Cara yekem piştê nexweşketina min a ku wê demê heft torbe xwîn dabûn laşê min, da ku di laşê min de xwîn nema bû, ez û xanima min bo kontrola sihetê bi seyarê bi rê ketin. Rêya nexweşxanê bi seyarê nîv saet zêdetir nîn e; ji nîvê rê min hest kir ku ez nikarim zêde biajom û min seyare park kir.
Xanimê got, “Çi bû?”
Min got, “Nizanim çi bû, lê nikarim zêde bajom... “
Di laşî min de tiştek dipêrpite, konsantreyê min nema; min rê û doraliyê xwe nedidît; sankî di valahiyekê de diçûm. Xanimê bi tirs û bi pirs henek kir û got, “Nebe ku ji xwînguhirînê bibe; xwîna te ya teze xwîna ewropayiyan e; belkî ji vê ye...”
Min ku sê hazar kîlometre rê bi dû sê rawastinên nîv saetî de diajot, niha nîv saet seyare ajotin serê min gej dike, li min konsantrasyon namîne. Hundirê min tevlihev dibe; tansiyona min berbijor de hildipêqe. Dibe bibe; xwîna nû ya ewropiyan xuy û qerekterekî nû li min peyda kir... ji xwînê ye.
Ez ê ku bi salan e xwe ji Ewropayê avêtiyê hembêza gundekî di nav çiyayên Kurdistanê de; sibê ro di nav wan çiyan de digerim; ji ser lat û zinaran re xwe diavêjim ser yên din û di keviyên kendalên kûr re digeriyam lê niha ji bilindiyê ditirsim.
Rojekê em çend heval çûbûn gera zûxirekê; em wir de vir geriyan û dema em hatin ser zûxirê da ku ji wir berjêr de kûrahiya zûxir binihêrin. Li wir kafeteriyek hebû; dema em ketin hundirê wê, zemîna wê nîvî li ser erd, nîvî jî li hewa bi hesinan ser zûxirê de konstruksiyonek camî bû. Ser wê camî de jî mase û li dor masê kursî hebûn; hin kes li dora wan maseyan ser kursiyan rûniştibûn çay û qehweya xwe vedixwerin û sohbet dikirin bê tirs. Hevalên min bê teredut derbasî ser zemîna camî bûn; lê min nikaribû, gavên min ne bi pêş de ber bi paş de vedikişiyan; wekî seyare ajotinê, serê min gej û hundirê min tevlihev bûbû; tansiyona min jî berjor firiyabû. Niha dîsa nav çiyan û baniyan de diçim gerê lê ji ser lat û zinaran û keviyê kendalan dûr diçim. Çi bêjim; dibe ku ev jî ji xwînguhirînê ye.
Û di vê navber de ya herî xirab ên ku çavên min li min kiribûn; êdî dema min pitûkek an nivîsek hilgirt destê xwe û dixwend. Ew hemû rêzên hevokan dibûn bendekî reş; min pirtûk an nivîs carek ji ber çavên xwe dûr dixist û carek jî nêzik dikir ku hevokekê fam bikim. Nedibû û pirtûk an nivîsa di destê xwe de davêt ser maseyê û bi hêrs û êş ji wir dûr diketim. Ma ev jî ji xwînguherînê bû, çi? Minê çi bikira...
Çûm doxtorê çavan û min got, doxtor ez tiştên nêzîk nabînim, nikarim pirtûkek bixwînim; çima wiha bû?
Wî got, “Hela bisekine em ê lê binerin”; bi lampayekî biçûk ronî da nav çavê min û ji hêlekê jî bi min re diaxivî û hin tiştin dipirsî. Min dît ku kesek rehet e, min bi henek got, “Doxtor beg xwîna min guharî; xanima min dibêje xwîna te guherî pêve xuyê te jî guherî ye, dibe ku ji vê yekê be?..
Doxtor keniya; min jî zanî bû ji vê yekê nîn e. Ji min pirsî, texmîn dikim salên te ser pencî re ye; min got, êrê...
Wî got, “Normal e, tu êdî kal î.”
Pişt re lêkolî, lêpîvî û dawiyê berçavkek ji min re da amede kirin. Lê ez bi berçavka ku doxtorî da min re ne li hev im. Tu dibêjî sankî li ber çavên min zinarek, li ser pozê min bi tonan giranî heye. Encax deh bîst deqe dikarim bikar bînim.
Wekî pirsgireka xwendinê pirsgireka nivîsandinê jî peyda bûbû. Min dixwest, lê nikaribûm binivîsînim; gelek fikir û mijar bo pisgirekê ku ez ji xwe re dikim mesele, di serê xwe de dicivand û ji xwe re digot, de binivîse; dest bi nivîsê dikir û di nîvê de dihişt û ji leptopa xwe, xwe dûr dixist û carek din venegeriyam ser wê nivîsê. Ji ber vê yekê, li ser destkopa leptopa min de gelek nivîsê min ên nîvço hîştî hene. Ji bo ku li ser nivîsandin û xwendinê nesekinim min xwe diavêt hembeza videoyên nûçêyan ên li ser Rojava; bi saetan li nûçeyan temaşa dikir an jî karek li der di baxçeyê de ji xwe re dikir û pê mûjil dibûm. Bi vî avayî nivîs jî wekî xwendinê di nîvî de dima; belkî ew jî girêdayî giraniya berçavkê ya li ser pozê min û hoyînebûna berçavkê ye; zanim, ne ji xwîna biyanî ya di laşê min de digeriya ye. Na na, ne ji xwînê ye.
Êdî dizanim ev hemû guherîn ji ber salan e, ji kalbûnê ye. Bi xwe re di şer de me. Xwendin nîvce, nivîsandin nîvce, ajotina seyarê nîvce, li jiyanê ji jor de temaşakirin nîvce û di mal de li balkonê bi nirçe nirçê wir de vir de diçim têm; bêaram im; dilnerehat im. Û vêca min xwe bi xwe got, rêvîn tune ye; min hêz da xwe, leptopa xwe da şixulandin; dest bi nivîsandinê kir û di dawiya dawî de min dawî li vê nivîsê anî. Min dî ku ez dikarim nivîsekê bi dawî bînim.
Tiştên din? Ka em binêrin wê çawa be…