- Qirnî
Bi vê gotinê re li der û dora xwe mêze dikim. Dema çavê min bi kesî nakeve di ber xwe de dibişirim.
Xwe bi xwe dibêm: Herê kaliyê êdî dilê te jî heye konê xwe vebigirî.
Lîstika hiş ji min kêm bû. Hiş berê xwe dide bist û du saliya ciwaniyê. Ez li herikîna çem vedigerim. Dengek şermok di guhê min de bi pistinî dibê:
- Qirnî.
Bêhemd li ser milê xwe yê çepê vedigerim. Sûretê min bi lêvên wê ve dizeliqin. Ji cihê xwe hildipekim. Jineke porkej a porqurişk û dev li ken li hemberî xwe dibînim. Şaşwaz mît û mat im. Bêdengî û nenasîna min kenê li ser rû diçilmisîne. Derî îradeya min ji zimanê min ê ku kilitbûyî peyva: "Qurmiçiyê" dipeke. Bi bihîstîna peyva qurmiçiyê re rûyê wê vediguhere baxçeyê gulan. Her du destên xwe wekî per û bask dirêjî min dike. Bi wan per û baskan ve qederek min di himbêza xwe de dihebîne.
Li vî perê hê zêde destê însan lê negeriyayî berê me li çem e. Wexta destê me bi germiya hev hesiyan dibêm:
- Bû çend sal rûyê me bihev neketiye?
Bi keneke sivik dibê:
- Ma tu nizanî temen ji me jina nayê pirsîn? Dev ji lêpirsînê ber de. Binêr deng bi mele jî ket. BihêlE bila niha bêdengiya kefikan li dar be.
Pêl keviyê, kevî pêlan dehf dide. Bayê bi rûyê pêlan re dipengize, perdeyên li ber paceyê vedihejîne. Şorahiya pengizî li bedenên li hev piçikiyayî dipiçike. Çilkên diçilpiskin li newalê dibin lehî. Zemka ew bi hev ve girdane bi laserê re diçilmise.
Bi ewtîna kûçik re çavên wî li der û dorê digere. Ji bilî wî, kûçik û gewriya êvarê kesek naxwiyê.
Çû devê çem. Bi du kulm avê re şopên li dêmên xwe hêla. Dest avêt bendê hustiyê kûçik. Bi kûçikê xwe re ber bi mala xwe ya sip û sar ve meşiya. Derê baxçeyê da cî. Kûçik ji bend xilas kir. Berî ku mifteyan ji bêrika xwe derîne keça wî bi kincên xwe yên sporê derî vekir. Li devê derî mirçinî ji sûretên hev anîn. Keçikê ji bo sporê berî da der. Li pey xwe û keçikê derî da cî. Ber bi salonê ve meşiya. Li salonê deng li jina xwe kir. Dengê jina wî ji odeya xebatê ya hevpar hat. Jina wî li ser kompîturê bû. Pişta wê ya xwe bi ser ekranê kompîtorê ve xwar kiribû mist da. Ji lêvên jina xwe maçek hilanî.
Bi leptopa xwe re li salonê vegeriya. Leptop danî ser sêpayê. Çû ji mitbaxê ji xwe re qehweyek keland. Li salonê vegeriya. Çavê xwe da hev, çend kêliyan bê lebat ma. Nehişt xilmaşî bedenê bide ber xwe. Di leptopê de çend hevokên din li metna xwe zêdekir. Di ser re maîlê re metin ji jina xwe re şand. Piştî çend deqeyan bersiv hat.
Jina wî:
- Metin zêde nostaljîk e. Di xwe de rastiyan bihebîne jî ji rastiyê gelek dûr e. Wê te bêafirîneriyê sûcdar bikin.
Bi awirên westiyayî jina xwe bersivand:
- Çend rastî hene? Kîjan rastî?