Helebçe
Roja 28'ê mehê 12’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê li dar e. Di festîvalê de wê gelek berhemên xemalî bêne pêşkêş kirin.
"Baxê Kurdistan" ku xwediyê gelek berhemên xwemaliye, bi gelek berhemên cuda amadekariyek tam ji bo beşdarbûna festîvalê kiriye. Xwediyê Baxê Kurdistan ragihand, armanca wan a projeyê serxistina berhemê xwemaliye û hîn zêdetir berê geştiyaran dana berhemên xwemaliye.
Festîval 28'ê mehê dê dest pê bike li Parka Şarî Yarî ya Helebceyê dest pê bike û çar rojan wê bidome. Di festîvalê de gelek berhemên çandinî yên xwemalî bêne pêşkêşkirin.
Baxê Kurdistan yek ji wan baxaye ku salane berhemek zêde yê xwemalî dixe bazaran. Xwediyê Baxê Kurdistan Hemîd Îsmaîl di derbarê amadekariyên xwe yên ji bo festîvalê de ji Rojnewsê wisa gotiye: “Wekî her salê me îsal jî amadekariyek tam ji bo Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce kiriye. Cihê kêfxweşiyê ye ku gelek geştiyar serdana me dikin. Me îsal jî çend projeyek din û berhemên xwemalî ji bo mêvanan amadekiriye. Zêdetirî 120 berhemên çandiniyê li Baxê Kurdistan de hene. Hemû rojan deriyê me ji bo serdana geştiyaran vekiriye.”
Hemîd Îsmaîl da diyarkirin, ji bilî berhemên wan bixwe, gelek cotyarên parêzgeha Dihokê jî berhemên xwe yên çandinî yên wekî; tirî, hinar, kulind, bacan reş û bacan soran tînin li baxê wan de ji bo dîtina geştiyaran nîşan didin.
Hemîd Îsmaîl diyar kir ku armanca wan ya vê projeyê ew e ku berhemê navxweyî ser bixin û berê geştiyar û welatiyan bidin berhemên xwemalî.
Baxê Kurdistan projeyek mezin a çandiniyê ye, gelek berhemên wê yên organîk û cuda di her çar demsalan de hene. Dema geştiyar serdana bax dikin, berheman dikirin û li gel xwe de dibin.



