Diyarname
Tîma fûtbolê ya Tirkiyeyê Fenerbahçe û tîma ji Ûkraynayê Shakhtar Donetsk bi diruşma "Football For Peace" (Ji bo Aştiyê Fûtbol) li Stenbolê maçek dilîzin.
Dema mesele dibe kurd tîma Fenerbahçeyê û yên din diruşmên neteweperestiyê bilind dikin, niha jî ew ji bo aştiyê maçek li dar dixin.
Li gor bernameyê di çarçoveya "Shakhtar Donetsk Global Tour" de ligel Fenerbahçeyê dê Shathtar Donetsk maçeke ji bo aştiyê bilîzin.
Li gor daxuyaniya ji klûbê hatiye belavkirin pereyên ji maçê bêne bi dest xistin ji bo mirov û zarokên mexdûrên şer dê bêne bikaranîn.
Maç vê 19'ê mehê saet 17'an de li Stada Şukru Saraçoglu a Fenerbahçeyê tê lîstin. Îro dest bi firotina bilêten maçê hatine kirin.
Buhaya bilêtan bi vî rengî ye:
- Bilêtê bîranînê (Diyarî): 50 TL
- Pişt kelehê: 50 tem
- Trubîna jor: 100 TL
- Trîbunên jêr: 200 TL


