logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Du fîlm, du derhênerên kurd, du gotin

  • Dîrok: 04/05/2019
Emê vê carê li ser du fîlmên du derhênerên kurd bisekinin. Her du jî di çarçoveya 38'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê (5-16 avrêl 2019) de hatin nîşandayîn.

"AETHER"
Fîlmê pêşî belgefîlmekî ye bi navê "Aether". Derhêner Rûken Tekeş li Heskîfê, li ser Heskîfê kişandiye. Bêyî diyalog hebe berê kameraya xwe daye Heskîfê, av, hewa, bajar, sewal û hwd...
Kamera radiweste, demek dirêj radiweste, temaşevanan guherîna li wê derê dibîne, dibe şahid. Xweza dixuye di wir de, jiyana di nav xwezayê de... Dîmen dirêj in, carinan ev dirêjî mirovan aciz jî dibe lê axir terciha derhêner e û derhêner jî dibêje ku wê wisa hilbijartiye. Heta vir her tişt temam e.
Hema li welatek dinyayê kesekî/e li vî belgefîlmî temaşe bike dê rabe li çepikan de ji ber ku guherîna di nav xwezaya wir de li ber çavên xwe dibîne, dibe şahid. Lê tiştek din heye: Ev der Heskîf e û bi sazkirina bendava Ilisû re ev xweza, ev jiyan, ev giyanewer, hemû sewalên li wir dibin avê de dimînin û têk diçin. Belgefîlmî, yanê derhêner qet nebe bi peyvek jî di dawiya belgefîlm de qala vê têkbirinê nekiriye. Bi diyarnekirina tiştek wisa re belgefîlm bêwate dibe. Ji ber ku ji aliyek ve ev xwezaya xweş, jiyana li nav wê xwezayê tê kişandin, tê pêşkêş kirin lê li aliyê din yên temaşe dikin û dê temaşe bikin dê nizanibin niha bendavek li ser wir tê çêkirin û ev xweşikî hemû tê têkbirin, tê qetilkirin...
KUNYE:
AETHER
Derhêner: Rûken Tekeş
Derhênerên dîmenê: Ute Freund, Deniz Eyuboglu Aydin, Merle Jothe, Andres Lizana Prado
Vesazkirin: Marco Spoletini, Rûken Tekeş
Muzîka Taybet: Diler Ozer, Metehan Dada
Sala kişandinê 2019, 82 deqîqe
 
 
 
 
 
 
"GORULMUŞTUR"
Fîlmê me yê duyem fîlmê "Gorulmuştur" ("Hatiye Qontrolkirin") ê derhêner Serhat Karaaslan e. Karaaslan ku heta niha bi kurtefîlmên xwe bal kişandibû bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj li pêşberî me ye.
Li girtîgehan girtî dema nameyek dişînin derve, yan jî ji derve nameyek ji bo wan tê komîsyoneke ji peywirdarên girtîgehê heye, van nameyan dixwîne û piştî mohra "Gorulmuştur" lê dide wê nameyê teslîm dike. Endamên komîsyonê ger tiştek ne rast bibînin ser wê xêz dikin, yan jî nameyê nadin girtî/kesê/a jêre hatiye şandin. Serlîstikvanê fîlm jî yek ji wan peywirdar e û fîlm wisa dimeşe.
Karaaslan fîlmekî sade, xweş kişandiye. Jixwe ji ber vê jî di festîvalê de di pêşbaziyê de bû û ji festîvalê Xelata Senaryoya Herî Serketî girt (Piştî Stenbolê li Festîvala Enqereyê jî hat nîşandayîn û Xelata Fîlmê Serketî ya Siyadê girt). Belkî mirov dikare bibêje dikaribû hinek din balê bikişîne ser girtiyên kurd ku tê zanîn ev name piranî ji wan re çûne/diçin û her peyvên wan têne sansurkirin... Dikaribû yek ji karakteran jî nameyek bi kurdî bişîne û kêliyên wisa jî têde heba. Lê axir fîlmekî xweş li pêşberî me ye.

Ji gelek fîlmên min li festîvalê temaşe kirin didu jî ev bûn. Her çiqas rexneyên me hebin jî hêjayî temaşekirinê ne bi taybetî "Gorulmuştur"... Ger li cihek nîşandayîna wan hebe pêşniyar e lê temaşe bikin...
KUNYE:
GORULMUŞTUR
Derhêner/Senaryo: Serhat Karaaslan
Derhênera Dîmenê: Meryem Yavuz
Vesazkirin: Ali Aga
Lîstikvan: Berkay Ateş, Saadet Işil Aksoy, Fusun Demirel, İpek Turktan Kaynak, Erdem Şenocak, Mufit Kayacan, Banu Fotocan
Sala Kişandinê: 2018, 95 deqîqe

Hin Nivîsen Nivîskar

Kurdên din ne bes bûn, ên Urdunê jî derketin!

  • 14 Adar 2007

Heta niha me got kurdên Tirkiye, Iraq, Iran, Surî, me got kurdên Sovyetê, ev ne bes bûn, bi ser de kurdên Urdunê jî derketin. Nizanim haya we çiqas ji wan hebû? Ew...

Tu ji siyasetê dûr bî, siyaset çima nêzî te be?

  • 14 Tîrmeh 2009

Di meseleya nivîskariya kurdî de çiqas cihê ye ez nizanim lê gotineke min jî heye. Bêyî dirêj bikim, li der û dorê meseleyê bigerînim, bi kurtî...

Kek Nêçîrvan binêre li vir rewş wisa dimeşe

  • 29 Berfanbar 2015

Kek Nêçîrvan Barzanî, tu hatî Stenbolê, te du qesir dîtin. Tu bi xêr hatî û bi xêr çûyî. Dibe ku niha tiştên ez binivîsim tu ji...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Guardiola dê vegere Barselonayê?

ad

Taş: Kurd çawa dixwazin bijîn divê wisa bijîn

ad

'Golden Foot' dan Roberto Carlos

ad

Li Riha û Mêrdînê herêma berendamên serbixwe

ad

Vane weşanxaneyên kurd ên beşdarî TUYAP'ê dibin

ad

Gun TV li ser peykê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname