Diyarname
Gun TV ku heta niha li Amed û derdora wê weşana xwe dikir û yekemîn televîzyona bi kurdî ya Amedê ye niha êdî li ser peykê re weşana xwe dê bike.
Gun TV heta niha bi gelek çewsandin, zordarî, dozên girtin û dozên cezaya pereyan a dewletê re rû bi rû ma. Lê digel vê yekê jî Gun TV bênavber weşana xwe didomîne. Gun TV ku bu kurdî weşanê dike niha dê li ser peyka Turksat 2A re dest bi weşanê bike.
Gun TV ku heta niha ji ser UHF 41 re li Amedê û navçeyên wê dihat temaşekikirin (ku hê jî ji ser vê weşana xwe didomîne) êdî dê li ser peykê re jî her kes bikaribe lê temaşe bike.
Frekansa Gun TV ya li ser peykê wisa ye:
TURKSAT 2A
Frekans: 11.887
Sembol leç: 9200
Polarîzasyon: Dîkbûn (VERTICAL)


