Ji bo guhdarîkirinê:
Fûar, li texma xelkê, ew dem in ku nivîskar tên gel xwendevanên xwe û der barê kitêbên xwe de çend gotinan dikin.
Ev ji bo wan wekî moral dikeve kîsikê nivîskaran, wekî dirav dikeve kîsikê xwedanên bazarê û weşanxane jî gelek caran kumê xwe datînin serê xwe, qenebe ku karibin serbiser ji nav meseleyê bifilitin, dibêjin xweziya me!
Çi li jêr çi li jor, fûar hê jî li taxa me kurdan, welê ne ku “şîva miriyan” pê diçe.
Te dî carina du sê weşanxaneyan mil da hev, di kozikeke berteng de, neh deh nivîskar wekî paleyên kayê anîn dane tengala hev û heke dostek û nasek di wir re derbas bibe, ji şerma dinyayê kitêbek jê distîne.
Tu di stêrkên çavên wan de dibînî; kêfa nivîskar ne li berojî lê kêfa wî dibe kelogirî û di qirikê re dimîne.
Gelek caran, tu gazina weşangeran dibihîzî; “Heke ji bo xatirê kurdî û şerma dinyayê nebûya min xwe nedida ber vê eziyetê.” Gelo rast e?
Helbet, çiqas rast çi neweyî, heke ev peyv ji devê te derket, xuya ye hin tişt ne di rêya xwe de ne.
Erê, li aresê bi rastî jî “krîzek” heye.
Her çi ev krîza nêziktêdayînê be, her çi krîza berhemanînê be, her çi krîza xweîfadekirinê be, her çi krîza proje û plandanînê be.
Di dawiya rojê de, tenê rastiyek xwe di korta çavê me dikute: Em li welatî “TIRKΔ ne û tenê û encax tiştek ku “TIRKΔ be, qîmeta xwe heye. Wekî dî “meze” ye. Şîva miriyan e.
Helbet, hindî ku ez xwe pê re bigihînim ez ê her dîsa biçim fûarê. Lê erê, heye ku kitêba min a nû jî derkeve, heta heye ku weşanxaneyê surprîz kiribe û ji bo min bername jî çêkiribe –kî dizane?
Mesele ne ev e.
Mesele, ka em ê şîva miriyan bi xêra kê bidin vê carê?
De rûyê xwe tirş mekin lo!
Va ye “pêşangeha pirtûkan a Amedê” hat. Vê seqema serê zivistanê, belkî li wir, çend qisedanên bi nas û kitêbdost re piçekî nava me germ bibe.
Te dî belkî li wir, em rastî hev bên jî.
Ku em rastî hev hatin û cihekî me yê rûniştinê hebe, em ê çend gotinên xweş ji xwe re bibêjin.
Dinya “boş e lo!”
Û ligel vê “boşatiya xwe” dîsa jî “xoş” e.
**
Nûçeya li ser fûarê:
- Nêzî 30 weşanxaneyên kurdan ên dê herin Fûarê Pirtûkan a Amedê diyar bûn


