logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

KONDA sipasiyê heq dike

  • Dîrok: 27/03/2007

Raste rast mesele ev e: KONDA sipasiyê heq dike. Yên ku KONDA’yê rexne dikin neheq in. KONDA’yê gelek tişt derxistin holê û ji ber vê yekê jî dê lêkolîna wê hê demeke dirêj di rojeva me de be.

Ger we di Milliyetê de nexwendibe jî dibe ku we di Diyarnameyê de dîtibe. Ger we nedîtibe jî bi kurtahî ez bibêjim: KONDA’yê di bin berpirsiyariya Tarha Erdem de lêkolîneke kir û bi navê “Em kî ne?” hefteyekê wekî rêzenivîs di rojnameya Milliyetê de weşand. Ji ber vê yekê Komeleya Ramanî ya Ataturkparêz a Amedê ji dozgeriyê xwest ku rêzenivîsê bide rawestandin û der barê Erdem de doz bê vekirin û ew bê darizandin.
 
Ji eniya kurdan jî wê rojê min dît nivîsakerekî me gotiye; “Ev çend roj in ku ji bo kurdan bêjeyeke xeternak tê bilêvkirin û nivîsandin: ‘Kurd-Zaza’” û rêzenivîs rexne kiriye.
 
Lê bi ya min ev nêzîktêdayîneke ji rêzê ye. Ev nêzîktêdayîn ji rastiyên Tirkiyeyê û kurdan dûr e.
 
Ez dibêjim: KONDA û Tarhan Erdem sipasiyan heq dikin.
 
Ji ber çi?

Ji ber ku;
- Wan di lêkolîna xwe de derxist holê ku “Li Tirkiyeyê 11 mîlyon û 445 hezar kurd dijîn.”
 
Heta niha gelek tirkên neteweperest digotin ku li dor 6 mîlyonî kurd li Tirkiyeyê dijîn. Hejmara ku KONDA’yê derxist holê, ev fikir têk bir.
Bêşik kurd dibêjin hejmara kurdan li Tirkiyeyê li dor 20 mîlyonî ye lê ka li gor kîjan lêkolînê? Hîç!!
Heta lêkolîneke baştir neyê kirin, hejmara têkûz dernekeve holê, ev reqem reqemeke baş e.
Wisa bifikirin: Ger 11 mîlyon û 445 hezar kurd li Tirkiyeyê dijîn, gere navê wan li zagona bingehîn jî hebe, gere mafên ên din jî hebin.
 
Ji ber ku;
- Lêkolînê derxist holê, “Sedî 89,5 kurd perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin.”
Ev reqemeke gelek girîng e.
Ger ji nava gelekî sedî 89,5'ê wî gelî di lêkolînekê de qala perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî dike, ev yek dibe ferz li ser rayedarên vî welatî ku vê daxwazê bînin cih.
Heta niha kesî hejmareke wisa derxistibû holê? Na. Bêşik ev nûbûneke, bêşik bi vê lêkolînê rayedarên Yekîtiya Ewropayê (Ku li gelek welatên YE’yê du ziman zimanên fermî ne) jî rayedarên welatên din jî êdî baş dizanin ku kurd çi dixwazin.
 
Ji ber ku;
- Li gor reqemên fermî yên Saziya Îstatîstîkî ya Tirk (TUÎK) 11 mîlyon û 622 kes li Stenbolê dijîn, di nav van de, li gor lêkolîna KONDA’yê mîlyonek û 571 hezar kes kurd in. Li gor TUÎK’ê li Amedê 618 hezar kurd dijîn (Em qala reqemên ne fermî yên li Amedê û Stenbolê nakin)… Li gor vê, Stenbolê bajarê herî mezin ê kurdan e. (Bêşik em gotina Prof. Baskin Oran a ‘Li Stenbolê 3 mîlyon kurd dijîn’ ji bîr nakin).
Ger Stenbol bajarê herî mezin ê kurdan be barekî mezin dikeve ser milê kurdan. Kurd divê ji her alî ve xwedî li vî gelî derkeve. Xwedî li kurdên Stenbolê derkeve. Rojnameyeke wekî Azadiya Welat ku rojane der diçe, divê buroyeke wê ya mezin li Stenbolê jî hebe, lê nîn e. Divê televîzyon û kovarên me bi vî awayî giraniya xwe bidin Stenbolê jî. Û hwd.
 
Ji ber ku;
- Lêkolînê derxist holê ku: Yên ku dibêjin "Ez kurd im" ji tirkan zêdetir girîngî dide nasnameya xwe.
Ev xaleke gelek balkêş e.
Ev yek diyar dike ku kurd hê jî û bi awayeke xurt xwedî li nasnameyê xwe derdikevin.
 
Ji ber ku;
- Lêkolînê derxist holê ku li Tirkiyeyê sedî 84,54 wekî zimanê xwe yê dayikê 'tirkî' dibînin, sedî 11,97 zimanê xwe yê dayikê 'kurd' dibînin, sedî 1,01 zaza dibînin.
Û li gor vê reqemê gere mafê perwerdehî yê sedî 12’î hebe.
Vê yekê diyar kir ku ev sediyeke heye ku mafê perwerdehiyê dixwaze.
 
Li welatê pêşketî îstatîstîk û lêkolînên wisa gelek girîng in. Û ev lêkolîn dê tesîrê li ser kurdan jî, li ser welatên biyanî jî bikin.
 
Her ku kesek rabe li ser kurdan tiştekî bibêje, dê ev reqem derkevin pêş wî/ê. Ev reqem dê demeke dirêj hê di nav jiyana me de bin.
 
Ha nivîskarê me yê ku me jor qal kir, çûye bi dû “Çima di lêkolînê de gotiye ‘kurd’ û ‘zaza’” ketiye.
 
Ê heyran di nav kurdên te de zazayên (kirmanc) ku dibêjin em ne kurd in (hejmara wan çi dibe bila bibe) hene, çi sûcê vê lêkolînê heye… Bêşik di gelek cihên lêkolînê de jî ew wekî hev hesibandine, yan jî hejmara wan daye ser hev û hesabeke kiriye. Bi ya min ev jî aliyekî erênî ya lêkolînê ye.
 
Ez wekî rojnamegerekî kurd ji ber ku îstatîstîkên wisa pêşkêşî me kirin sipasiyên xwe pêşkêşî KONDA, Tarhan Erdem û bêşik Milliyetê jî dikim.

 cemilo@diyarname.com
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Berga albumên kurdî

  • 18 Berfanbar 2006

 Bênîqaş her kurd guhê xwe dide muzîka kurdî. Ne her kurd be jî, hema bêje her malbateke kurdan heta niha albumeke bi kurdî kiriye. Bêşik berî kirîna...

Rojekê dengek hat ji Geverê!

  • 16 Pûşper 2008

 10'ê mehê. Serê sibê. Her kes rabû. Kincên xwe yên xweşik li xwe kirin. Berê xwe dan Qada Sporê.Û 25 hezar kes hatin cem hev. Diruşm avêtin:...

Bilici û Badem muhîm in an zilamên din?

  • 31 Gulan 2020

"Space X" ku kompaniyeke taybet e roja 30'ê gulana 2020’an du kes şandin fezayê. Ev bi ser bikeve dê rêwîtî ji bo mirovên din jî bidome.Werin em hin agahiyan bidin...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Muzeya Makîneyên Fotografan dîsa vebû

ad

Ji bo mafên mirovan Rojên Belgefîlman

ad

Fotoyê rojê ji Batmanê hat

ad

Wîkîpedîa kurdî 30 hezar gotarî derbas kir

ad

Ji bo Asli Erdogan û Necmiye Alpay şeva xwendinê

ad

AGÎT: 21 rojnameger girtî ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname