logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Kêra Kalanî

  • Dîrok: 15/02/2025

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Pelên daran dikin zer bibin, pişta me li dara sedsalî ya darçinarê ye. Lodeke ji qalikên gûzan li ber dara me pişt daye cî li xwe xweş kiriye. Mijeke tenik daristana ku di bînahiya me de raxistî dorpêç kiriye. Heşt gûzan ji çenteyê xwe dertîne. Sê gûzan dirêjî min dike, sê heba jî datîne ser kevirê kêleka xwe. Ewila ewil her du gûzê mayî dişikîne. Piştî êmîn dibe kakil ji qalikan xilas bûne. Bi kêf li Hirço (kûçikê li kêlaka wî rûniştiye) vedigere. Destê xwe li serî digerîne. Wexta kefa destê xwe li ber Hirço vedike, Hirço di derbek de kakilan li ser ziman digerîne. Ez li gûzê xwe, ew li para xwe vedigere.  Dema dixwazim ez jî bi kakilê gûzek tehma devkê Hirço xweş bikim, dibêje: 
- Na ji du gûzan zêde bixwe bi vîjikê dikeve...  

Piştî em xuriniya xwe bi kakilên gûzan dişikînin, pakêta cixarê ji çenteyê li kêleka xwe derdixe. Cixareya qûnsor di nava lêvên xwe de bi cî dike. Wexta titûna di nav tiliyên min de dibîne, destê xwe tevî qûnsorek di nîvê rê de dibe bêrika xwe. Hesteyê di nav tiliyan de çend çîkan ji xwe berdide.  Lebat bi mirûzê wî yê tirş dikeve. Dibêm:
 - Te go çi?

Dengê xwe qasî bibihîzim bilind dike û dibê:
 - Qet.

Bi bişirîn dibêm: 
- Kuro kes li dora me tune. Bê minet bayê li ber te ketiye berde. 
- Ez di çilka xwînê nim! Îja dilê te rehet bû?

Bi tîqetîq dikenim. Bi çavên beloq li min mêze dike. Berê cixareya wî, dûre ya xwe pêdixim. Bi çend gotinên kurt sedemê tîqîna xwe jê re dibêjim. Mû ji rûyê wî naleqe. Qederek bêdeng temaşe dikim li dûyê ku ji nav lêv û firnikên me dikişe û tevlî mija tenik dibe. Wekî ku pişta xwe bi darê bide xurîn çend caran lebat pêdikeve. Şewqeyê li serî dikişîne nava çavê xwe. Bi dirêjkirina lingan re di ber xwe de dimizice... 
Bi agirê cixareya di dest de agir bi qûnsoreke din dixe. Gurma dawî li qûnsora li ber xilasbûnê dixe. Qûnsorê di nav axê de ditefîne. Lingê dirêjkirî dikişîne ber xwe çarmêkî rûdine. Şewqe ji nav çavên xwe radike. Xwêdana li eniyê xwe pa dike. Çavên melûl berî didin nav mijê. Bi dengeke bilind ê dilşewat re, mija hundirê xwe ya serî li gerandiye bi kilama Dengbêj Reso ya bi navê Evdêl re di ser mija heyî re ro dike. Xwe li hêsirên wî yên li ser dêman diteyisin nakim xwedî. Bi xilasbûna kilamê re agir bi dû cixareyan dixim. Bê ku îtîraz bike titûnê di nav lêvên wî de bi cî dikim. Wexta gulma dawî li titûnê xist bi pirqînî go:
- De rabe ser xwe. Ma deng nayê te xuşîn bi ava çayê ket. 
- Xuşîna çi, halê çi? Qey te li hiş xistiye? Rêya seatek em ji koxa te dûr in. Dinya xera be êdî ez nikarim bimeşim. 
- Law hûn şeherlî çiqas zor in. Ser û bin em heşt kîlometre meşiyan. Ez û Hirçik du sal e dev ji rojê biqere me deqeyek jî ji xwe şaş nekiriye, her ro heman saet û heman deqeyê di heman rê de dimeşin. Hew em rêya 5 deqeyan ji mal dûr in. De rabe heta tu avek li xwe bikî ezê taştêyeke çiyayî li ber te raxim... 
Xaniyê lê dima li ser devê kendaleke li lêva deryayê ava bûbû. Navbera xaniyê wî û malên herî nêz 10 kîlometre hebû. Heta min xwe şûşt wî sifreyeke bi dilê xwe li nav baxçeyê ku bi her cure darê mêweyan xemilî rast kiribû. Wexta ez nêzî sifrê bûm min biken go:
 - Wele tu li perê cinetê ketiyî. 
- Erê bavo erê. Dengê daholê ji dûr ve xweş tê. Nalîn û zarîna ji pêlan bilind dibe di şevên zivistanê de dine ca meriya. Di sala ewil da a min kişand her xwedê dizane. Hela wê mostikê (têlefon) deyne Xwedê ji te razî. Dinya di cihek de nare...

Pişta wî û berê min li deryayê, em li ser sifreyê rûniştin. Bi fîtîniyeke ji nav lêvên wî pekiyayî re Hirço li ser kursiyê kêleka wî cî li xwe xweş kir. Mîna dayikek dergûşa xwe xwedî bike cûtikek nan dihavêt devê xwe, cûtîyek jî di diavêt devê Hirço. Bêdengiya me û howirdorê ez zivêr kirim. Hê destê min neçûbû têlefonê hişk bi destê min girt û go xwarina xwe bixwe.... Êdî min hew xwe ragirt: 

- Xêre law? "Mîna kafirê di xwesiya xwe ne" serê te ji ber te ranabe. Di ber xwe de mizicî.

Pariya di devê xwe da daqurtand û go:
 - Tu jehrê dixwazî. Lê xema nexwe bi qehweyê re heta tu têr bibî ezê li ber te ro bikim. Niha heta dikarî zik têr bike.
Di serî de bibêjim. Pirs tune ne. Hebin jî wê bersiv tune bin. Wexta Delal li nexweşxanê bû tê bîra te ne? Em çil ro û çil şevî li wê zindanê man. Haya we gişta jî ji rewşê hebû. Lê hûn bibûn kevirê bin avê. Bîst û çar seatên min li nexweşxanê dibihurîn. Ji xeynî derdora min herkes li cem me bû. Heta meheyek jî mam li ser piyan. Pêra pêra kenê xwe bi xwe li min peyda bû. Siheta min li cî lê wî kenê ji nişke ve serî li xwe bilind kiribû kezeba min kiribû destê min. Neweribûm ji bo kişandina cixareyê ji odê derkevim. Çer diçûm li ber dîwarê min ji xwe re kiribû war mîrata ken heta hêsir bi çavê min nexista dev ji min bernedida... Şevek ji şevan, bi dengê têlefonê ji cihê xwe hilpekiyam. Delal di xewa kûr de bû. Min yekser têlefon bêdeg kir û berî da der. Wexta çavê mi bi saetê ket qidûm li min şikiyan. Saet sisê û nîvê şevê... Ji qatê pêncan min xwe berda xwarê. Li ber derî li têla hatî vegeriyam. Bi bihîstina "bi şaşî destê min li têlê ketiye" re bêhna mi hat ber mîn. Li ciyê cî rûniştim wekî hercar mi agir bi cixareyê xist... Li vegerê wexta di ber ewlekarên nexweşxanê re bihurîm deng bi mêrikek ket. Ji ewlekar re go:

- Morg li kijan aliye?

Bi bihîstina peyva morgê re ez çawa li asansorê siwar bûm û çawa çûm jor nizanim. Hew min dî li ber derê odê me. Hêdîka min derî vekir bi gavên giran ketim odê. Ji bilî kulpîna dilê min ode di nava bêdengiyê de bû. Cîrkî Delal ketibû nexweşxanê xure xur lê peyda bûbû. Û şans îşev jî deng jê biliyabû. Hêdî hêdî heta ber serî çûm. Mi xwe di ser de xwar kir, na deng tune. Bi destên ricifokî min lembeya li ber serî vêxist. Erê min bi her du çavan dit waye nefest dide... Xwarî erdê bûm û dest li ser û çavê min vegeriyan. A wê çaxê min biryar da li we kevirên bin avê vegerim, çavê xwe bigrim û devê xwe vekim. Min wisa jî kir. Dengê dawî ya piştî nîvroyê bû kêra kalanî. Tu carî bi derbek wiha bêbext re rû bi rû nema bûm. Ew jî bû sedem kumê xwe daynim ber xwe. Na na tu kesî sûcdar nakim. Xweş dizanim sûcdar safiktiya di nava min de ye. Helbet dizanim têkiliyên însanan li gor berjewendiyan dimeşin. Heta ava wan di coyek de herîkî li cem hev in... Heyat gelek rê û dirba li ber mera vedike û gelek deriyan digre û vedike.  Em mileteke bindest in, gelkî normale jî bi dehan cureyan nexweşî li me peyda bibin. Pere, mal û milk ji herkesî re lazim în... Naxêr merû nikare, nabe li her bayî bireqîse.  Lê bîr û bawerî, dostî û hevaltiyê carê derb xwar, êdî tu miriyê gorê yî. Netirse min hiş neavêtiye. Derûniya min gelekî jî baş e. Êdî tu tiştî navêm nav dilê xwe û yên di dil de jî der dikim. Ew kî bû nayê bîra min digo: "Hewil bide bi gelek însanî re hevnas be, ji kêm însanan hez bike û baweriya xwe bi tu însanî neyne". Na na bêbawerî nabe, ez nikarim bi wî hawî bijîm. Belkî rast jî gotiye, lê bila ji min dûr be. Dizanim çima li vir im bi Hirço re. Bes min ta di derziyê re kir û êdî nakim jî. Lê vê jî bizane! Li pişta xwe çikandî me, kêrek im, kalanî me, termek im, spî sar im.

Hin Nivîsen Nivîskar

Ewrên Serhişk

  • 11 Gulan 2026

“Çil û pênc roj in ewran xwe daye ber royê û misqaleke tîrêja tavê narije ser axa Kurdîstanê. Tişta herî balkêş jî ev e; bi hatina êvarê re ewr vedikişin. Hîv tîrêjên xwe yên zîvîn ber dide ser rûyê...

Destên Leylayê

  • 13 Pûşper 2021

Ji  ber pandemiyê em dîsa li hundir asê ne. Ji hoperlorên kompîtorê dengê Şakiro bilind dibe: ”… Ez dikim herim dîtina vê Sadiyayê. Ew çi kes e...

Toza Çîl Spî

  • 04 Berfanbar 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Birêz, bawer im hewce nake ku tiştên te şahidiya wan kiriye û dikî dubare bikim. Serê kaniyê li ku xitimî û cara ewil kengê derbû nizanim. Niha dema ku lê difikirim; zewaca ku divê...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Belgeyê îdamê diyarî Ûlûcanlar kir

ad

Festîvala Wêjeyî ya Aran hat lidarxistin

ad

Maçên Dawî yên Koman têne lîstin

ad

Nawey konserê Kahramanan hame qedexekerdişî

ad

PEN’a navneteweyî li ser KCK’ê name şand

ad

10 mîlyar carî derbas kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname