10'ê mehê. Serê sibê. Her kes rabû. Kincên xwe yên xweşik li xwe kirin. Berê xwe dan Qada Sporê.
Û 25 hezar kes hatin cem hev. Diruşm avêtin: "Êdî bes e, em perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî dixwazin."
Yekem car e kurd tenê ji bo zimanê xwe mîtîngekî li dar dixin.
Dibe ku li dinyayê yekem car be gelekî, tenê ji bo zimanê xwe mîtîngê li dar dixin. Ez nizanim, wisa nebe jî hema em wisa bihesibînin.
Ev cara sisêyan e ez bi "Rojekê dengek hat ji Geverê!" dest bi hevokê dikim, heta rûpelek du rûpelan diçim û hemû jê dibim.
Min got: Vê carê ezê tenê paragrafeke binivîsim. Lê divê ez binivîsim. Ji ber ku bi qasî ku ez nikarim bînim ziman ev mîtîng girîng bû.
Û ew qas.
Berdevkê TZPKurdî Qahir Bateyî di nûçeya Diyarnameyê got: "Ev gava yekem e, li cihên din û li Amedê jî emê mîtîngê ji bo ziman li dar bixin."
Em bibêjin ser xêrê.
Em bibêjin: Dilê me bi we re ye.
Û pêşniyaza Helîm Yûsiv a "Kampanya: mîlyon pirtûk ji bo mîlyon zarok î" pêşniyazeke xweşik e.
***
Û notek ji bo xwendevanên min:
Herî dawî di 26.05.2008'an de min nivîsa xwe "Ji roja 'Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin' heta niha" nivîsand. Piştî vê divê hefteyeke paşê min nivîsa nû pêşkêş bikira. Ji ber ku ez her duşemê nivîsa xwe ya nû dinivîsim. Lê nebû...
Ez çûm nexweşxaneyê; ji payîza par de ez ji nexweşxaneyan nefilitî me.
Di rezbera 2007'an de biraziyê min ê du salî rakirin nexweşxaneyê, teşhîsa "Losemî" lê kirin (Rojek ez dixwazim li ser LOSEMÎ binivîsim). Mehekê em li nexweşxaneyê man, dûre anîn mal, her hefte rojekê dibin nexweşxaneyê, dema ev rêz dihatin nivîsandin kurik dîsa li nexweşxaneyê bû. Rewşa zarok ber bi başiyê ve diçe, lê ji bo bi temamî jê rizgar bibe çend sal divên.
Bi ser vê nexweşiyê re çend meh derbas nebûbûn, diya zarok (xwişka min) ji gurçika xwe emeliyet bû. Kevirên Amedê di gurçika wê de hatibûn Stenbolê. Û Stenbolê jî ev kevir qebûl nedikirin. Ji mecbûrî jê derxistin. Bêşik çend roj li nexweşxaneyê ma. Piştî bi mehek din, hew xeber hat gotin bavê kurik rakirine nexweşxaneyê. Em çûn. Ji "apantêzê" emeliyet kirine. Ew jî du şev li nexweşxaneyê ma. Wekî hûn jî texmîn dikin ez jî pêre.
Ji vê adarê ve jî ji bo diya min em her çûn nexweşxaneyê û hatin. Ev çûn û hatin ev du hefteyên dawî zêde bû, di dawiyê de 5 roj berê ji gewriya xwe emeliyet bû. Jêre dibêjin nexweşiya "Guatir". Niha baş e.
Ez hêvî dikim ezê êdî neçim nexweşxaneyê.
Û niha min fersend dît ez ji nû ve vegerim vî quncikî.
Dibe ku ne hewce bû ez dema we bigirim û qala serboriya xwe bikim. Hema min bigota "biborin, ev du hefteye min nenivîsî û ezê ji vê duşemê dîsa dest pê bikim û her duşemê bi we re bim" bes bû, lê ev ji dilê min hatin.
Welhasil.
Careke din em li vir in.


