Ji bo zimanê kurdî mîtîngeke mezin hate li dar xistin. Li ser navê TZPKurdî Qahir Bateyî axivî. Mîtîng li Gevera Culemêrgê bi beşdariya 25 hezar kesî pek hat. Berdevê TZPKurdî Bateyî di mîtîngê de axaftineke dirêj de. Ji ber girîngiya axaftinê em beşek ji axaftina Bateyî pêşkêşî we dikin:
- Gelê me yê welatparêz, ez li ser navê TZPKurdî bi serbilindiya Zagrosan, bi ilmê Ehmedê Xanî, bi evîna Cembeliyê Kurê Mîrê Hekariyan û Binevşa Narîn û bi îmana Melayê Bateyî û Şêx Evdilqadirê Geylanî we bi hurmet silav dikim. Merheba ji we re, hûn bi xêr hatin ser çavan, ser seran hatin.
- Gelê min yê welatparêz ev 85 sal in ku zimanê we tê qedexekirin. 85 sal in zimanê we biçûk tê xistin. 85 sal in zimanê we tê asîmîlekirin û ev 85 sal in li ser zimanê we sûcekî mirovahiyê tê kirin. Ji bo ku em ji vî sûcê mirovahiyê re bibêjin Êdî Bes e em li vir amade ne. Êdî dem hatiye ku em hesab ji wan bipirsin yên ku zimanê me qedexe kirine. Yên zimanê me biçûk xistine. Yên bêemiriya Xwedê kirine û zimanê me înkar kirine.
- Gelî dostan; îro li vê derê dîrok tê nivîsandin. Îro rojeke dîrokî û destpêka pêngaveke nû ye. Ev pêngav pêngava serîrakirina li hemberî asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê ye. Ev roj, ev mîtîng dê bi tîpên zêrîn bikeve nava rûpelên dîrokê. Ji ber ku ev cara yekem e ku ji bo azadiya zimanê kurdî mîtîngek tê lidarxistin. Ev mîtîng dê bibe destpêka rêzemîtîngên me yên ji bo daxwaza mafê perwerdehiyê. Dê rûpelên dîrokê vê coşa we, vê têkoşîna we û vê berxwedana we bi tîpên zêrîn binivîse. Îro roja raperîna li hemberî hemû pêkutiyên li ser zimanê kurdî ye.
Gelî welatparêzên birûmet; me di ber xwe de ev mîtînga ziman li Geverê lidarnexist. Sedem ku Gever warê berxwedanê, sedem ku Gever hêlîna çivîkên azadiyê ye û sedem ku Gever germahiya xwe li Çiyayên Zagrosan digire me ev pêngava serîrakirina li hemberî asîmîlasyonê li vir da destpêkirin.
- Belê gelê me yê birûmet; armanca me ji vê mîtîngê ewe ku em li hemberî asîmîlasyona dewletê û li hemberî oto-asîmîlasyonê pêngaveke nû bidin destpêkirin. Armanca me ew e ku êdî em li her derê ji asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê re bibêjin Êdî Bes e
- Gelî dostan asîmîlasyon sûcekî mirovahiyê ye. Kî yê ku zimanê miletekê asîmîle bike ew sûcê mirovahiyê dike. Kî yê ku zimanê miletekî înkar bike ew Xwedayê mezin înkar dike. Lê belê îro jî dewleta tirk, bi taybetî jî hukumeta AKP’ê asîmîlasyoneke herî xedar li ser zimanê kurdî dide meşandin. Serokwezîrê tirk li Almanyayê ji bo tirkên ku li wir tên asîmîlekirin digot asîmîlasyon sûcekî mirovahiyê ye û digot divê ku mirov zimanê tu kesî qedex neke, divê ku her kes bi serbestî bi zimanê xwe biaxive. Lê heman R. Tayîp Erdoxan çend roj berî niha li Amedê bû û dîsa çîrokên xwe digotin û digot: “Yek ziman, yek al, yek netewe û yek dewlet”. Yanî înkar, îmha. Yanî sûcê mirovahiyê ku li ev 85 sale dike dîsa dubare dikir.
- Gelî dostan bi têkoşîna gelê kurd ya sih salan re gelê kurd hindik jî be serbestiyek ji zimanê xwe re aniye. Bi xwîna bi deh hezaran şehîdan îro gelê kurd bûye xwediyê serbestiyeke gelek biçûk. Lê belê dewleta tirk dixwaze ku wê serbestiyê jî ji destê gelê kurd derxîne. Ji ber vê yekê li aliyekê bi opersyonan li ser gelê kurd de diçe, li aliyê din jî ji her gavê bêtir êrîşê ser zimanê kurdî dike. Roj naçe ku ji ber axavtinên bi kurdî doz neyên vekirin. Ji şaredaran bigre heta rêveberan bi sedan doz têne vekirin. Ne gelek dûr, çend roj berî niha li Zanîngeha Mêrsînê ji bo ku Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirine lêpirsîn li 50 xwendekarên kurd vekirin. Hêjî navên bi kurdî tên qedexekirin. Ev yek hemû jî didin nîşan ku dewletê di stratejiya xwe ya li hemberî gelê kurd de tu guherînek çênekiriye. Çi ye ew stratejî? Ew stratejî stratejiya înkar û îmhayê ye. Dewleta tirk li ser înkar û îmhaya gelan hatiye damezirandin. Ji ber vê yekê her çiqas Erdoxan bê Amedê û bibêje emê qanaleke kurdî vekin, êdî gelê me ji derewên wî bawer nake. Heta ku ew stratejiya înkar û îmhayê neguhere gelê me baş dizane ku hemû gotin pûçin, hemû gotin badilhewane û hemû gotin û kirinên wî û hukumeta wî ji bo xapandin û têkbirina kurdan e. Her wiha divê ku Erdoxan bizanibe ku derdê kurdan ne televîzyoneke, derdê kurdan ne ew paketin ku maqerne û kundir tê de derkevin. Derdê kurdan azadî ye, derdê kurdan xweseriyeke demokratîk e. Derdê kurdan ew e ku ew jî wekî hemû miletên dinyayê azad û birûmet bijîn.
- Ji ber vê yekê em dibêjin divê ku statuyeke fermî ji bo zimanê kurdî bê diyarkirin. Divê dewlet Xweseriya Demokratîk a gelê kurd nas bike. Divê ku li bajarên ku kurd lê dijîn û nifûsa wan serdest e zimanê kurdî bibe yekem zimanê fermî û zimanê tirkî jî bibe duyem zimanê fermî, li bajarên din jî ku zimanê tirkî lê serdest e zimanê tirkî bibe yekem û zimanê kurdî jî bibe duyem zimanê fermî. Divê ku zimanê tirkî xwedî çi mafan e zimanê kurdî jî xwedî heman mafan be. Divê ku zimanê kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Ev yek mafê me ye û mafekî xwezayî ye. Li tu dereke dinyayê ev mafên xwezayî nayên qedexekirin.
- Divê ku mirov her tiştî ji dewletê hêvî neke. Ji bo vê yekê em dibêjin ev mîtîng ne tenê serîrakirina li hemberî asîmîlasyonê ye, her wiha mîtînga serîrakirina li hemberî oto-asîmîlasyonê ye jî. Ji ber vê yekê ez bang dikim, ji we hêvî dikim, êdî ji zimanê tirkî re bibêjin ÊDÎ BES E.
- Gelî dostan divê ku hûn li zimanê xwe xwedî derkevin. Xwedî derketin ew e ku hûn hemû jiyana xwe bikin jiyaneke kurdewar. Ku hûn di nava mala xwe de bi zarokên xwe re, li dikana xwe bi muşteriyên xwe re bi kurdî biaxivin.
- Gelî dostan zarok paşeroja miletekê ne. Divê ku hûn zarokên xwe kurdewar mezin bikin. Divê ku hûn zarokên xwe bi îlmê Ehmedê Xanî, bi îlmê Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran û bi evîna Mem û Zînê mezin bikin. Ji ber vê yekê jî divê ku hûn li rojnameya Azadiya Welat û Roj Tv xwedî derkevin. Ji ber ku rojnameya Azadiya Welat dibistan û mamosteya me ye. Roj Tv jî dengê me, çavê me û dilê me ye. Lewre divê ku hûn li wan xwedî derkevin. Bila bi deh hezaran aboneyên rojnameya Azadiya Welat hebin. Divê ku hûn li saziyên ziman, hûn li TZPKurdî xwedî derkevin. Her yek ji we bibe aktîvîstekî TZPKurdî. Ji destê we çi tê divê ku hûn bikin. Her yek ji we dikare tiştekî bike. Kê bi xebata xwe, kê bi pereyê xwe û kê bi diayên xwe dikare tevlî xebatên ziman bibe. Dema ku we jiyana xwe kire jiyaneke kurdewar, dema ku we Rojnameya Azadiya Welat û roj Tv li malên xwe kêm nekirin, dema ku we zarokên xwe bi ziman û çanda kurdî mezin kirin, wê demê hûn dikarin bibêjin me ji asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê re gotiye Êdî Bes e. Êdî Bes e wisa tê gotin. Xwedîlêderketina ziman wisa çêdibe. Xwedîlêderketina nirxên neteweyî wisa çêdibe. Xwedîlêderketina şehîdên azadiyê wisa çêdibe.
- Em bangeke dawî li siyasetmedarên kurd dikim. Êdî dem hatiye ku hûn jî ji zimanê tirkî re bibêjin Êdî Bes e. Êdî hûn jî siyaseta xwe bi zimanê xwe bikin. Hûn jî ji asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê re bibêjin Êdî Bes e.
***
Nûçeyên bi vê re eleqedar:
- 25 hezar kes ji bo xwedî li zimanê xwe derkeve li qadê bû
- Mîtînga “Êdî Bes e em bi Zimanê Xwe Perwerdehî Dixwazin” li dar dikeve