Diyarname
Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş îro di 8'emîn Kongreya partiya xwe ya ku li Salona Ahmet Taner Kişlali li dar ket axivî. Taş bal kişand ser Mustafa Suphi, Mazlum Dogan, Mahir, Deniz, Cizîr, Mehmet Tunç ku li Cizîrê hat kuştin û got ku ODP dê hê xurtir têkoşîna xwe .idomîne.
Taş li ser şerê li bajarên kurdan jî sekinî û wisa got: "Ev şer şerê avakirina serokdewletî ye. AKP ger Sûrê, Cizîrê û Geverê bi dest bixe dê rejima serokdewletî saz bike. Rejima serokdewletî jî dê têrê neke. Dûre xilafet dê bê. Di vî şerî de divê mirov parastinek bike ku Qesr têk here. Divê mirov ji rejima serokdewletî bide rawestandin. Hemwelatiyên me yên kurd statuyê dixwazin. Rêveberiya cewerî dixwazin. Ger ev yek şêweya mafê xwe bi rê ve birina gelekî be em vê yekê qebûl dikin. Em wekî ODP dibêjin, kurd çawa dixwazin bêjîn divê wisa bijîn."
Demirtaş: Divê ji piştgiriyê wêdetir tişt bên kirin
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ji di kongreyê de wekî mêvan axaftinek kir û got ku roj ew roj e ku ji piştgiriyê wêdetir tişt bên kirin.
**
REKLAM
- Ji Kurt Tarîhî 'Kurd û Kurdistan'


