Diyarname
Zanyaran tê de derxist ku kartol berî 9 mîlyon salan ji bacansoran (firingî) peresiye an jî werar bûye.
Ev jî li çiyayên Andê yê Amerîkayê başûrî pêk hatiye. Bacansorên bejî yên wê herêmê tev li şînkahiyek bi navê etuberosumê bûye û kartol derketine holê. Navê vê pêvajoyê, hîbrîdizasyon e ku madeyên genetîk yên herduyan tev li hev bûye û şînkahiyeke nû çêbûye.
Sanwen Huang, profesorek li Enstîtuya Genomîk a Çandiniyê ya bajarê Şenzhen li Çînê ku birêveberiya tîma lêkolîner kiriye, li ser mijarê wisa gotiye, "Bacansor dayik e û etuberosum bav e. Lê ev di serî de ne diyar bû."
Kartol dişibe şînkahiyek bi navê Etuberosum ku li Şîlî çêdibe. Lê cudahiyeke wan heye: Etuberosum girêkên binerd (tuber) tijî nîşasta hilnaberîne. Anku beşê ser erdê yê Etuberosumê gelekî dişibe kartolan lê belê beşê bin erdê zirav e û beşê stûr û têr nişasta yê katrolê tê de tune ye.
Zanyaran ji bo ku fêm bikin beşê ji binerdê çawa çêbûye, wan berê xwe da bacansoran. Ligel ku ne tehm dişibe hev, ne bêhn dişibe hev ne jî şikil wekî hev e û beşê bin erdê yê bacanan tune jî lê profîla wan a genetîk dişibe hev.
Huang wisa rave kiriye, "Ev (bacansor û li etuberosum) û bacanên reş û tûtin e ji heman malbata sînkahiyan e. Lê bacansor, kartol û etuberosum nêzîktirî hev in."
Lêkolîn di kovara Cellê de hatiye weşandin û tê de hatiye ravekirin ku 450 genomên kartolên çandî û 56 cureyên wê yên kûvî hatine analîzkirin.
Hevnivîskarê yekem ê lêkolînê Zhiyang Zhang, li ser nimûmeyêm hatine analîzkirin wisa axiviye, "Ev mezintirîn koleksiyona genomîk a kartolên kûvî ye ku hatiye analîzkirin."
Li gorî encaman, ligel ku bacan girêkên binerd hilnaberîne lê belê bacansoran genekî girîng daye ku tev li genetîka etuberosumê bûye.
Bacanan genê SP6A daye ku ev fermana hilberandina girêkên binerd dide û etuberosumê jî genê IT1 daye ku ew jî rehan dike girêkên binerd. Herdu jî pêwîst bûn da ku kartola îro çêbibe.


