În- Vê şeva payîzê ez ê serxweş bibim wekî dilopek li ser pelê darê, ya li ber nefesa bê.
Dilopek şerab wê biniqite ji qedeha ezmanê vî çîyayî, yê serê xwe daniye ser dilê deştê.
Karwanê şîn ê li ser rêya çûyînê wê nebîne pelê ji darê dikeve, yê nikare hilgire giraniya herdu dilopan.
Li şaneşîna şevê, şingînî wê ji tilîkên jinekê birije hundirê qedehê, dilopek hêstir wê ji çavê qedehê biniqite û wê bişewite mijankên deştê. Du dilop ê bibin du nota û bi hewara vê stranê ve werin.
Hîn nehatîye guhdarkirin ev stran, hîn venebûye deriyê çermê sîngê û notayên nebihîstî govend negerandine di hembêza ezmên de.
Pel wê nizanibe bê ka ji ber hêza bê yan ji ber giraniya du dilopan qurifî ji zendê darê. Lêê dara tazî, îja ka tu yê sermaya nava xwe rûke mista kîja agirî, yê sêla li ser wî sorbûyî û awirên jinên kurd dibirije tê de?
Dengê Tomas Transtromer tê ji kolana kitêban, guhên min vediciniqin wekî pelê bi bayê du notayan re difire ji erdê. Veqetîn dike biçe pêşeroja zincîrkirî û pel bi qenceyên valahiyê ve dardekirî.
Helbûkî min ê îşev hêmaya serdemên nejiyayî li kefa destê pel biçanda û zeman jê re bikira cax, bo heywanên kevin ew nexwarana.
Xewa gotinên min tê û şev bi sermaya spî re diricife. Qedeha vala dikim gustîl, dixim tiliya bêdengiyê, şevê hembêz dikim û dibim odê. Tilîkên min dişewitin di nava agirê porê wê de, bêhna wê dibe hêmayên helbesteke nejiyayî û diniqitin ser rûpelê sînga min.