Emê di vê nivîsê de qala “Helal Et” û “Helal Kurdçe”yê bikin ku, ka ev çi mesele ye. Ka wê kurdiya kurdan me bibe ku derê? De em dest pê bikin.
Pêşî, “Helal Et”.
‘Helal Et’ çi ye?
Ji bo xwendevanên kurdî yên nizanin em bêjin tê wateya “Goştê helal”.
Baş e vê “Helal Et”ê kengê dest pê kiriye?
Li Tirkiyeyê di sala 2011’an ve ev têgeh û ev biryar hatiye girtin û derketiye. Ji bo kesên karê dan û standina goşt dikin sertîfakayeke bi navê “Helal Et” heye. Kompaniyên ku vî karî dikin û dixwazin nîşanî kesên misilman bidin ku ev goşt bi awayekî helal ji sewaleke serjêkirî hatiye anîn. Ew kesên misilman jî bi vê bawer dibin. Ji bo vê yekê kompanî har sal sertîfikayê ji TSE’ê (yanê ji Enstdustriya Sanayî ya Tirkiyeyê) digirin.
Me got ji sala 2011’an ve li Tirkiyeyê ev heye. Hikumeta Tirkiyeyê ya ku niha li ser kar e ku ev 22 sal in li ser kar e, ev yek aniye Tirkiyeyê.
Her sal sertîfikayê nû dikin û kompanî ji bo vê sertîfîkayê pere didin Wezareta Tirkiyeyê. Yên ku salane nû nekin sertifikaya wan betal dibe. Hûnê bêjin madem tiştek baş e, çima hikumet pere digire? Bersiva vê pirsê ne li cem min e, ez nizanim.
Niha jî em li “Helal Kurdçe”yê binêrin.
“Helal Kurdçe” yanê “Kurdiya Helal”.
Ma ziman jî dikare bibe heram ku qala “Kurdiya Helal” tê kirin?
Baş e gel zimanekî helal be ew çawa dibe?
Mesele ji vir derket:
Numan Kurtulmuş mebûsê AKP’ê bû, li Meclisa Tirkiyeyê wekî Serokê Meclisa Tirkiyeyê hat hilbijartin û ew karê xwe didomîne. Niha li Tirkiyeyê û li Bakur pêvajoyeke bi navê “Pêvajoya aştiyê” heye. Ji bo vê li Meclisa Tirkiyeyê komîsyoneke bi navê “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" hatiye avakirin û Kurtulmuş di heman demê de serokê vê komîsyonê ye jî.
Ev Kurtulmuşê niha bûye mijara me, roja 17.10.2025’an li Amedê bû, li Zanîngeha Dîcleyê axivî. Wî got; "Zimanê dayikê bi qasî şîrê dayikê helal e. Li vî welatî ji bo kesek zimanê dayikê bikar tîne kes nikare wî/ê bigire bin lêpirsînê.” Kurtulmuşî got ev 40 sal in fikra wan ev e. Ev yek jî ji bo kurdî got. Yanê got “Kurdî jî wekî şîrê dayikê helal e”.
Tam jî meseleya me ya “Helal Et” û “Helal Kurdçe” li vir digihîn hev. Ji bo “Helal Et”ê sertîfîka tê dayîn, di nav belgeyan de qal û bala wê heye, lê ya kurdî?
Madem kurdî “bi qasî şîrê dayikê helal e” çima di nav tu belgeyên Tirkiyeyê de, di nav tu zagon û rêziknameyan de cih nagire? Ma bi wasî "Helal Et"ê jî heq nake?
Ji bo dersên li dibistanên navîn têne hilbijartin “dersa zimanên dijî” tê gotin. Madem kurdî helal e çima wekî “Dersa kurdî” nayê qebûlkirin, lê “zimanên dijîn”?
Zanîngeha Artûklû ku ew jî di dema vê hikumetê de hat avakirin çima beşa “Zimanên dijî” lê hatiye kirin, lê navê kurdî lê nakirine?
Em pirsa xwe wisa jî ji birêz Kurtulmuş bikin; Ev zimanê helel ku hûn dibêjin, mînak sibê hûn ji desthilatdarî ketin, partiyeke din hat ser kar û bêje, “ev ziman ji bo me ne helal e” û qedexe bike emê çi bikin?
Ma ne, madem helal e, ev 25 sal in hûn li desthilatdariyê ne, çima we wekî rêzek jî li Zagona Bingehîn nekiriye?
Ma ev ziman bi qasî “Helal Et”ê jî heq nake ku di nav belgeyan de be? Ha, em gotina we ya ku we roja 30.09.2025’an li Macaristanê, li ser pirsa rojnamegeran gotibû, "Ji bilî tirkî, tu zimanekî wekî zimanê duyem ê fermî nayê qebûlkirin, nayê axivîn” jî bibîr naxin jixwe.
Lê em vê pirsê jî dikin, mesela kurdî li Tirkiyeyê wekî zimanê duyemîn ê fermî be wê çi be? Mesela Iraqa ku hûn ji Tirkiyeyê bipaşvetir dibînin, li wir kurdî di Zagona Bingehîn de ye.
Li Îrana ku hûn wê derê jî wekî welatekî paşvetir dibînin zimanê fermî farisî ye, lê kurdî bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin.
Li Tirkiyeyê?
Na!
Em mînakek ji Ewropayê jî bidin: Li Swîsreyê almanî, fransizî, îtalî û romanşî, 4 ziman wekî zimanên fermî yên welat hatine qebûlkirin. Em dibînin ku tiştek bi Swîsreyê nehatiye.
Divê em ji hêja Numan Kurtulmuş bipirsin, “Gelo hewce dike wekî din em mînakan bidin?”
Belkî em dikarin pirsek wisa jî bikin, sibe-du sibe dema hilbijartin çêbû û hûn hatin, we carek din ji me amediyan deng xwest, hûnê bêjin “Kurdî helal e” û hûnê di tu xal û zagonan de nenivîsin, yek ji bo we “Helal Et” û “Helal Kurdî” bide ber hev hûnê çi bêjin?
Hêja Kurtulmuş, bi hêviya ku hûn dê li ser “Helal Et” û “Helal Kurdçe”yê bifikirin. Silav û hurmet bo we.