logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Dîrok: 16/09/2023
Ev her du navên min wekî sernav nivîsîne hunermend in. Hunermend Nûdem Durak kurd e û ji bajarê Dergula Şirnexê ye; niha di zindanê de ye. Emma Kok jî ji binemala xwe kafkas e û ji Hollandayê ye. Berî her tiştî ez bibêjim; huner û hunermend li hember hev nayên muqayesekirin û nîqaşkirin. Ji xwe armanca min jî ne ew e ku ez hunera hunermend Nûdem û Emmayê li beramberî hev bidim nîqaşkirin. Lê belê ez ê hewl bidim ku hunermendiya Nûdem bi kîjan şert û mercan re derbas bûye û niha rewşa wê çi ye û ez ê hunermendiya Emma jî di kîjan şertan de ye bînivîsim. Hunermend Nûdem di 12 saliya xwe de dest bi stranbêjî û hunerê kiriye. Emma Kokê jî di zarokatiyê de dest bi stranbêjiyê kiriye û niha pazdeh salî ye. 
Nûdem Durakê yekem gav avêtina xwe ya bi hunerê re, ji dayika xwe gustîlkek standiye, firotiye û bi pereyê gustîlkê ji xwe re gîtarek kiriye. Nûdemê di axaftineke xwe de gotiye; “stranbêjî ji min re mîrateya bav-dayik û kalan e.” Bi vê şiyarê Nûdem diçe Navenda Çanda Mem Û Zînê ya li Cizîrê dest bi xebata hunerî dike. Dema di nav xebatên hunerî de dixebitî di salla 2009’an de ji ber hin angaştên siyasî tê girtin û piştî çend heyvan tê berdan, lê darizandina wê didome. Nûdem her çiqas zordarî li ser de hatibin jî wekî jineke hunermend hunera xwe didomand.
Piştî girtina 2009'ê Nûdem careke din 2012’yan de jî tê girtin û 10 sal û 5 heyv cezayê zindanê lê tê birîn û li derve darizandina wê didome heta ku di sala 2015'ê de cezayê wê dadgeha bilind erê dike. Nûdem sal 2015’an tê girtin û wê dişînin zindana Mêrdînê. Dema di zindana Mêrdînê de ye “delîlên nû" derdixin holê, ji ber stranên wê yên ku bi kurdî strîne, cezayê wê ji 10 sal û 5 heyvan derdixin 19 salan. Tê payîn ku Nûdem di sala 2034'an de ji zindanê derkeve. 
Di zindanê de jî Nûdem hunera xwe didomîne. Lê belê di nav wan rewşan de jî zordariya zindanê li ser hunera wê heye û 2017'an rojekî dema lêgerînê li qawîşa wê dikin leşker gîtara wê dişkînin û wê gîtara şkestî ji malbata Nûdemê re dişînin.
Di nav rewşa zindanê de nexweşiyên wekî Graves, osteoporoz û hin nexweşiyên din pêre çêbûne û di nav şertên zor de dimîne. 
Piştî girtina Nûdem Durak gelek hezkiriyên wê piştgiriya xwe bi wê re parve kirin û di qada navneteweyî de jî piştgiriya bo Nûdem zêde bûn. Di nav de navdarên wekî; Noam Chomsky, muzîkjen Peter Banrial û Roger Waters, aktrîs Maxine Peake, derhênerê fîlman Ken Loach û gelek çalakvanên din ên hunerê di sala 2022’yan de çalakiyeke piştgiriya diyar kirin. Ev çalakiyên piştgiriya bi Nûdem re didomin û piştgiriya ji bo wê li ser malpera http://songfornudemdurak.org/ tên weşandin. 
Heta vir min hewlda Nûdem Durak bi we bidim nasîn û jiyana wê ya bi hunerê re derxim holê. Niha jî em li Emma Kok binêrin. 

Nûdem Dûrak  niha girtiye. 19 sal ceza lê binîre.
Emma Kok niha tê dermankirin. Doktor hêvî dikin ku dê baş bibe.
 
Emma di nav malbateke dewlemend a Hollandî de mezin dibe. Bav û dayika wê xwediyê karên navdar in. Li mala wan stranên caz, soul û pop her tim hatine guhdar kirin û malbata Emmayê wê dişînin perwerdeya şanê û bi malbatî piştgirî dane wê ku di muzîkê de pêş bikeve. Bi taybetî birayê wê Enzo piştgiriyeke zêde dide Emmayê ku ew xwedî hunera kemanjeniyê de serkeftiye û li Berlînê dibistana muzîkê ya navdar Hanns Eisler'ê cih girtiye.   
Emma gava serkeftina yekemîn di sala 2021'ê de bi dest dixe dozdeh salî ye. Ew tevlî pêşbaziya; “The Voice Kids Hollanda”yê dibe û navê wê êdî tevî qada hunera muzîkê dibe. Di pêşbaziya bernameya TV SBS a Ministarsê de jî bi ser dikeve û wekî xelat 25.000 Euro digire.
Her roj Emma di nava derfetên bêhempa de hezkiriyên xwe zêde dike û navê xwe ji Hollandayê re dixe nava qada muzîkê ya cihanê. Herî dawî di şeva konsera Vrijthof bi strana Voila serkeftinek mezin bi dest dixe û heta niha bi mîlyonan temaşevanên wê çêbûne. Ji bo wê şeva konsera nav û deng a li Hollandayê çêbû, şefê konserê û navdarê kemanjeniyê Andrê Rieu wiha qala Emma Kok kir; “Emma hê pazdeh salî ye di konsera îsal ya Vrijthof de bi strana Voila performanseke baş temaşevanên orkestra Maastrichtê sermest kir! Bi dengê xwe yê bi hêz, heta niha li ser tevna civakî nêzî 35 mîlyon kesî temaşe kiriye! strana Voila êdî li ser hemû platforman cih girtiye.”
Emma Kok li kêleka hunera xwe bi nexweşiya xwe re jî têkoşînê dike. Emma dema hê 8 salî ye nexweşiyeke mîdê Gastroparezîn pêre çêdibe û niha ji bo nexweşiya wê awayekî teybet pêre eleqedar dibin û li gorî bijîşkên taybet dibêjin, hinekî ber bi başbûnê ve çûye. 
Belê ev bû çîroka nivîsandina min. Lê ez vê jî bibêjim, li gorî jiyana van her du hunermendan jî careke din li ber çavê min ket ku em kurd çiqas xwedî vîneke hêja ne.

Emma Kok niha ketiye 17 saliya e.

Nûdem Durak ligel malbatê. 
 
 

***

Hin nûçeyên li ser Nûdem Durak:

- Ji dinyayê navdaran banga berdana Nûdem Durak kir

- Roger Watersî carek din dengê Nûdem Durakê belav kir

  
 
Hin Nivîsen Nivîskar

Berxwedana: Bêje Tu kî Yî?

  • 04 Avrêl 2024

Li Tirkiye û Kurdistanê di hefteyekî de rojev li rojevan aliqîn û pêvajoyên germ derbas bûn. Ji aliyekî ve kelecana hilbijartina rêveberiyên heremî ji...

Te Got Ez Diçim Welat! 

  • 14 Gulan 2024

Ka carekedin bibêje te got ez diçim welat! Ev mizgîniya te wekî şekrokê di destê zarokan de şêrîn e. Ê de here û heta tu werî bila ronahiya rojê bi te re be. Ji bîr neke tûrikek mezin bi xwe re bibe ji bo...

Bo zimanê xwe çima destûrê dixwaze?

  • 16 Avrêl 2023

Camêr akademîsyen bû, derbasî kursiyê axaftinê bû û dest bi axaftinê kir: “ezê bi zimanê xwe (kurmancî) bi axivim...”Balkêş! Balkêş...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Navenda ÎHD'yê rêveberiya xwe nû kir

ad

Ji bo 'Pirtûkxaneya Mafên Mirovan' berheman bişînin

ad

Hejmara nû ya Le Monde diplomatique kurdî derket

ad

Mebûsa DEM Partî ji ya AKP'ê ya berê pirsî: Çima 'Koleksiyona Şarkiyat'ê venakin?

ad

‘Nûbihar Akademî’ derket

ad

Jane Birkina bi name û veng zî xatir waşt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname