li derodorê gerand.
Vê heyna ku zemherîr û seqema “kanûna biçûk” li derî dida, germahiya pirtûkan, cihana rengorengo ya dezgeh û kozikên weşanxaneyan, bivê nevê bişirîneke germ ser rûyê mirov çêdike.
Û rûyên nas.
Û rûyên nas û dostane.
Û çavên bi ken û geş, awirstêrk.. yanî awirên kurdanî yên mîna bilbizêkên di beramberî seqemê karîne geş bimînin û bibêjin “rojbaş, hê jî stêrka me li vî esmanî dibiriqe.”
Çawan tu ji derwazeyê navenda kongre û pêşangehê ya qerase pê diavêjî ser derazingê û kerem dikî jûr, bala te yekser bi reng û herfên kurdî digere. Fûar têr bi kurdî ye û anonsên gazîkirina bo panelan jî ligel tirkî bi kurdî; kurmancî-zazakî dibin bayekî nerm û bi ber guhên te dikevin.
Bê hemdî xwe kenekî memnûniyê xwe di sûretê te de bi cih dike.
Heçî ez im, tu carê hema yekser li kozika xwe rûnanim, divê sertaser li fûarê bigerim. Bi taybetî li ber kozikên me, yên taxa me îlem qederekê gîro dibim. Heçî nas in, heçî dost in…
Û sohbetên dûvdirêj ên fûaran…
Û nivîskarên wekî zarokên xwe ji bo eydê hazirkirî, bi eydaniya xwe –berhema xwe ya teze- li wir in. Li pişt wan dezgehan, li pişt gidîşên kitêban bi çavên meraqdar, rûniştine.
Îlem tu yê silavekê bidiyê, îlem dê behsa xwe û berhema xwe bo te bike.
Bila di nava me de be, eman dengê me neçe tu kesî, -heyran wele kitêb buha ne- ka kîjanê bistînî kîjanê bihêlî. Carina newêrî di ber hin kozikan re biborî… (henek henek)
Atmosfereke welê li fûarê heye; hemû weşanxane can û dostên hev in, hemû nivîskar pismam û dotmamên hev in. Sêhreke welê xuya dike… Erê lê ev tenê “sêhr” e û piştî her kes vegeriya “kozika xwe” û dinya tev dibe “ew kozik” êdî navenda dinyayê ew der e. Ku beranek bisko hebe, encax li wir be, ku çavxezal û porxelek hebe, encax li wir be; hebe nebe “koza min, doza min, toza min… min min minnnnnnnnnnnnn!”
Îja çavekî sertanser li salonê bidim.
Tu dibînî, weşanxaneyên kurdan piranî xwe dane milê çepê yê salonê û hema bêje piranî li tenişta hev in. Hin weşanxaneyan jî çeperê xwe li milê rastê girtiye. Heçku bibêjî, “çep û rast, nan û mast, taştêya rast!”
Eger em salonê wekî stada futbolê binimînin; em ê bibînin ku baskê çepê û defans li ser pişta weşanxaneyên kurd e, nîvenga sehayê jî piranî weşanxaneyên “mêvan” in. Salon B jî piranî cihê pirtûkfiroşên xwendingehan û dam û dezgehên kultûrî ye.
Ez danekî “li koza me” mam.
Bi duristî tam hefteyek fûar heye.
Heta pê re bigihîjim ez ê herimê. (Here pêş, were paş, rêya xwe neke şaş)
Hêvîdar im, ji bo weşangeriyên kurdî baş be û bi dilê wan derbas bibe. (Pirtûk bên kirrîn –û xwendin helbet- û zehmetiya wan di avê neçe) Bibêjin amîn!
Hêvîdar im, deng û peyva kurdî cihê xwe yê heqkirî bigire. Bibe sertac û serdîwana vî bajarî, paşê vî xelkî û pê re dengê xwe bigihîne dinyayê.
Qedera kurdan, di vê berbanga hilpişkînê de, pareke pir zêde girêdayî reformên ziman, ronesansa wêje û kulturê ye. Divê zêhn bi kurdî bên çandin.
Em dikarin tenê sê tiştan bikin.
Kitêbek kurdî bistîne û diyarî hezkiriyek xwe bike. –Kurdî belav dibe, bi hezê.
Kitêbek bikire û diyarî zarokek kurd bike –Kurdî bi “biçûkêd kurmancan” şîn dibe.
Kitêbek bikire û ji xwe re bixwîne –Kurdî bi gava ewil xwe berî dilê te dide û êdî jê dernakeve.
Û “Şamîranê”* jî ji bîr nekin : -)
***
Nivîsa eleqedar:
**
*Nota Diyarnameyê: Şamîran navê pirtûka Omer Dilsoz e û nû derketiye. Yên bixwazin dikarin li standa Weşanên Peywendê peyda bikin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir
- Va ne hemû çalakiyên weşanxaneyên kurdan (Fûara Amedê)
- Nêzî 30 weşanxaneyên kurdan ên dê herin Fûarê Pirtûkan a Amedê diyar bûn


