logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • Dîrok: 04/06/2023
Van rojan rojave li Tirkiyeyê wekî tirşikê lê hatiye. Ji hêlekî v e rewşa siyasî ya Tirkiye û ji hêlekî ve rewşa çareseriya pirsgirêka kurd wekî du rojevên serkêş derdikevin pêş. 
Ya rast rewşa siyasî ya Tirkiyeyê her û her li ser siyaseteke desthilatî hatiye avakirin û diyar e dê netewdewleta tirk devji feraseta xwe ya desthilatî bernede. 
Di pêvajoya heyî de ya ji min/me re girîng rewşa hebûna kurd e! Li ser her kurdî ferz e ku berî her kesî rewşa xwe bifikire û xwe biparêze, piştî xwe heke jê were dê wî demî ji her mirovî re bibe alîkar û çareserî. Lê ya ku tê xuyakirin hê gelek sazî û dezgehên me û kurdên me hebûna xwe li ser hîmê xwe bixwe ava nekirine û bi hebûneke pişaftî jiyana xwe ava kirine. Li gorî zanista derûnînasî û civaknasiyê heke hebûnek ‘xwe’ nejî, bixwe jînek ava nekiribe, dê nikaribe jîneke azad jî bijî. 
Avabûna hebûnê û xwe bixwe jîn, mijareke girîng e. Di xwezayê de mijara herî sereke û pîroz, mijara hebûn-xwebûnê ye. Çi zîndewerên di nav xwezayê de hene, li ser hebûna xwe jînek ava kirine û xwe bixwe dijîn. Mînak kulîlkek wekî kulîlkê dijî, çûkek wekî çûkekê dijî. Wê demê pêwîst e kurdek wekî kurdekî/e bijî! Bo ku dema kurdek çavên xwe li nav gerdûnê vedike wekî kurd gava yekem divêje nav jîna heyî. Lê belê kurdê ku di nav beroşa pişaftinê de keliyayî û wekî girara pehtî lê hatî êdî haya wî ji hebûna wî ya kurd tune û ji xwe dûr dijî. Ew kurdê ku hebûna xwe nizanibe dema bixwaze wekî kurdekî tevbigere jî dê nikaribe mafê kurdbûna bîne cih û dê her û her di nav jîneke qelp û qels de bigevize. Lê heke kurdek, an jî keseke ku ji qewmekî din berî her tiştî avabûna xwe li ser xwebûna xwe ava bike dê wê demê bibe xwe û hêza çareseriya jînê pêş bixe. 
Hemû rê û rêbazên heqîqetê destnîşan dikin ku hebûn/xwebûn girîng e û li ser mijara hebûn/xwebûnê gelek zanyaran, ramyaran serê xwe êşandine. Li gorî encamên ku heta niha li ferhenga hebûnê zêde bûne diyar dikin ku mirovek bi rengê xwe dikare hebûna xwe ava bike û xwe bixwe bijî. Baş e gelo ev rengê hebûnê çi ne? Çi dikare mirov bi hebûna mirov ve girêdayî bihêle û xwebûna mirov biparêze? 
Helbet ev mijar bi gotarekî têr nabe û xilas nabe lê li gorî ku min jî çend pirtûk li ser van mijaran li hev qelibandibin, dikarim bi çend xalên sereke diyar bikim. 
*Çand; çand ji bo kesek/mirovek xwe nas bike û bi xwe bijî rêbazeke sereke ye. Ango divê mirov çanda xwe bizanibe û bi çanda xwe bixwe bijî. Lê gelek kurdên me hene haya wan ji çanda wan nîn e! Bi çanda serdestê xwe dijîn.
*Ziman; ji xwe ziman ji bo hebûnê û xwebûnê nayê nîqaşkirin bê ka baş an nebaş e! Kesê ku zimanê xwe nizabibe bila her û her ji hebûna xwe guman bike! 
*Dîrok; zanyarekî digot kesê ku dîroka xwe ya pênc hezar salan nizanibe; bila nebêje ez hatime dinê! Ango ji bo kesek çand û hebûna xwe zabibe divê dîroka xwe zanibe! 
*Civak; di vê mijarê de civak jî girîng e û kesek nikare bêyî civakê bijî û hebûna xwe ava bike! Wê demê kesekî kurd pêwîst e civaka xwe gelek baş nas bike. 
*Mirov; naskirina mirov/mirovahiyê hêzeke girîng e ku mirov xwe jî nas bike. Dema tu xuluqîna mirovan û derûniya mirovan nas bikî êdî tuyê xwe jî nas bikî û hebûna xwe ava bikî!
*Xwendin/zanîn; mijara zanînê bo her mirovê rêbaza têgihîştin û pêşketinê ye. Kesek xwe bi zanînê têr neke dê birize û bi demê re winda bibe. Yek ji dermanê hebûnê xwendin û zanîn e. 
*Ax/Erd; zîndewerên di nav xwezayê de dijîn hêza xwe ji axê digirin û bi axê dijîn. Tovê xwezayê ji axê ye. Pêwîst e kurdek axa xwe nas bike û bi xwezaya erdnîgariya welatê xwe bijî.  
Helbet ji van mijarên ku min li jor nivîsîn zêdetir mijar hene ku mirov li ser bifikire û bikole. Lê belê ev mijarên ku min balkişandin ser serekene ku kesek bixwaze xwe nas bike û xwe bi xwe bijî. 
Baş e wekî encam em bêjin; gelo çend sazî û dezgehên me kurdan hene ku civaka me bi van mijaran bigire dest û li kurdbûna civaka kurd re eleqe bibe! Ez bi xwe ji bakurê Kurdistanê me û civaka kurd a li Tirkiye baş dişopînim. Lê mixabin sazî û dezgehên me yên li Tirkiyeyê ji bo hebûna kurd li ser cewherê xwebûna kurd were ava kirin ne di nava hewldanan de ne. Bi asteke qels hin hewldanên saziyên me hene lê ew hewldan jî wekî komele tenê têra taxeke Kurdistanê nakin! 
Pewîst e tevgera siyasî ya giştî li Tirkiyeyê li her bajarî akademiyên avabûna hebûna kurd ava bikin û dev jî her tiştên din ên siyaseta lewitî berdin! Wekî Akademiya Ziman, Akademiya Çandê, Akademiya Dîrokê Akademiya Civakê, Akademiya Siyasetê û hwd. Dema armanc bibe avakirina xwebûna kurd wê demî hêza kurd jî wê bibe yek û armancên siyasî bi dest bixe. 
Dive ez vê jî bibêjim heta niha bi saya serê tevgera azadiya kurd asta kurdan ji tunebûnê ber bi hebûnê ve hatiye û kedeke qedir bilind pêş ketiye. Lê belê di van çend salên dawî de li ser keda heyî kurdbûn û avabûna xwebûnê zêde nebû û li ser keda heyî xebat dihatin kirin. Dema tu her û her ji tûrikê xwe bixwî, dê rojek were di binê turik de tiştek namîne. Di van salên dawî de ji tûrikê kedê gelek tişt hatin xwarin, heta ku tûrik ber bi valebûnê ve diçe. Hin kes û saziyên xêrnexwaz qulek jî li tûrik xistine û keda kurdan bê encam dirije. 
Pêwîst e her kesê ku bo hebûna kurd dixebite li keda xwebûna kurd xwedî derbikeve û çavê wî li tijekirina tûrikê kedê be, ne ku ji tûrik kedê derbixe û xwe bi wê kedê xwedî bike! 

Hin Nivîsen Nivîskar

WERIN KURDIYA BELAŞ!

  • 01 Gulan 2021

Di roja Yekê Gulanê de nivîsandina vê mijarê yekser ked û kedkariyê tîne bîra mirov. Bi vê bîranînê re roja karker û kedkarên...

Mîrza Ronî kî ye?

  • 19 Adar 2021

DiyarnameNivîskarê ji Cizîra Botan Mîrza Ronî bi nivîsên xwe beşdarî qunciknivîskarên Diyarnameyê dibe. Ewê li ser tevna Botanê, binivîse. Hinek...

MÊZÎNA XEBATÊN ZIMANÊ KURDÎ!

  • 17 Avrêl 2021

Zarokatiya min li gund derbas bûye, di wê dema zarokatiya min de etar dihatin gundê me, tiştên etarî difirotin gundiyan. Gelek caran ji dêvla pereyan gundiyan; bi genim, ceh an jî bi...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'68 Ergenekon'ê alîgirên Amed Sporê tehdîd kirin

ad

Biryara girtina Koleja Dîcle Firatê bi paş ve hat girtin

ad

Li ser maça Diyarbekir û Bursasporê çi gotin

ad

Pirtûkxaneya herî mezin a Kobanê

ad

Venezuela'ê McDonald's qedexe kir

ad

Di Documentarist de roja dawî û pêşniyarên me

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname