logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Li ser başûrê Kurdistanê hin îstatîstîk û nirxandinek

  • Dîrok: 18/12/2013
Ji yê yek salî û heta bi kal û pîrên heştê salî, her kesa/ê kurd, bi gotineke din, hemû nifşên kurdan ku a niha li jiyanê ne û henaseya xwe didin û dîstînin, çavên xwe di nav şer û pevçûnê de vekirine. Heta bi çend nifşên ku koçî bêdawiyê bûn jî wisa.
Ji dawiya sedsala nozdehem û heta roja îro; her tim şer e, koçberî, tunehî û zilm û zor e li xaka kurdan, warê pevçûna desthilatariyê ye erdnigariya Kurdistan. Dewlemendî ji bo xelkê sedema şadiyê be, dewlemendiya xaka kurdan bûye sedema qedera wan a bextreş ku bi salan e, êş û ezabê jê dikêşin.
Piştî têkoşîn û êşa bi salên dirêj, li başûrê welêt derfeta birêvebirina federal bi dest ket. Bêşik kurd bi hêsanî nehatine vê rojê, ji bo vê, gelek berdêliyên giran û buha dan û ev serkeftin hate bidestxistin. Loma jî, roja ku a niha em dijîn, di dîroka kurdan de merheleyeke girîng û hêja ye.
Di dawiya payîza sala 2013’an de, ez li bajarê Silêmaniyê, di 17’emîn Mîhrîcana Gelawêjê ya Çand û Wêjeyê, di eywana ku bi rewşenbîran miştî tije  de, li axaftina rayedarê bajêr ê partiyeke ji partiyên desthilatdar ê Başûr guhdarî dikim. Ligel mêvanên ku ji gelek welatên cuda beşdarî mîhrîcanê bûne, bi çend hevokan balê dikişîne rabirdûya vî welatî, pêvajoya bindestiya di bin desthilatdariya zalim de.   
Kurd, piştî pêvajoyeke dûdirêj a têkoşîna dijwar, li welatê xwe bûne desthilatdar, mêtingerên xwe ji ser  xaka xwe qewirandine, tola salên bindestiyê hilanîne. Ne serbixwe bin jî, azad in êdî. Ligel azadî û rizgariya bidestketî, dîsa jî siya dîktatoriya ereb a ku bi destê Seddam û yên berî wî xwîna kurdan bi awayekî hovane, bi salan mêtin, mîna ewrekî li ser bajêr digere. Hevalê ku min li bajêr digerîne, tirimbêlê, li ber avahiya ku wekî labarotûwareke îşkence û kuştinê hatiye bikaranîn, radiwestîne û bi min dide zanîn ku kesê ku ketiye vê derê bi saxî derneketiye û me ev avahî wekî Muzeya Şermê wekî ku ji wan bêbavan maye hiştiye, ji bo bibe îbret ji cîhana mirovahiyê re.
Ligel ku serê her kurdê bi rûmet û mirovê bindest û her wiha her şoreşgerê cîhanê jî, bi azadî û rizgariya başûrê Kurdistanê, dilşad û serbilind e, rewşa rêveberî, hilberîn, aborî û desthilatdariya li dar, mirovî xemgîn dike  ku qonaxa heyî divê ne bi rengê kambax bûya.
Belê ku mirov li rewşa başûrê Kurdistanê dinihêre, mixabin rewş, rewşeke kambax e ku îro, ligel gelek derfetên aborî, mirovê kurd ji gelek taybetmendiyên hemdem ên afirîner û hilberîner dûr ketiye. Ligel derfetên aborî û nifşê ciwan, Kurdistan ji bingeha birêvebirina jiyanê û her wiha hilberîna rojana ya ji rêzê mehrûm e. Mirovê/a kurd, hin bi hin biyanî dibe; dibe biyaniyê rastiya xwe, dibe biyaniya rasteqîniya jiyanê, dibe biyaniyê rabirdû, tore û çanda xwe. Ji rastiya jiyanê, ji rûmeta kedê dûr dikeve.
Hemû çalakiyên aborî yên ku ji bo welatekî jiyanane ne, pir girîng in, di destê companiyên kapîtalîst ên rantxwur in. Heta ku tê gotin di nav wan de gelek companiyên nîjadperest ên ku neyartiya gelê kurd dikin hene. Kurd bi saya dewlemendiya heyî ya ku ji binê erdê dipejiqe, bûne axayên demê ku heta bi çaya li mala wan tê vexwarin jî bi destê qerwaşan tê pêşkêşkirin. Ji gelek welatên cuda yên Asyaya Dûr, kesên belengaz bûne xizmetkar û karkerên karên jiyanê yên ku kurd qîma xwe pê nayînin. Tiralî wisa serdest bûye ku piraniya fêkî û zerzewatên ku li ser her axê û li her welatî bi hêsanî mirov dikare biçîne û hilberîne, ji derveyî welêt tên.

Li gorî lêkolîneke ku li ser Herêma Başûrê Kurdistanê hatiye kirin(*):
Ji % 65-70, nifûsê polîs an cendirme ne,
Gel dev ji gund û navçeyan berdaye, hatiye navenda bajaran, ji hilberîna çandinî û sewalan bi dûr ketiye ku ev yek ji bo gelekî ku ji bo tiştên herî ji rêzê, mecbûr û pêdiviyê kesên biyan in, rewşeke xopane ye. Û ev modela jiyanê, modela welatên ereb ên dewlemend in ku berhemê projeyên emperyalîstan in. Ku ev hêzên emperyal, bi vî awayî civakan bi xwe ve girê didin û mecbûrî xwe dikin. Bi vî awayî çeng û perê kurdan tê şikestin û her wiha dibine mihtacê hêzên biyan.
Nifûs 4 mîlyon e, ji 4 mîlyonan, zêdeyî çarîkekî karmend e, ango bilî ku tiştekî hilberîn e, di saziyên rêveberiyê de karê birokrasiyê dikin.
Nîşaneyeke din ya balkêş; nifûsa başûrê Kurdistanê 4 mîlyon e, nifûsa Çînê mîlyarek e. Lê hejmara Wezîrên Hikumeta Başûr ji Wezîrên Dewleta Çînê bêhtir e.
Li gorî vê mirov qet nikare qala aboriyekê jî bike. Rêveberî berhemên neftê difiroşe derve, ji vê hatinê pariyekî dixe devê gelê ku her diçe tiral dibe, bi vî awayî, gel bi bertîlan aş dibe. 
Ku mirov li vê rewşê binihêre û bibîne bi hêsanî dê dahatûyeke pir bixeter jî bibîne. Hêz, ne bi pere û bi desthilatdariya fen û lîstikan e, hêz ew e ku mirov bikêr be, jêhatî û çalak be ku her tim afirîner û hilberîner be. Jixwe heta bi serokê rêveberiyê, birêz Mesûd Berzanî jî, vê yekê têgihîştiye û wiha gotiye, “Berî niha, min û pêşmergeyên xwe, me dikarî du avahiyan bi hev re hilweşînin, lê a niha  bi hemû hêza xwe,  em nikarin avahiyekê ava bikin.”
Loma jî serkeftin, bidestxistina desthilatdariyê, rizgarî ku bibin sedema bipêşxistin, xweşkirin, demokratkirin û birûmetkirina civakê biwate ye. Na na ku bi riya desthilatdariyê civaka ku ji bindestiyê azad bibe û dirûvê mêtingeran, dirûvê desthilatdarên xwe yên berê bigire, gelo ew tê çi wateyê?

(*) Kovara Tîroj, hejmar 64, rûp. 29-30

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji 100 zarokên mamosteyên kurd çend bi kurdî dizanin?

  • 15 Gulan 2010

Wekî ku tê zanîn, Mîr Celadet Bedirxanê mişextî, mişextiyê mîrekiya Botan, bi hewldan û kirinên xwe yê neteweyî, kirûyeke pîrozwer e. Ew bi ked...

Li Kurdistanê jiyan

  • 09 Kewçêr 2015

Ez mirovekî pêncî salî me. Li quntarê çiyayê Bagokê, li gundekî  bejî, zipîziwa hatime dinyayê. Bavê min geza nanê me ji pişt...

Ji berhemên zindanê du mînak û rexneyek

  • 16 Pûşper 2016

Nivîs, ango karê vegotina hunerî; ji bo hinan mebesta deng vedan û namdariyê, ji bo hinan dermanê jibîrbûnê, ango sing kutana di jiyanê de, ji bo hinan karekî bi...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wergêr hunermend e

ad

Medvedev: Dinyaya yekrexî xelas bû

ad

Weçînitiş û jutîya ma

ad

Dema serîlêdana berendamtiyê

ad

Mebûsê kurd xwest bi kurdî biaxive, mîkrofon girtin

ad

Heyeta KCD'ê çû serdana Barzanî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname