Di serê her sibeha rojên te, di her bûyer û rûdanên te de, birîneke din zêde dibe, li ser birînên heyî, birînên kûr û bêcebar, bêderman. Di her henaseyê de, diderize dil, qelşeke dî zêde dibe li qelşên dilê qeto qeto.
Telefona ku bûye qasidê agahiyên ne bixêr, di mista min de, bi hêviya çirûskeke ku di deryaya tarî de bibe piçek ronahî, digerim li mizgîniyeke xêrê. Hevalekî parêzer ji hogirên Tahir Elçi yê ku di saeta dawî ya jiyana wî li nik wî bû, nameyek nivîsandiye ji keça wî re; ji Payiz Nazenîna ku di payîzeke bêyom de bi êşa bav, digevizî û dişewitî re, ji qurbana bêbextiya jiyanê re. Nameya ku tavilê giriyê xwendeyên xwe tîne, zûka her du kortên çavên min jî tije dike, bi rondikên germ.
Di bin seqaya ku li dû hovîtiya li Elçî hatiye kirin ji nav kelehên kevnare li hemû deverên bajêr belav dibe û bajarê hezar salan dike şûna keseran, ber bi dîwarên bedena reş diçim. Di otobusê de, li palgeha pişt min, zilamek bi dengekî ku qet ne xema wî ye bête bihîstin dipeyive:
- Azad, ez îro sibe jî nikarim bêm. Qurbana te me tu herî li çêlekê jî binêrî. Ev çend roj in, ciya min li ser çêleka xwe ha ha digrî.
Mirovê li kêlekê, ji yê ku bi telefonê dipeyivî re dibêje:
- Wekî te got, “ciya min”, wa ye, ew der ne Sûr e û ne jî Nisêbîn. Wa ye xuya ye tu Dêrikî yî bira.
Mêrikê Dêrikî her ku dibişire jî, winda bûne xêzên rûyê wî, ne diyar e; gelo dikene yan jî digrî.
Erê welato, jinika pîr, ji çêleka xwe bi dûr ketiye, li ser digrî. Li cihekî dî, jinine dî li ser keçên xwe digrîn, li cihine din, hin li ser kurê xwe digrîn. Li ser bedenên perçekirî, li ser miriyên bêgor, rabirdûya wêrankirî…
Payîza Nazenîn li ser bavê xwe, li ser bextê xwe yê reş, li ser bihara xwe, li ser dahatûya xwe ya nediyar digrî… hevser li ser qedera ku ev hezar sal e naguhere; kur, li ser tenêtî û bêçaretiya timî digrî…
Bazirganên jehrê, tîrên xwe di dilê te de wer dikin welato, şûrên xwe ji kalanê rakişandine û li stûkra te tûj dikin. Geh bi benên spî, geh bi yên sor, bejna te, bîra te, vîna te bi dar ve dikin welato. Bigrî welato, bigrî.
Zîv û zêrên te, av û nefta te, stran û çîrokên te, deng û awazên te, yek bi yek hemû hebûnên te dizîn. Niha jî çav berdana hêviyên te welato, çav berdana siberojên te.
Bigrî lê heta kengî? Heta kengî welato, heta kengî?
Bextê zaliman nîn e welato, dawiya zilmê jî wisa. Megrî û rabe ser xwe, berê xwe bide evînê, pişta xwe bide dîroka xwe. Evîna ku vîn dike pola, dîroka ku hevîrê wê xîret e welato.
Megrî welato megrî, hemû dilên pak bibin qurbanên te…


