logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

HDP û KCD'yî cejna xwe li Kobanî derbas kirin

Heyeta ku ji HDP û KCD'ê pêk dihat di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de çû Kobanî, cejna wan pîroz kir û piştî civîneke ve

  • Dîrok: 04/10/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Heyeta ku ji HDP û KCD'ê pêk dihat di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de çû Kobanî, cejna wan pîroz kir û piştî civîneke vegeriya.

Ev roja 20'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Kobanî dikin û Kobanî ber xwe dide. Heyeta ku ji Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlementerên HDP'ê Ertugrul Kurkçu, Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Endamê Meclisa Daîmî yê KCD'ê Seydî Firat pêk dihat çû serdana Kantona Kobanê ya rojavayê Kurdistanê.Heyet ji aliyê Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslîm û rêveberên hikumetê ve li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hat pêşwazîkirin. Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag derbarê serdanê de daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku dilê hemû gelan li Kobanê ye û wiha dom kir: "20 roj in 20 caran gotin 'Kobanê ket', lê heya îro ev berxwedana dîrokî berdewam kir. Vê berxwedanê baweriya li hemberî Kobanî û Rojava zêde kir."
Yuksekdag, ragihand ku divê hem qada dîplomatîk û hem jî qada berxwedanê bê mezinkirin û diyar kir ku dê çalakiyên li sînor berdewam bikin. Yuksekdag, da zanîn ku çalakî dê hêj qelebalix û girseyî pêk bê û wiha axivî: "Bila şervanên li vir ji me piştrast bin."

Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslîm jî diyar kir ku şer û berxwendan berdewam dike. Muslîm, diyar kir ku hewil didin modela li Rojava û şoreşê bi fetisînin û wiha got: "Lê bi ser nakevin. Îro gelê Kobanî di mizgeftan de nimêj kirin. Em in xwediyê vir, li ser axa me cihê dagirkeran tune ye."

Heyet piştî ku cejna gel pîroz kir, dest bi civîneke ku çepemenî negirtin nav xwe li dar xistin. Piştî hevdîtinan heyek piştî nîvro ji Kobanî vegeriya.

Piştî vegerê Mebûs Tuncel li ser serdana wan axivî. Tuncel got ku şervanên YPG û YPJ silav ji bo gelê di berxwedanê de şandiye û got ku ev du roj in pevçûnên giran li dar dikevin. Tuncel got ku şervanên YPG û YPJ'ê êrîşa li hemberî Kobanî têk birine lê hê jî talûke derbas nebûye. Tuncel qala bombekirna hêzên navnetewî ya mewziyên DAIŞ'ê jî kir û got: "Rayedarên li wir gotin 'Di dema xwe de bombebaran bihata kirin dê DAIŞ nekariba ew qas nêzî bajêr biba.' Wan got ku em bi hêz xwe bawer in û gotin ku wan êrîş şikandiye."

Mebûsa HDP'ê Sebahat Tuncel di dawiyê de wisa got: "Rêya aştiyê ya Tirkiyeyê ji Kobanî derbas dibe. Em bang li hemû hêzên navneteweyî, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û hikumeta Tirkiyeyê dikin ku piştgirî bidin vê têkoşînê."

Heyet piştî daxuyaniyê çû serdana kobaniyên ku koçî Pirsûsê kirine.

Di vê navberê de li Pirsûsê gel bi zincîreyeka ji mirovan pêk hatî ku li ser sînor çêkir silav li Kobanî kir.

YPG'ê jî li ser bîlançoyan got ku ji bilî daxuyaniyên me yên fermî guh nedin xeberên ku derdorên cur bi cur diweşînin.

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xwebûniya Wêjeya Kurdî

ad

Ji Şahiya Çand û Hunerê ya Ciwanan re hindik ma

ad

6 rojnameger hatin girtin

ad

“Pêlên Eşqê” bi Latînî derket

ad

'Bêjanasiya Zimanê Kurdî ya Dîrokî' derket

ad

Hesabdayîn çi ye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname