logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Heyîkirina Hebûniyê

Rojekê jinek rabe û bêje, “Zeman winda ye di windabûna jinan de” û berê me bide kûrahiya bi zorê dagirtî û pê re jî nehê

  • Dîrok: 09/02/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Rojekê jinek rabe û bêje, “Zeman winda ye di windabûna jinan de” û berê me bide kûrahiya bi zorê dagirtî û pê re jî nehêle ku em jî tê de winda bibin. Na, ne ji ber ku ew di heyra me de ye, nahêle, ji bo ku em jî di wê kûrahiyê de bi cî bibin û bi “heyîkirina êşê” bibin “heyînek.”

Ev Rê Naçe Bihuştê, çîrokeke heyîkirinê ye ku ji pênûsa Yildiz Çakarê darijiyê ser kaxizê û bûye vegotineke romanî û hatiye xwe li ber me telandiye. Û ji me re dibêje; “Ger hebe hestekî we yî heyîniyê divê hûn nikaribin rakevin li pêşberî vê neyîniyê…”

Çakar, wekî gelek kesan nake û me nade ber pirsiyaran û li bendê namîne ku em bi her du çavên xwe yên şevekorî û bi dil û mêjiyê xwe yê bêçav bibînin û bi hayjêbûneke mirovane berê xwe bidin wê heyîniyê. Naxêr, ew rasterast, bêpirs û pirsiyar, bêyî ku destûrê ji me bixwaze, bi mafdariya heyîniyê, bi çepilê me digire û li bin guhê dîwarên me dixe; dîwarên ku me ew bi hestên xwe yên “kobûyî” lê kirine.

We got çi bi me tê?

Em hûr hûrî dibin. Parçe wesle û tazî îpela, wisan li rastê.

Ev Rê Naçe Bihuştê, romana jinên winda, jinên kurdên êzdî ye ku tiştên hatî serê wan wekî qewam her roj bi ber guhê me dikevin. Çakar, di romanê de aliyekî ku me nekarî bibînin, bi peyvekê datîne pêşberî me; “reşahî”…

Lê ev reşahî ne ew reşahî ye ku ji ber tunebûna ronahiyê pêk hatiye. Ev reşahî ji ber (ne)mirovên ku nikarin heyî bibin pêk hatiye. (Ne)mirovên ku bêzar in heyîbûna xwe û para xwe ji rûmeta heyîbûnê hilnedane. Belê ev reşahî ji ber wan (ne)mirovan pêk tê û di vê reşahiyê de, zeman winda ye. Herçî zeman winda be, ne tenê jinên ku ketine ber çerxên wê reşahiyê, em jî di nav wî zemanê winda de, winda ne. Ji bo ku em karibin xwe heyî bikin û bibin xwedî zeman, divê em jî têkevin ber wan çerxan û heyîbûna me bê hêrandin. Aha ev e derdê romana Ev Rê Naçe Bihuştê: “Xwedîtin û xweheyîkirina digel mirovên ku di nav reşahiyan de hatine windakirin.”

Şemsîxan vedibêje vê êşê. Dibe dengê zemanê winda… Lê dayê Xasê, heyîna bivênevê û jênager a romanê ye. Dayê Xasê, wekî perestgehekê ye ji bo Şemsîxanê. Gotinên dayê ji bo wê, rênîşandêr in, dilveker in, asoveder in… Û dayê Xasê dibêje: “Tiştê ku te bi dest nekarî hilbigirî, bi dilê xwe hilbigire.”

Bi vê gotinê, em berê xwe didin dil. Hêzê jê hildigirin. Bi hêza hezkirinê radibin. Hezkirin dibe dil; heyî dibe û dayika Xasê car din hêviyê li me xurt dike: “Ger we ronahî dî, ew ronahî bi qasî serê derziyê biçûk be jî, ew ê tiştên mezin nîşanî we bide…” û berê me dide hêviya ku berxwedanê di xwe de dihewîne…

Û reşahî… Hûtên hêvîşikên! Hovên ne ji tu dinyayekê! Û evdên ku bera bera evd in! Û derewa ku tê gotin, “bi hatina wan koletî ji holê rabû…” Û koletiya ku di kakilê wan de heye. Û gir û nefreta wan a ji bo jinan. Ji ber ku ji wan nayê bimînin li vê dinyayê, tim ji bo dinyayeke din dişewite rodiyên wan ên ku hestên wan tê de genî bûye… Û zebaniyên cihenema xwe! Û bazara firotina jinan. Û bes mekanek. “Mûsil; çarşiya xenîmetan.” Bazara hovmirovên ku derewa dîrokê car din bi hebûna xwe eşkere dikin. Û hovmirovên ku nekarîne xwe heyî bikin, hemû sûcê heyîniya xwe li jinan bar dikin û jinan li ‘nêrbûna xwe ya naletî’ dikin tişte…

Û çîrokên ku dayê Xasê dibêje. Her gava ku em digel Şemsîxanê, li beşekê ji çîroka Hût guhdarî dikin, em diçin ji zemanê berê –ew zemanê ku di xwe de çûye û em hem naxwazin wê şûnde bînin hem jî dilê xwe pê dibijînin…- Û çi gava roman bi bîra me dixe ku “Hût” ne heyînek e, lê bigewdebûna hovîtiyeke (ne)mirovane ye, em dikevin nav efsûna çîroka Hût. Û roman, di vê qonaxê de, çîroka Hût ê jinxwir a ji zemanê çûyî û rastiya heyînên (ne)mirovên jinxur a zemanê winda ê îroyîn, digihîjîne hev. Û di çarçoveyeke postmodern de, bi teknîka ji nû ve vegotinê, ji me re dibêje; “Ha hûtê zemanê berê ê di çîrokan de ha hûtê roja îroyîn ê di zemanê winda de, yek in; hût her hût e!”

Û edaleta ku bi destê ‘Xasmirovan’, bi destê ‘Xasjinan’ tê pê. Heft jinên ku tirsa reş a hovmirovan firandî, dişikênin û wan di cihnema xwe de xenî dikin… Û ketin û kûçikbûna reşahiyekî ku lavayî li Xasjinekê dike: “Min bikuje! Bêriya nîvro divê ez biçim bihuştê. Zû min bikuje!” Û lêvegerandina Xasjinê; “Ev rê naçe bihuştê!”

Belê ew rê naçe bihuştê. Bihuşt ne di bin pêyê jinan de, lê di dil û kezeba Xasjinan de ava ye!

Û dil û kezeba Şemsîxanê ku bûye warê hezkirina Keleşo û di her carê de, gava çavên Keleşo dibîne, hemû bihuşt xwe didin alî û Şemsîxan di bihuşta çavên Keleşo de ji xwe re, bi dilê xwe digere, kulîlkên baxçê wê bêhn dike, bêhna xwe dide wî baxçeyî û ji xwe re dibêje; “Gava Keleşo dibînim, nikarim bi çavan re jî pê re biaxivim ji ber ku çavên min di dilê Keleşo de hêsîr dimînin…” Û hembêzkirina Keleşo ya axê û gotina dayê Xasê; “Axa jin û mêran nebe yek nikarin hevûdu temam bikin” û dilê Şemsîxanê ku bi her libek morîkên ku Keleşo diyarî wê kiriye, roj bi roj, bi dilê xwe, bi hewandina Keleşo a di dil de, ne bi doz û xwaza hevgihanê, lê bi raz û şanaza hezkirinê, xwe digihîne axa Keleşo.

Û her wiha, romana Ev Rê Naçe Bihuştê, dibêje me: “Êş ji bo jinan ne tu tişt e. A rast famkirina ji êşê ye. Watedarkirin û heyîkirina wê ye.”

Loma jî em her hevoka romanê bi baldariyeke taybet dixwînin. Taybetiyeke wisan ku bi zimanê jinane, yanî ‘bi zimanê mê’, hatiye nivîsîn.

Û roman, hebûniyê di giyanê Xasjinan de heyî dike.

09.02.2019,Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Em êdî nizanin kîjan zanistî ye, kîjan ne zanistî ye

ad

Klîbek ji 11 sal berê: "Min Bihîstî"

ad

Hilbijartina Eyaleta Georgiya îro bi dawî dibe

ad

Li Qamişloyê teqîn: 5 kesan jiyana xwe ji dest da

ad

Tîmên Beşdarî Kûpayê bûn û Komên wan

ad

Wêneyê Rojê: BÊŞIROVE

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname