logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Ji vir û Qamişlo

  • Dîrok: 20/03/2008

 

Pênûs di nava tiliyan de, kaxiza saya li ber min. Çav noqî dûr, dûr tibabekî. Mejî li min kumişiye, mişt, mejî deşo, ji hîs û geryana bi mij û moran a bûneweriyê... Li dû “wez”ên bêwerz, li dû serencamên Binxetkirî. Li dora dûr û nêzê diherim, têm, lê belê tu tişt li rû-pelê saya nayê.
Her peyv, pênase, wate, sembol, sîma, kurtepist, pirs û bersiv, li bayê bezê, li şîpekê, bêqonax û bêduryan hiş dibin di bîreke agirîn wer dikin, vedikin dil bi du birînên Binxetî: Qamişlo û Mihemed Şêxo...
Bêliv im, pêkar û refleksên min bi min ve nayên, pênûs nakêlime, pel saya. Nayê tu kiras li vê bejnê, li vê balê.
Li kefa dêst dinêrim: Qamişlo; li mûma ku dihele diwerêvim: Sînemaya Amûdê;  li sûretê ku li dîwêr e dinêrim Mihemed Şêxo; li têlên sînoran diherim; Helebçe Helebçe û zerahî...
Wêdetir mirin, xalî bi qasî kewareke mozanqirtkan! Kerdengiyeke xumam, qerqeşûn û pêvedan wêdetir...
Wêdetir bergehên belek belekî, roya ku li xezebê hilatî, deng, lewlew, derbendên ecacokê, gêjgerînekeke reş û spî wêdetir.
Mirin, tirs, term, mirî, lûle, cênîk, xwîn, saw, birûsk, kevir, kevkanî, baran, ax, şev, darbest, girî, dûriyên balûpal, derba kuştinê derba kuştinê derba kuştinê... bi bêhnekê’r min bêhnfetiskî dihêlin.
Wêdetir zilm, postal, xerdel, bêxwedîtî, bêXwedatî, bênavî, sirgûn, mişextî, bêpiştî, berbelavî... sînor sînor sînor.
Revek li xwe, li xwezayê, li amaje û sûretan, hewante hewante.
Halanek li dil, li tiliyan, li pênûsê: Pel hê spî, spî spî, rû reş reş.
Tu tişt naniqute, nawerêve.
Tu tişt ne tu, her tişt ne tişt.

Hebe nebe hisandin; li Qamişlo, li Helebçe, li Sînemaya Amûdê, li Mihemed Şêxo, û derdên ku nayên jimarê.
Hebe nebe Felek, êş, Nesrîn, du çav, du birînên ku digirîn, sewta kedirî, Bisk û qêrînên di kerika guhê Xwedê de lal lal lal.
Hebe nebe li ber barana çarhêl a vî Agirî, li ber mûma vemirî, li ber sewta kedirî, li bin Asîmanê ku ji mêj ve ye hîç û tu car li me nagirî: DILGIRÎ DILGIRÎ DILGIRÎ
Hebe nebe Navê Bênaviyê; hebe nebe Bavê Felek û Hezkirin, her û daîm daîm daîm.
DILGIRÎ bi wê hêviya ku tu pê dihedirî, Qamişloka min!
… 
Pênûs hê jî di nava tiliyan de, kaxiza li ber min saya. Çav noqî dûr, dûr tibabekî, biferzînin ji vir û Qamişlo..!

ezyeqin@hotmail.com
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Beytika biçûk: Edîth Pîaf

  • 06 Avrêl 2008

“Ezîze Teresa, Îsayê zarok! Terka min mekin, terka min mekin! Hêzê bidine min, dixwazim hê bijîm, hê bijîm! Naxwazim kor bibim, dixwazim birevim birevim birevim...

Berî û Piştî Gotûbêja Helîm Yûsiv û Monologa Min a Bi Min Re

  • 09 Berfanbar 2014

Ew deng..ji zaroktiya min û ta bi niha ve ye, fena kurtepistekê di guhê min de dipiste ku ciya min û hem kurmanciya min Fata Hewê (ya ku nav û dengê wê ji yê min...

Mirina Stalîn

  • 18 Kewçêr 2026

1953, adar. Stalîn miriye. Em ji do êvarê ve pê dizanin. Li dibistana leylî xemgirêdan mecbûrî ye. Bêyî kirtînî ji me çêbibe em diçin razanê. Serê sibehê em dipirsin: Îro betlane ye?   Çavdêr...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Semsûrê çalakiya gotûbêj û îmzeyê

ad

Serketiyên dinyayê: Jinên Sirb

ad

HDP û KCD'yî cejna xwe li Kobanî derbas kirin

ad

Gelo civîna Dolmabahçeyê dê bandoreke çawa li hilbijartinê bike?

ad

Encamên Pêşbaziya Çîrokan a A. Duran eşkere bû

ad

Beşîktaşê Trabzon têk bir: 3-0

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname