Diyarname
Li Tirkiyeyê zarokên serokên dewletê dibin xwediyê keştiyan, şîrketên mezin vedikin lê li Yewnanistanê kurê serokwezîr nikarekî karekî bibîne.
Kurê Serokwezîrê Yewnanistanê Yorgo Papandreu yê bi navê Andreas Papandreu ji bo rojnameya To Vima axivî. Papandreau got ku di jiyana rojane de ew nabêje ku kurê serokwezîr e û ji bo rewşa qeyrana aborî ya welat jî gelek xemgîn e. Wî got ku dema li herêma Merîçê di nav hêzên taybet de leşkeriya xwe dikir kesî nedizanî ew kurê serokwezîr e.
Papandreau ku li Norwec û Îngilistanê li zanîngehan sosyolojî û îstatîstîk xwendiye niha betal e.Ew dibêje ku ji ber rewşa welat xemgîn e û carinan ew bi xwe jî beşdarî çalakiyên protestoyî bûye.
Digel her tiştî Andreas Papandreau diyar dike ku dê welatê wî ji vê qeyranê bi serketî derkeve.