logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Manşetek çawa tê nivîsîn? (Rexneyek li A.Welat û yên din)

  • Dîrok: 09/08/2015
Mixabin piraniya kurdên me yên di saziyên çapemeniyê de dixebitin hê nizanin ew bi xwe dîrokê dinivîsin; ew dîrok belkî bi xwe re 'birakujî'yan bîne, yan 'birakujî'yan ji holê rake.
Mixabin hê nizanin rojnamegerî ne tiştek wisa ye; bê delîl sûcdarî nikare bê kirin. Mixabin nizanin divê endamekî/e çapemeniyê ne wisa be.
Ricaya min ji wan hevalan ew e ku berî manşetek di rojnameya xwe de binivîsin, qala manşetek di tv'ya xwe de bikin bila hay ji gotina xwe hebin. Bila bizanibin ew gotin şûr e di destê wî/ê de dikare seriyek, yan çend seriyan bifirîne.
Ev nivîsa min bi awayekî zelal ji bo Azadiya Welat e (wekî din para vê nivîsê ji bo kî dikeve bila ew jî para xwe jê bigirin)
Ev Azadiya Welatê ku bênavber min 5 salên xwe danê, 5 salên wê jê girtin... Min da jî, girt jî... Ez li wir giham, niha dikim tiştan li wê koka li wir bikim û zêdetir bikim.
Wê rojê (02.08.2015) Azadiya Welat manşetek wisa bikar aniye:
"AKP'ê bi piştgiriya PDK'ê li Qendîlê 9 sivîl qetil kirin DÎMENÊ WEHŞETA AKP Û PDK'ê".
Hevalê (1) ku ev manşet nivîsiye ez nizanim kî ye, çend salî ye, heta niha çi dibistan xwendiye, nizanim di jiyana xwe de çend pirtûk xwendine, nizanim haya wî ji felsefeya tevgera bakur heye yan na, nizanim haya wî ji etîka rojnamegerî, etîka bikaranîna sernavan heye yan na...
Lê vê dizanim ku ev manşetek şaş e. Ev manşet nikare kurdan derxe lûtkeyê, nikare di navbera kurdan de biratiyê çêbike, nikare yên hemberî xwe bide şermkirin. Berevajî dike ku belkî roj bê ew ji ber vê manşeta xwe şerm bike.

Bi ya min dema mirov manşetek bikar bîne divê mirov bi dîroka xwe jî bizanibe, mirov siyaseta navxweyî jî bizane, mirov hay ji felsefeya xwe ya ku li ser xeta wê dimeşe jî bizane.
Nizanim haya wî hevalî jê heye ku dîroka me di heman demê de dîroka birakujiyê ye û gere em bi gotinên xwe êdî pêşî li birakujiyan bigirin, ne ku pêşî lê vekin.
Nizanim hay ji siyaseta ku dikare mirovan, rêxistinan, partiyan dibe serketinê heye yan na? Belkî hay jê tune û bi vê manşetê dikare zêdetir navbera her du partiyên me kûrtir, dûrtir û xirabtir bike...

Nizanim haya wî hevalî jê heye ku di nav xeta ku ew li ser weşanê dikin de felsefeya "Ev sebir, ev inyad tenê, belê tenê ji bo di mirovbûnê de em israr dikin e."
Ger hay ji vê felsefeyê nîn be ew çima gerînendeyê weşanê yê Azadiya Welat e û manşetan dinivîse; ger hebe çima manşetek wisa dinivîse?
Ma ne ev felsefeya ku bi gotinek li gor me qal kir ji me re dibêje "bibin însan û yên ne însan bin jî bikin însan"...
Ma em bi manşetên wisa dikarin însaniyetê xurtir bikin?

Û hin pirs ji aliyê etîka rojnamegerî ve:
- Gelo delîl hene ku PDK'ê piştgiriya AKP'ê kiriye loma ew 9 sivîl hatine kuştin? Rojname jî vê manşetê bikar tîne?
- Di spota nûçeyê de ji bo sivîlên hatine kuştin dibêje "jineke ducanî û zarok jî hene". Lê derket holê ku jineke ducanî di nav sivîlên hatine kuştin de tune ye. (2) Mînak wekî vê gotina we ger derkeve ku PDK'ê piştgiriya AKP'ê nekiriye di vê komkujiyê de dê çawa be?
- Çapemenî nikare bi manşetên xwe tovên neyartiyê biavêje. Ma ev sernav nayê wê wateyê ku tovê neyartiyê di navbera du partiyan de bê avêtin?
- Partî ji kesan pêk tê. Gelo li nav PDK'ê kî piştgiriya AKP'ê kiriye û bûye sedem ku ew qas sivîl hatine kuştin? Mînak yek ji giregirên PDK'ê derkeve holê û bibêje "Ez jî rêveber im lê min piştgiriya AKP'ê nekiriye û bi ser de ez dijî AKP'ê me jî" dê çawa be?

Belê ev nivîsa min ji bo Azadiya Welat e lê weşanên me yên din (bi taybetî hin ên başûrî) jî wisa ne. Ew ê ku ji çeteyên DAIŞ'ê re dibêje "çekdar" ne kêmî vê manşetê tiştan dike/dibêje. Lê dîsa jî ji Azadiya Welat re û hevalên têde dixebitim re dibêjim çi dibe bila bibe hûn wisa nekin.
Û pêşniyar dikim ku lêkolînê bikin, ger di kuştina van sivîlan de têkiliya PDK'ê nebe lêborînê bixwazin, ger hebe me bi delîlan qanih bikin.


1- Ji ber ku texmîna min "Yekî" ev manşet nivîsiye loma min NÊR bikar anî.
2- Li rapora Heyeta HDP'ê binêrin, çûn lêkolîn kirin û vegeriyan
Hin Nivîsen Nivîskar

Fikret Hamarat, Salih İlhan û Abdullah Zeydan

  • 02 Avrêl 2024

Niha hûnê bêjin ev kî ne? Çi eleqe? Em ji serî dest pê bikin.Sal 2019, hilbijartina herêmî heye. Li bajaroka Rustemgedik a Bûlanixa Mûşê berendamê...

Tu ji siyasetê dûr bî, siyaset çima nêzî te be?

  • 14 Tîrmeh 2009

Di meseleya nivîskariya kurdî de çiqas cihê ye ez nizanim lê gotineke min jî heye. Bêyî dirêj bikim, li der û dorê meseleyê bigerînim, bi kurtî...

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

  • 11 Rezber 2013

Min pirsek gelek hêsan ji Şêxmûs Sefer kir, ligel mînakek. Lê bersiva birêz Şêxmûs Sefer çi bersiv da! Xwezî em hînê lixwemikurhatinê jî...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Barzanî xwest operasyon raweste

ad

KNK'ê rejîma Îranê û darvekirina Xizrî şermezar kir

ad

Filmê yewnanan yenê Stenbol

ad

Va ne hemû çarîk fînalîst

ad

Şêwra Edebiyatê: Ev 'Otobês' bi rê ve naçe!

ad

8751 Alya

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname