logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Kurdên AKP'ê, Kurdên HDP'ê

  • Dîrok: 20/06/2023
Li ser rûyê dinê çend heb rêgez/bîrdozî/bawerî hene. Em ji van çend tiştan bibîr bixin:
- Sosyalîzma rastîn "Mafê diyarkirina çarenûsa xwe bi xweyê" dide gelan. Dibêje, biryar a te ye, tu bi xwe biryara xwe bide. Ger tu sosyalîstekî rastîn bî, tu jî gerek wisa bêjî. Tu nikarî bêjî bila faris dewletê çêbikin, lê alman avanekin.
- Ger tu misilmanekî rastîn bî helbet tu ummetparêz î, lê tu nikarî dijî zimanê gelekî derkevî. Wisa: “Xuliqandina erd û asîmanan û cudabûna reng û zimanên we jî, ji ayetên wî ne. Bêşik di vêya de ji aliman re îbret hene. (Rûm:22)" Loma jî tu ummetparêz bî jî tu nikarî bibêjî bila bi zimanê îngilîzî perwerdehî hebe, lê bila kurdî nebe. Erê û wekî dubare em bêjin: Di tu ayetên Quranê de nabêje bila zimanê te qedexe be. Mafê zimanê erebî çi be, yê tirkî, kurdî, farisî jî ew e. Tu ayetê heta niha ferq nexistiye navbera zimanan, yek bilind, yek nizm; an jî xirab nîşan nedaye. Di tu ayetê de nabêje "Bila dewleta ereban hebe, lê bila ya kurdan, ya kosovayiyan, ya katalanan tune be." Di tu ayetê de nabêje "Dewleta ereban biparêze lê dijî sazbûna dewleteke Katalanan derkeve". Loma jî ger tu misilmanekî/e rastîn bî, divê tu bi her awayî mafê kurdan biparêzî, kurdên ku mafên xwe biparêzin jî tu dijî wan dernekevî, berevajî piştgirî bidî wan.
- Ger tu sosyal demokrat bî, demokrat tenê bî, çi zanim, li gor rêgezên Ewropayê tev bigerî, herî hindik tu yê vê biparêzî "şertê rêveberiyên herêmî ya Ewropayê". Bi vê jî tuyê xweseriya rêveberiyên herêmî biparêzî.
Niha ji kurdên me yên HDP'ê û ji kurdên me yên AKP'ê em bipirsin ji van sê xalên li jor hûn xwe nêzî kîjan rêgezê/bîrdoziyê/olê dibînin? Ger hûn ji van ne yek in jî hûn çi ne? Ger hûn ji van yek in heta niha di vî warî de we çi kiriye?
Niha em ben ser wezîrên "kurd" ku di Kabîneya Wezîran a Tirkiyeyê de cih girtine.
Gelek kurdên me yên xwedî pênûs bi deng, bi qîrîn, bi coş pêşwazî li çend wezîrên esil kurd kirin. Li gor wan, ev wezîr kurd in, bi kurdî dizanin û nizanim çi û çi ne...
Baş e, pirs ev e: Ev wezîr ji xalên jor xwe di nav kîjan fikrî de dibînin? Pirsa din, li gor van xalan heta niha tu daxuyaniya wan heye? Yan jî heta niha li gor van xalan wan çi gav avêtiye?
Pêşiyên kurdan ku gotine "Kirinek ji hezar gotinî çêtir e", van biraderên me qet "kirinek" aniye cih?
Mesela Mehmet Şimşekê gelek kes bi pesnan wî dibe asîmanê qata heftan; ew bi xwe ji Ewropayê tê û hay ji zagon û kirinên Ewropayê heye. Mesela rojek wî gotiye "Em wekî Tirkiye çima şertê rêveberiyên herêmî ya Yekîtiya Ewropayê îmze nakin? Çima me xalên din ên Yekîtiya Ewropayê îmze kirine lê me veto daniye ser vê xalê?" Mesela rojek gotiye, "Şaredarên kurd hatine hilbijartin, lê bi kayûman me ev kursî ji wan girtine, ev nabe?"
ŞÎMŞEK ÇÛ SERDANA ŞAREDARÊ BATMANÊ?
Şîmşek ji Batmanê ye û mesela rojek gotiye "Şaredarê Batmanê Dr. Mehmet Demir ligel ku tu sûcek wî tune, tu ceza jî nexwariye lê bi kayûmê me kursiya wî jê girtiye, ev neheqî ye?" Mesela rojek çû serdana Dr. Mehmet Demir û xwedî lê derket?
Mesela Şimşek rojek pirsî li Ewropayê rêveberiyên herêmî ji bo zarokên gelên herêmî qursên bi zimanê wan ê zikmakî saz dikin, lê yên me, me bi kayûman tiştên heyî jî ji holê rakirin?
WEZÎR YILMAZ ÇIMA HÊRS BÛ?
Niha em berê xwe bidin wezîrekî din ê "kurd". Mesela Cevdet Yilmaz ê ku biraderên me pesnê kurdbûna wî didin... Yilmaz ê li hemberî gotinên mebûseke HDP'ê ku digot "Bajarên kurdan" (1 û 2) çima rabû hêrs bû û got, "Li Tirkiyeyê bajarên kurdan tune ne"? Çima? Madem kurd e û em jî kurd in, ma ne mafê me ye em çimaya vê meseleyê jê bipirsin...
Ma hewce dike em li ser wezîrên din jî yek bi yek bisekinin? Bi ya min na, ev mînak bes in.
Lê em vê jî ji van wezîrên "kurd" û biraderên me yên kurd ku pesnê van wezîran didin bipirsin: Bi navê xwe yê fermî li "Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê" referandûma serxwebûnê hat sazkirin. Mesela van wezîran çi bertek nîşan da, yan piştgiriyeke çawa nîşan dan? Bersiveke we heye? 
Em du tiştên din jî lê zêde bikin: Hikumeta vê kabîneyê ji sala 2003'yan ve li Tirkiyeyê li ser kar e; yanê 20 sal; hema hema çarîk sedsalek. Di çarîk sedsalek de van biraderan ji bo statuyeke fermî ya kurdî/kurdan çi kar kiriye?
Mesala di van 20 salan de navê kurdî/kurdan di kîjan zagonê de nivîsandine? Em dest ji zagonan jî berdin, hê di "tûtanak"ên Meclisê de ji bo kurdî "X" (zimanê nayê zanîn) tê nivîsîn û ji bo vê tiştek nekiriye, ka emê çi bêjin?
KURDÎ, PEYVA KURD CIQAS BÛ FERMÎ?
Ger navê kurdî/kurdan di zagonê de tune be, mînak hikumeteke din bê ser kar, mînak em bibêjin Umit Ozdag bê ser kar dikare rewşa kurdan xirabtir bibe ne? Em dest ji tiştên din jî berdin mesela dikare TRTKurdî jî betal bike. Ma ne? Loma jî ma pêdivî pê tune navê kurdî/kurdan di zagonê de bi awayekî fermî hebe? Û di 20 salan de tu hikumet bî û te tiştek nekiribe, ka emê bêjin çi? Ka emê çawa bawer bikin ku ev wezîrên "kurd" dê ji bo kurdan tiştan bikin?
Vê carê emê ji kurdên HDP'ê jî bipirsin. Nivîsa berî vê de (3) me ji kurdên HDP'ê hin tişt pirsîbûn, em dubare nekin. Lê vê lê zêde bikin: Di 20 salên dawî de we çi kir? We çi nekir? Mînak Amed ku navenda we ye çiqas zimanê kurdî serdest e? Ji niha û pêde hûn dê çiqas zimanê kurdî bikin serdest? Xebata we sedî çend bi kurdî ye?
Demekê di nav rêveberên xwe de jî qursên zimanê kurdî we dabû dest pê kirin, çi bi wan hat? Ji niha û pêde hûn dê çi bikin?
Çima ev pirs? Bersiv ev e:
Li gor baweriya min parek têkiliya vê kabîneya wezîran a Tirkiyeyê di heman demê de bi hilbijartina 10 meh paşê dê li dar bikevin ve jî eleqedar e. Loma jî "Kurdên AKP'ê" jî "Kurdên HDP'ê" jî mecbûr in hesabê bidin min/te/wî/ê ku ka heta niha ji bo kurdî çi dikin, ji niha û pêde dê çi bikin...
Erê, binêrin me qala tiştên basît/hêsan, tiştên ji rêzê kirin... Yanê ne tiştên gelek bilind, astjor.. Na, tiştên hêsan... Tiştên ji nav edaletê... 
Piştî ew qas tiştî êdî hûn bi dilê xwe ne; dixwazin ji kurdên kabîneya wezîran hez bikin, dixwazin hez nakin; dixwazin ji kurdên HDP'ê hez bikin, yan nekin. Hûn bi dilê xwe ne.
*
Wekî notek: Ji bo nivîs avarê nebe neketim navê, lê vê bêjim: Ji dêvla ku kesên zêde zêde nijadperestên tirk di kabîneyê de bin, kurd hebin welew ku kurdên bersiva pirsên me yên jor nedabin bin jî, baştir e. 

1- Ji Meclisê:
https://www5.tbmm.gov.tr/develop/owa/komisyon_tutanaklari.mv_goruntule?pTutanakId=47374
2- Piştî çend rojan carek din nîqaş çêdibe, Yilmaz heman bertekê nîşan dide:
https://www.gazeteduvar.com.tr/butce-gorusmelerinde-kurt-illeri-tartismasi-marksist-leninist-turk-dusmani-kurt-olsa-neyse-haber-1505359
3- Çi bi 7 mîlyonî hat?
https://diyarname.com/article.php?Idx=12789

Hin Nivîsen Nivîskar

'The Post'

  • 04 Sibat 2018

Wisa bifikirin: Li welatekî hikumet leşkeran dişîne şer. Ne yek ne didu, ne sed ne hezar... Hema dişîne. Ligel ku dizane di wî şerî de bi ser nakeve jî... Ew hikumet her pêdivî...

Du fîlm, du derhênerên kurd, du gotin

  • 04 Gulan 2019

Emê vê carê li ser du fîlmên du derhênerên kurd bisekinin. Her du jî di çarçoveya 38'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê...

Di “Şeva Herî Dirêj” de kurd

  • 15 Berfanbar 2005

 Ez ji ber ku ji nivîsên Ahmet Altan hez dikim, her ku pirtûkên wî çap dibin, wekî gelek xwendevanên wî, roja yekem pirtûkê distînim û dest bi...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

ad

Li Şaneşîn Performansê meha sermawezê

ad

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan taloq kirin

ad

Mûş, Elezîz, Mêrdîn, Şirnex bi ser ketin

ad

Li ser emeliyeta Cihan Roj çend agahî

ad

Li navçeya Sûrê jî sindoqan danaynin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname