logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Ol û bawerî ji derve ve nayên guhartin

  • Dîrok: 08/01/2022
Demekê di navbera Şivan Perwer û rewşenbîrên êzdî de bi rêya dijîtalê gengeşî û êrîşhevkirinek gur dibe. Ev bûyar hin tecrubeyên ji bîra min çûyî anîn bîra min. Ez kesekî ji malbateke bawerî elewî me, lê bi tu olan, kitabên pîroz baweriya min nîn e.
Ez dibînim gelek kes vê gengeşî û êrîşhevkirinê bi metirsî dişopînin û ez ji xwe dipirsim, gelo Şivan Perwer dixwaze çi bike? Dixwaze guherînek, reformek di ola êzdîtiyê de dest pê bike? Dixwaze çi bike?
Berî ku li ser vê mijarê jixwe tiştek bêjim dixwazim ew tecrubeyên nû ve hatin bîra min vebêjim.
Piştê êrîşa Sedam a li Başûr, gelê me, gelê kurd xwe dabû nav çiya û baniyan, hatibûn ser ew sînorê neya me û bê çarê bûn. Ji her hêlê de bo aîkarî berhev bikin kurdan dest bi kar û bar kiribûn. Ligel çend hevalan me jî xwestibû çi ji destê me tê em bikin. Bi wan hevalan ve em li mala me bûn û me nîqaş dikir ka em çi ji kê dikarin berhev bikin…
Dema diya min ev yek bihîst, bi gotinên nexweş ket nav gotinên me û got: “Hûn dixwazin ji kê re yardimê berhev kin. Wan bi sedan salan xwîna me rit di her fersandê em kuştin ew li xwîna me tî ne. Fersandê bibînin aniha ê me serjê bikin.” 
Ez bi van gotinên diya xwe pir acîz bûm, min gotibû, “Ew kurd in, em kurd in. Here, li ser serê me here, em ji xêra te razî ne. Pêşî însan in, em kurd in, misilman ha elewî çi ferq dike. Em kurd in.”
Got: “Em kurd nîn in, elewî ne…” Bi hêrs ji me bi dûr ket, di ber xwe de dikir pitepit, eşkere bû ji hêrsan nifir dikirin.
Min ê çi bigota, ev her du eynî tişt nîn e… Wê demê min empatî kiribû, bi qasî min fêm kir tirsek di kûrahiya mejiyê diya min de hebû, dê bi rastî ji dîroka devkî di binbîra wê de çêbûyî bû. Bi kurdî “em kurd nîn in” digot û bi zimanekî din jî nikaribû bigota, bo ji tirkî bêtir tu zimanên din nizanibû. Ev çi hal bû? Belkî tirk an erabên serkêşiyê zilm û qetlîamên elewiyan dikirin ew qas ew nediêşand. Wê jî zanîbû ew û em kurd in, lê zan dikim ji êşa binbîra protestoyekê li der dixist û wekî ku digot zilm û zordariya xelkê heta derekê tê qebûlkirin, lê ew zilm û zordarî ku ji nav malê were kirin…
Yek jî hat bîra min, di dema zarokatiya min de tirsa herî mezin a dê û bav û malbatên elewî  keç an xortên wan dilê xwe bidin yekî/a misilman. Wê demê min ev qet fêm nedikir, çima ditirsiyan, ew keç û xortên cîranên wan bûn û bi wan re di têkîliyên gelek baş û xweş de bûn. Piştre ez gihîştim, her ku mezin dibûm li doraliyê çend zewacên bi zor an revîn û revandinê çêbûn, lê ya balkêş ji hêla malbatên misilman ve şert û şûrt dihat datanî, ger ew keç an xortê elewî baweriya xwe biguherîne, bibe misilman (sunî) piştra ew zewac dihat qebûl kirin. Wisa jî dibû. Ya ku ez gihîştim ev bû, ew dê û bav, malbatên elewî tirsekê xwe yê rasteqîn hebûn, ger zewaca zarokên xwe serbest berdin dê bi temamî zarok û baweriya xwe wenda bikirana…
Dawiya dawî min dît elewî her çi dikirin bo baweriya xwe û yanê xweparastinê dikirin. Bi sed salan in misilmanên tirk, kurd an ereb bi êrîşên hovane xwestibûn bi zilm û zordariyê wan biguherînin, nebû, tune bikin… Wan jî xwestibûn xwe biparezin, qest ji destê wan civateke girtî bi şart û şûrtan avakiribûn. Her çiqas êdî elewî civatek vekirî be jî lê demek berê gelek di nav xwe de girtî bû.
Îro elewiyên kurd miriyên xwe bi gulbendên kurdî datînin axê û demên xwe bi kurdî digerînin, heta demek berê di rê û resmên cenazeyan de gulbendên kurdî jî tune bûn, cemên kurdî jî. Hemû bi tirkiyeke nîv erebî bû. Di nav xwe de guherîneke ji binyat çêbû. Pîr jî ew pîrên berê nîn in, ew jî guherîn.
Îro diya min herçî xwe bi baweriya xwe ya elewîtiyê digire jî, lê êdî nabêje “em ne kurd in”, nikare bêje jî, bo ku gor rastiyên rojane û pêwîstiyan ew jî, baweriya wê jî guherî. Ne ji gengeşîkirin û êrîşkirinên ji derve, berevajî ji pêwîstiyên navxweyî yên baweriyê guherîn û diguhere.
Em ji dîroka ol û baweriyan baş zanin. Di ol û baweriyekê de ger pêwistiya guherînê çêbûye ew ê di navxwe de dest pê bike. Mînak zerdeştî, bi destên mazdek ku bawermedekî ola zerdeştî bû hat guhertin, mînak Îsa bixwe musewiyekî bû, xwest ola musewiyan biguherîne, mînak Martîn Lutherê xiristiyan xwest xiristaniyê biguherîne, em dikarin van mînakan lê zêdê bikin…
Yanê guhertina ol an baweriyekê divê di nav xwe de, gor hewcedariyên rojane ji hêla bawermedên wê olê yan wê baweriyê ve bê guhertin, ne ji derve ve, wekî Şivan Perwer dike û dixwaze bike…û nikare bike jî. Ew karê Şivan Perwer jî nîn e.
Bi ya min ên ku ji derve ve rexneya ol an baweriyekê dikin bi çi niyetê dikin bila bikin, bi çavên bawermendê wê olê yan wê baweriyê ve wekî êrîşkar û wêranker tên dîtin. Ez dibêjim, destên xwe yên ji derve ve ji pişta bawerî û bawermendên êzdîtî dûr bixin, ger guherînek di ol û baweriya êzdîtiyê de hewce bike ew ê xwe bi xwe biguherînin. Herçî gengeşiyên wisa bên kirin ew ol û bawerî dê xwe hê bêtir nav xwe de vekêşîne û bi xwezayî û bi heq piştî ew qas zilm û zordarî dê xwe û baweriya xwe û bi xwe biparêzîne. Ev jî heq e.

Hin Nivîsen Nivîskar

LI SWÎSREYÊ DEWLET JI 'BAJARDEWLET'AN PÊK TÊ

  • 28 Tebax 2011

Ez niha de bîst sal in li Swîsre dijim. Bêrî ku ez qala xweserî û demokrasiyê li Swîsre bikim ez dixwezim serboriyeka xwe vêbêjim ku mînakekê xweseriyê...

Dîrok û Çîrok; pêdiviya me bi rastî heye

  • 08 Berfanbar 2012

Çend  hevalên ji vî quncikî nivîsên min ên li ser dîrokê xwendin ji min re e-mail şandin ku tê de xuyaye, min wekî dîrokzan dibînin. Divê...

“Dengê Bavê Min”, dengê devoka min e

  • 06 Sibat 2013

Filmê derhêner Zeynel Dogan ê bi navî “Dengê Bavê Min” ê xelatgirtî, min nû temaşe kir. Zeynel Dogan filmê xwe bi butçeyeke biçûk...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Dilop' li ser Sûriye û 'çareserî' sekiniye

ad

Roket ket Okyanûsa Hîndê

ad

“Elfabêya Kurdî” a Bedirxan ji nû ve çap bû

ad

Ateîst û lîberal biaqiltir in

ad

Kurê Serokwezîr: Ez karekî nabînim ku bixebitim

ad

Rewşenbîran nameyek weşand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname