Nivîs, ango karê vegotina hunerî; ji bo hinan mebesta deng vedan û namdariyê, ji bo hinan dermanê jibîrbûnê, ango sing kutana di jiyanê de, ji bo hinan karekî bi kêf û xweşî, ji bo hinan jî karekî teqez e ku mirov bivê nevê, divê bê kirin.
Ji bo kesên dîl, şêniyên di nav çar dîwarên bilind û pihêt de, gelo tenê karê dem derbaskirinê, dermanê aramî û vehewînê û aciziyê ye?
Ligel ku rastiya hemû ramanên li jor hatine rêzkirin hebe jî, taybetmendiyên nivîsîna di zindanê de ji van tevan bi wêdetir in, tiştekî dinê ye, tiştekî ku tenê kesê/a li hundir dinivîsîne dikare bizane û vebêje.
Her çi qasî, her kesê/a ku dikeve zindanê nabe nivîskar jî, zindan bi serê xwe dibistanek e. Dibistaneke wisa ku ji kesên ku di zindanê de fêrî xwendin û nivîsandinê dibin, nivîskaran diafirîne. Gelek nivîskarên navdar ên ku ketine nav çar dîwaran, berhemên xwe yên gewre di nav wê tariyê de afirandine. Lê kesên wisa, piranî ew berî bikevine zindanê jî nivîskar bûn. Li vê derê, mebesta me ji vê yekê bêtir, kesên ku heta ketina zindanê bi mebesta nivîskariyê xizek jî nenivîsandine, lê piştî pêvajoya dîlgirtînê, destê xwe avêtine pênûsa xwe û dest bi nivîsê kirine.
Murat Turk, Mahmut Yamalak, Rojbîn Perîşan, Edîp Yalçinkaya, Îsmaîl Bîçen, Îlhamî Çinar, Yaşar Aslan, Tonguç Ok, Mizgîn Ronak û gelek kesên din îro di navbera çar dîwaran de, ligel ku piraniya wan cezayê bêdawiyê xwarine, di nav tariya zindanan de, di zeviya jiyana xwe de, bi rik hêviyê diçînin. Dara têkoşînê ya di daristana jiyanê de bêrawest bi hest û ramana xwe av didin.
Di vê kurtenivîsê de, bêşik ne pêkan e ku em bi firehî, yeko bi yek em li ser taybetmendî û berhemên kesên navborî rawestin lê wekî mînak em dikarin qala du kesan bikin.
Yek ji wan, Îsmaîl Bîçen e ku ji sala 1999’an ve girtî ye û cezayê muebbetê xwariye. Bîçen, di pêvajoya xwendina zanîngehê ya beşa veterîneriyê de tevî refên têkoşerên çekdar dibe. Di sala 1999’an de, di şerekî de bi birîndarî tê girtin. Di girtîgehê de, 3 berheman diyarî wêjeya zindanê dike. Berhema helbestê ya bi navê “Roza Rozalîna”, berhema wî ya yekem e. Li dû wê “Dagin Ardi”, herî dawî jî “Zemherî” dinivîsîne. Ew mebesta nivîsandina xwe wisa vedibêje: “Di vê qonaxa jiyanê de, tenê mebesteke min heye; ku rojekê ez ji vir derketim, ez ê yek bi yek li malbatên hevalên xwe yên ku li darî çavên min bi egîdî jiyana xwe ji dest dan bigerim û ez ê zarokên wan ji wan re vebêjim.” Lê bi ya min ew li benda azadiya ku dê wî bigihîne malbatan nemaye û dest avêtiye pênûsê û dest bi vegotina xwe ya ku bi hestên hogiriyê hunandiye, kiriye.
Yê duyem Îlhamî Çinar e. Çinar, piştî ji gundekî Pasûrê tê dibe şêniyekî ji kolanên Sûra Amedê, ligel ku wî tenê dibistana seretayî xwendiye jî di çapemeniya kurd de dixebite. Di vê pêvajoyê de tê girtin. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve ew jî berê xwe dide çiyayên welatê xwe. Di sala 2008’an de, bi birîndarî tê girtin û cezayê muebbetê lê tê birîn. Ew niha di girtîgeha Balikesirê de, serpêhatiyên di jiyana têkoşîna xwe de bi zarokatiya xwe, bi seqaya welat û civake xwe ve girê dide, bi hêvî, derûnî û hestên mirovana distire û bi vî awayî tevna berhemên xwe saz dike. Ku neqş û wêneyên di berhemên Çinar de di qada wêjeyê de hêviyeke mezin dide me.
Di berhemên van nivîskarên navborî de, bi piranî jiyana zindanê cih nagire. Ew qet behsa neçarî, zehmetî û kirûyên neyinî nakin. Ew her çi qasî di nav çar dîwaran de girtî bin jî, hiş û dilê wan li derve ye, li deşt û çiyayên welatê xwe, li aso û dahatûyên azad ên civaka xwe digerin.
Ligel van, bi min, derbarê van nivîskarên navborî de kêmasiya herî mezin ew e ku ev nivîskar ji ber daxwaz û têkoşîna azadiya ziman û gelê xwe tevî têkoşîna çekdarî bûne û ji ber vê birîndar bûne û hatina girtin lê ji kesên navborî, bilî Mizgîn Ronak tev bi zimanê serdetê xwe dinivîsin. Sedema vê kirûyê ne mijara vê nivîsê ye. Lê li gorî min, heke ew bixwazin, ew dikarin bi zimanê xwe jî binivîsînin. Tonguç Ok ê ku li jor di nav nivîskarên di zindanê de derbas dibe, bi nîjada xwe ne kurd e, berî têkeve girtîgehê bi kurdî nedizanî lê vê gavê ji spanyolî û ji îngilîzî berhemên klasîk ên wêje û bîrdoziyê werdigerîne kurmancî. Bawer dikim, tenê ev mînak têr dike ku her kesê ku dixwaze, dikare xwe ji nav pencên pişavtinê azad bike.
Bi hêviya ku nivîskarên me yên dîl berî ji zindanê azad bibin, xwe ji zindana dagirkerî û pişavtinê azad bikin.


